'Îktidar dixwaze têkçûyina xwe bi êrişa li ser medyayê veşêre' 2024-08-16 09:02:20     Melike Aydin   ÎZMÎR - Endama DEM Partiyê Gul Ekîcî diyar kir ku astengkirin, girtin û cezayên li ser medyaya dîjîtal ji bo veşartina polîtîkayên neserkeftî yên hikûmetê yên bi taybet li Kurdistanê ne. Gul diyar kir ku divê li dijî zilma ku mafê îfadeyê li kesan sînordar dike, bibin yek.    Platforma medyaya dîjîtal a Instagramê di 2'yê Tebaxê de bi hinceta 'sûcên katalogê' hatine kirin 8 rojan hat qedexekirin. Sedemek din jî rakirina parvekirinên derbarê Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye yê ku li Îranê hat kuştin bû. Lê belê di 7'ê Tebaxê de lîstika Roblox bi hinceta ku teşwîqê LGBTI+yan dike û bi hinceta bûne sedema îstîsmara zarokan, hat girtin. Nêzîkî 40 hemwelatiyên Kurd ji ber govend gerandin û stranên bi Kurdî gotin hatine binçavkirin. Herî dawî welatiya bi navê Dilruba K ji ber rexne li serokomar girt, hat binçavkirin. Tirkiyeya ku piştî 8 rojan bi Instagramê re li hev kir, di nav de 'girtina hesabên ku propagandaya terorê dikin' heye. Lêbelê, sûcê propagandayê ne di nav sûcên katalogê de ye.   Hema piştî lihevkirina bi Instagramê re, hesabê Navçeya X a Alîaga ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat astengkirin. Hevseroka berê ya navçeya DEM Partiyê Gul Ekîcî diyar kir ku bi girtin û qedexeyan re zextên li ser azadiya ramanê zêde dibin û hikûmet hewl dide zextê li kesên mûxalîf ên ku di nava siyasetê de ne jî belav bike. Gul da zanîn li şûna têkoşîna parçebûyî, divê xeteke têkoşînê ya yekgirtî û berfireh bê avakirin.    'Hikûmet piştî têkçûnê hewl dide gelan pasîvîze bike'   Gul, da zanîn ku ev helwesta hikûmetê berdewamiya reftarên faşîst ên berê ye û ev yek jî bi têkçûna hilbijartinên herêmî bi taybet li Kurdistanê ve girêdayî ye û got: “Piştî vê têkçûnê yekser lez da polîtîkayên şer. Ji vir jî nikarîbû serkeftineke berbiçav bi dest bixe. Îsrara îktidarê ya di polîtîkayên şer de xizaniya gel ber bi perîşaniyê ve kişand. Hikûmet piştî têkçûnê hewl dide gelan pasîvîze bike."   'Sedema polîtîkayên bêpolîtîzekirin û tecrîdê ew e ku hikûmet ketiye valahiyê'   Gul, da zanîn ku pêvajoya ku bi betalkirina Peymana Stenbolê dest pê kir bi hedefgirtina LGBTI+yan û vekirina rê li ber qetlîama heywanên bêxwedî berdewam kir û got ku ev pêvajo bi girtina amûrên medyaya dîjîtal yên wekî Instagramê jî dewam kir. Gul, da zanîn ku di hilbijartinên herêmî yên Kurdistanê de têkoşîna Kurdan bi serketinên mezin bertekên xwe nîşan da û got, “Niha bi operasyonên meha Nîsanê dest pê kir. Li aliyekê zextê li gelê Kurd dike. Nahêle gelê Kurd govendê bigerîne. Li aliyê din jî talana bi rêya maden û santralan dimeşîne. Îktidar naxwaze em bibin yek. Ev jî xeterek e. Sedema polîtîkayên bêpolîtîzekirin û tecrîdê ew e ku hikûmet ketiye valahiyê."   'Hikûmet gelan parçe dike'   Gul, da zanîn ku piştgiriya çîna karker û gelên din ên li kêleka gelê Kurd bingeha têkoşînê ye, lê hikûmet hewl dide pêşî li vê bigire, hikûmet gelan parçe dike û wiha got: “Wisa dixuye ku her kes di qada xwe de têkoşîneke cuda dide. Ji aliyekî ve gelê Kurd heye ku zimanê gelê Kurd hatiye qedexekirin. Ev jî rê li ber hevgirtina mirovan digire. Divê em vê bi perspektîfa sosyalîst bibînin û li gorî wê siyasetê bikin."    'Hesabên muxalîfan tên girtin'   Gul, anî ziman ku hesabên mûxalefetê bi giştî û bi taybetî jî mûxalefeta kurd hedef hatine girtin û wiha got: “Hesabê DEM Partî ya Aliağa X hatiye girtin. Hesabên muxalefetê tên girtin. Em ê ji wir nikaribin bernameyên partiyê ji temaşevanên xwe re ragihînin."   'Heta bertekên takekesî jî tê xwestin bên astengkirin'   Gul bi bîr xist ku hikûmetê dest bi astengkirina bertekên takekesî kiriye û jina ku li Îzmîrê di hevpeyvîna xwe ya kolanan de Serokomar rexne kiribû hat girtin û wiha got: “Li aliyê din dema deng derdixe, bi belavkirina gotinên xwe li derdorê hewl dide pêşî li axaftin û yekîtiyê bigire. Hûn jî nizanin hûn ê li ku derê û çawa werin girtin. Hevala me ya jin a ku di nava jiyana siyasî de cih nagire, belkî 4-5 mehan girtî bimîne. Bi dîtina vê yekê kesên ku muxalif in lê ne di nava siyasetê de ne, bêdeng dibin. Ji ber vê yekê yên di nava siyaseta aktîf de ne, tên îzolekirin û kêmkirin. Bêguman ev jî rizgariya civakê dereng dixe. "   'Divê em li rêyên berfirehkirina xeta têkoşînê bigerin'   Gul, bal kişand ser têkoşîna parçebûyî û wiha got: “Piraniya kesên ku ji bo mafên sewalan dadikevin kolanan, li hemberî zihniyeta qeyûman nasekinin. Cotkarên Bursayê rê girtin, lê heta niha ji ber ku piştgirî nedan têkoşîna Kurdan, jinan û LGBT’ê ew bi tenê man. Encam tune. Divê em behsa rê û rêbazên berfirehkirina xetê bikin."   'Divê têkoşîneke yekbûyî hebe'   Gul, da zanîn ku divê hemû gel di nava têkoşîneke rêxistinkirî de bin û li dijî faşîzmê bê hincet bi hev re bin û wiha got: “Îro jineke laîk a dibêje ‘divê ez bi şev derkevim derve’ jî divê karibe bibêje 'Divê gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive, govenda xwe bigerîne, şaredariyên wan neyên desteserkirin'. Dema ku em karibin vê bi ser bixin, em dikarin faşîzmê pir rehet tine bikin. Hêzeke gel a ku dikare destekê bide têkoşîna gelê Kurd heye. Têkoşîna gelan bû sedema şoreşan. Em dikarin vê li Rojhilata Navîn jî bikin. Pêwîstî bi hêvî û yekîtiyê heye."