Heyeta DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî 2026-11-26 13:21:15   ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re derheqê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û niha şûn ve divê çi bê kirin, hevdîtin pêk anî.   Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, bi Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re li Meclisê hevdîtin pêk anî. Hat hîn bûn ku heyet di hevdîtinê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û niha şûn ve divê çi bê kirin, niqaş daye meşandin.