Piştî pevçûnê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê 2024-07-27 15:08:10     SÊRT - Piştî bombebaranê û pevçûna li bejahiya Berwariyê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê.     Duh li herêma Herekolê ya li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de di navbera leşker û endamên HPG û YJA STAR’ê de pevçûn derketiye. Herêm ji aliyê balafirên şer û Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ve  hat bombekirin.    Piştî pevçûn û bombebaranê 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku ji cenazeyan 2 jê jin û 2 jî mêr in.