Meral Daniş Beştaş: Divê tecrîd bê rakirin 2024-08-24 14:56:23     ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî ser gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.”    Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Êlihê 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li tesîstek taybet a li taxa Pazaryerî pêk hat.    Rêveberên MEBYA-DER’a Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê rêveberên DBP, DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Ruştu Tiryakî, Zeynep Oduncu, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn.    Pankart hatin daliqandin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    'Divê em berxwedana xwe mezin bikin'    Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay axivî û diyar kir ku divê jin li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek û got: “Divê em di her şert û mercan de berxwedana xwe mezin bikin. Di van salên dawî de jinên rojnamevan ên kurd hedef tên girtin û qetilkirin. Ev yek ne tesadufî ye.”    'Rojnameger bi zaneyî tên qetilkirin'    Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay axivî û diyar kir ku divê jin li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek û got: “Divê em di her şert û mercan de berxwedana xwe mezin bikin. Di van salên dawî de jinên rojnamevan ên kurd hedef tên girtin û qetilkirin. Ev yek ne tesadufî ye.”    'Em xwedî li zimanê xwe derkevin'    Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Îro malbatên me ku ewladên xwe winda kirine hene. Ji bo vê yekê jî divê em xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Dewlet êrişî gelê me, şaredariyê me û govenda me dike. Nahêlin zarok û ciwanên me bi kurdî biaxivin. Yên ku bi kurdî diaxivin û li stranên kurdî guhdar dikin, tên girtin û êrişî wan tê kirin. Divê em van li ber çavan bigirin û hin bêtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em li ser axa xwe jiyanek azad dixwazin.”    ‘Divê tecrîd rabe ’    Meral destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî ser hemû gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare were lipêşxistin. 41 meh in tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê tavilê tecrîd bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Bi vî awayî gelên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikarin jiyana xwe bidomînin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Ruştu Tiryakî jî bal kişand ser girîngiya MEBYA-DER’ê û got: “Ev nûnergeha nirxên me ye û lewma girîng e. Em ê her dem li nirxên gelê xwe xwedî derkevin.”    Piştî axaftinan raporên xebat û maliyetê hatin xwendin.    Di kongreyê de Nezahat Toprak û Ûgûr Ar ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê hatin bijartin.