Ji Tulay Hatîmogullari banga aştiya herêmî 2026-05-09 11:39:35   QERS - Hevseroka DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları di çalakiya li Qersê de axivî û diyar kir ku aştî û çanda jiyana hevbeş li hember rewşa şer a li Rojhilata Navîn pêdiviyek girîng e û banga avakirina civatek demokratîk kir ku ji sînorên herêmî derbas bibe.   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Qersê, bi navê “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Hevdîtina Jinan” li otleke Qersê civînek pêk anî. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. Tulay Hatimogullari di civînê de axivî.   ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû Rojhilata Navîn e’   Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li dijî şerê li Rojhilata Navîn, aştî û jiyana bi hev re pêdiviyeke jiyanî ye û got: “Yên ku bi cudahiyên xwe dizanin bi hev re bijîn, herî baş ew dizanin banga aştiyê tê çi wateyê. Em girîngiyeke mezin didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Îro Rojhilata Navîn bi sedsalan e bi şeran xwîn jê diçe. Filistîn, Lubnan, Iraq, Îran, Afganistan, Kurdistan, Tirkiye û hwd. ev der hemû ji ber şer û pevçûnan dinalin. Hêzên emperyalîst bi dijberkirina gel û baweriyan, polîtîkayên xwe yên mêtingeriya nû dimeşînin. Sedema herî mezin a ku em dixwazin banga birêz Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk mezin bikin ev e, avakirina aştiyê li Tirkiyeyê, dawîanîna li şer û di heman demê de xurtkirina pira biratiyê ya di navbera gelên Rojhilata Navîn de bi rengekî ku tu carî neyê hilweşandin, şert e.”   ‘Baweriya ji bo aştiyê qels bûye’   Tulay Hatîmogûllari li ser pêvajoya demokratîkbûnê û bandora wê ya li ser hêviyên civakê jî wiha axivî: “Birêz Bahçelî bangewaziyek kir, yanî hewildanek wî çêbû. Piştre di 27ê Sibata sala borî de birêz Ocalan têkildarî çareseriya pirsgrêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangeke dîrokî kir. Banga aştî û civaka demokratîk. Û pêvajoyek dest pê kir. Di pey re li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê xebatên xwe bi dawî kirin û raporek pêşkêşî parlamentoyê kir. Tevahiya Tirkiyeyê li benda girtina gavên qanûnî û somut bû. Lê di pêvajoyê de hinek xitimandin çêbûn, ev rast e. Em wekî jin, ji bo derbaskirina van xitimandinan bi taybetî hewl didin. Her ku ev pêvajo dirêj dibe, baweriya gel a bi encameke erênî jî hinekî lawaz dibe. Ji derveyî lobiyên şer, her kes aştiyê dixwaze. Kî dibêje bila şer berdewam bike? Kî dibêje bila mirin hebe? Lê dewlet û îktîdarê heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Ji ber ku gav nayên avêtin, baweriya bi aştiyê hinekî qels bûye.”   ‘Em ê aştiyê weke karê derziyê bi sebreke mezin bînin ser vê axê’   Tulay Hatîmogûllari aştî şiband “karê derziyê” ku bi ked û sebreke mezin tê çêkirin û wiha got: “Em ê aştiyê mîna karê derziyê bi sebir û bi keda destan, hûrik hûrik biafirînin. Ez silavên xwe ji Dayikên Aştiyê yên bi laçikspî re dişînim ku tevî hemû êş û windahiyên xwe, tu carî dest ji aştiyê bernedan. Du roj in Dayikên Aştiyê li Enqereyê li parlamentoyê bi hemû partiyan re hevdîtinan dikin û daxwaza aştiyê dikin. Wan laçikên spî yên ku bi karê derziyê hatine xemlandin diyarî serokên partiyan kirin. Karê derziyê, karekî bi wate ye. Li welatê me wekî pîşe tê kirin; min bi xwe jî pir çêkiriye. Sebreke mezin dixwaze. Aştî jî wisa ye. Peyama dayikan ev bû. Em jin di jiyanê de her tiştî bi hûrgilî ava dikin. Ez bawer dikim ku em ê aştiyê jî bi vê hûrgiliyê, bi vê qahîmbûnê û bi vê ronahiya çavan li ser vê axê nexş bikin.”