TJK-E: Nikarin bi êrişan çapemeniya azada bêdeng bikin 2024-08-24 11:23:32     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê derbarê qetilkirina rojnameger Gulistan û Hêro de daxuyaniyek da û got: “Ev êriş ne wê bikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, ne jî wê bikarin têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.”   Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamegerên kurd Gulistan Tara û Hêra Behadîn didomin. Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) jî derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê di wiha hat gotin:   "Ji kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrişa balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser qirkirina qirkirina gel û jinên kurd siyasetê dimeşîne. Em vê êrişa nemerdane ya rejîma faşîst bi nefret şermezar dikin û ji kedkarên çapemeniya azad, malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza zindîkirina xeyala jiyana azad didin Gulistan Tara û Hêro Behadîn. Ev êriş ne wê bikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, ne jî wê bikarin têkoşîna azadiya kurd rawestînin.”   TJK-E’yê bang li hemû jinan, gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî xiyanet û qirkirinê helwest bigirin û tevlî çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê tên lidarxistin, bibin.