Ragihandina Şengalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da 2024-08-24 16:01:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandina Azad a Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrişa dijî rojnamevanên jin ên Kompanyaya Çetir’ê şermezarkirin û wiha hate gotin: "Rêhevala Gulistan 25 sale di nava karê ragihandinê de bû û ji bo rastiya jin bide xuyakirin, kar dikir. Gulistan di nava ragihandinê de tov çand, îro em ew tovin ku çandiye. Em ê li ser xeta wê û şehîdên xwe bin.”   Duh di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê balafira bêmirov a dewleta Tirk bi sîxûriya PDK’ê êrişê wesayîta rojnamevanên ser bi kompanyaya Çetir a ragihandinê kirin. Di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û kesek bi giranî bi giştî 6 kes birîndar bûn.   Endamên Ragihandina azad a Şengalê îro di saetên nîvro de li parka Serokatî ya Geliyê Kersê ya Şengalê kombûn û êrişên dijî rojnamevavanan şermezar kirin. Rojnamevanên Êzidî wêneyên du rojnamevanên Gûlistan Tara û Hêra Behadîn hildan.   Destpêkê Kedkara Çapemeniya Azad a Şengalê Rojbîn Hebabî axivî. Rojbîn destpêkê herdu rojnamevanan bibîranî û şifaya lezgîn ji hemû birîndarên êrişa duh ya Seyîdsadiq re xwest. Rojbîn bi navê hemû hevalên xwe yên rojnamevan sersaxî ji malbatên û rojnamevanan re xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji ber rojnamevan dengê rastiyêne û rastiyê eşkere dikin, lewma dewleta Tirk êrişê wan dike. Naxwaze êrişên wan yên li ser gelan derbikeve holê. Em ji vir ji wan re dibêjin, wê êrişên dewleta Tirk nekarin me rawestînin.  Berovajiyê wê her êrişek tê ser me hêza me mezintir dike. Her şehîdek em didin, me bihêztir dike. Ev dibe sedem ku em dengê xwe bilindtir bikin.”   Rojbîn, di dewama axaftina xwede îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi desteka PDK’ê êrişê rojnamevanan dike. Lê divê bizanin emê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û dê êrişên wan nekare dengê me qut bike. Rêhevala Gulistan 25 sale di nava karê ragihandinê de bû û ji bo rastiya jin bide xuyakirin, kar dikir. Heval Gulistan di nava ragihandinê de tov çand, îro em ew tovin ku çandiye. Em ê li ser xeta wê û şehîdên xwe bin. Wê ti carî kameraya şehîdekî me li erdê nemîne.”   Hebabî her wiha banga rawestandina êrişên dijî rojnamevanan jî kir û got: “Li tu devara cîhanê nabe êriş dijî ragihandinê çêbibe, lê mixabin li Iraq û Herêma Kurdistanê êriş dijî rojnamevanan çêdibin. 8’ê Tîrmehê jî li Şengalê dewleta Tirk seyareyeke rojnamevanan hedef girt û hevalê me Mirad Mîrza şehîd bû.”   Rojnamevan Îbrahîm Êzidî jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Ew soza têkoşînê ya me berê niha ji şehîd Nûjiyan, şehîd Agir û şehîd Mirad re dabû, em careke din li vir dubare dikin. Çawa ragihandina azad pêşengiyê ji sîstema netewa demokratîk re dike, dezgehên ragihandinê yên PDK’ê jî pêşengiyê ji koletî û dagirkirina axa Kurdistanê re dikin. Beriya em bizanin hevalên me yên rojnamevan di wê seyareyê de ne, dezgehên ragihandinê yên PDK’ê dan. Ev jî dide nîşan ku çawa destê wan di êrişan de heye. Ev êrişa li dijî ragihandinê li dijî îradeya civaka azadîxwaz ya bindest hatiye kirin. Ji ber civakên bindest bi rêya ragihandina azad daxwazên xwe tîne ziman. Kî ne di berjewendiya desthilatdaran û dagirkeran de kar nekin, di çavê wan de terorîstin. Wê têkoşîna me ya ji bo heqîqetê heya dawiyê dewam bike. Em dizanin hemû rojnamevanên êş û azarên civakê tîne ziman û pêşengiya ji sîstema netewa demokratîk re dikin, di hedefa wan de ye. Wê nekarin bi van êrişan gav bi me bipaş ve bidin avêtin. Divê dost û dijminên me bizanin emê xeta şehîd Gulistan û şehîd Hêro bişopînin.”   Îbrahîm Êzidî diyar kir, êriş di encama peymana navbera Iraq û Tirkiyeyê de pêkhatiye û got: “Ev êrişên dijî rojnamevanan destpêka qonaxeke nûye. Li pişt hedef girtina rojnamevanan planên qirêj û metirsîdar dide nîşan. Kî desthilatdariya PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin, wê bibin hedefa êrişan.”