Kampanyaya ‘Jîngeha me pêşîniya me ye’ hat destpêkirin 2024-05-25 13:55:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dest bi paqijiyê kir.   Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dabû, îro li çerxeriya Xelît a li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê hat destpêkirin.   Endamên meclisa jinan û gelek welatiyên ku li pêşiya avahiya Kongra Îslama Demokratîk kom bûn, maske û lepik belav kirin, li kolanan gilêş kom kirin.   Di çarçoveya kampanya ku bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê bi piştgiriya  şaredariyên gel tê birêvebirin de wê her hefte roja şemî û duşemê li kolanên bajar paqijî bê kirin.   Wê li mizgeftan li ser parastina hawirdorê agahdarî were dayîn   Li gorî bernameya kampanyayê wê bi riya komînan serdana malan were kirin û têkildarî parastina hawirdorê agahdarî werin kirin. Her wiha ji 1’ê Hezîranê heta 1'ê Îlonê hefteyê carekê, wê li mizgeftan der barê xwedîderketina li xwezayê û paqijiyê de agahdarî werin kirin.   Dîsa wê qutiyên çopê, biruşorên hişyarkirinê, maske, kîsên çopê û dezenfekte bên belavkirin.   Kampanyaya ku dê heta 15’ê îlonê berdewam bike, dê li Hesekê jî bê meşandin.