'Divê qanûn li gorî kodên hiqûqî ya pêvajoyê bin' 2025-12-08 09:05:07   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal da zanîn ku li gorî rihê pêvajoyê divê mijara ‘du hiqûq’ bidawî be û got: “Her guherîna tê kirin nav xwe de newekheviya cuda diafirîne. Li welat di qada ceza û înfazê de krîzek mevzuatê ya newekhev heye. Divê qanûn li gorî kodên hiqûqî ya pêvajoyê bin.”   Di 11’emîn pakêta darazê ya ji Komîsyona Edaletê ya Meclîsê derbas bû de der barê sererastkirina Covîd-19 de xala 27’an pêşî li tahliyekirina gumanbarên ji sûcên giran ên li dijî jin û zarokan kirine hatine girtin, vedikir. Li ser zexta rayagiştî komîsyonê şûnde gav avêt. Li ser bertekan xala 27’an hat tengkirin û hat aşkerakirin ku kesên sûcên li dijî jin û zarokan kirine ji vê fêdeyê nagirin. Di pakêta darazê de bi taybet der barê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî de sererastkirin nehat kirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan der barê 11’emîn pakêta darazêde axivî. Newroz Uysal got: “Sûcên li hember Jin, Kurd, Elewî, zarokan bi salane didomin. Her tim rêgeza sûckirina jin û zarokan cezakirina jin û zarokan hatiye meşandin.”   Newroz Uysal Aslan daxuyakirin ku yek ji pirsgirêka girîng a pergala heyî zexta li ser parastina maf, azadiya fikr û ramanê û rêxistinbûnê ye û wiha vegot: “Raste rast der barê azadiya fikr û ramanê de sererastkirinek tunebe jî di xalên 20, 23 û 30’an de dikare wisa bê destgirtin. Çarçoveya vê de mafê civîn, çalakî, xwepêşengan û meşan tên astengkirin û sûc tên dîtin. Di xalên 30 û berdewama wê de rîska ku ev veguhere alava zextê heye.”   ‘Girtî terkî mirinê kirin’   Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku her roj sê jin tên qetilkirin, mirinên biguman zêde dibin û wiha vegot: “Sedema vê nebûna mekanîzmayên ku pêşî li van digirine. Yek ji bandora herî mezin jî polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Ji bo lêpirsîn, dîtina gumanbaran, divê darizandinek bi bandor hebe. Dema Covîd-19 derket, ji bo rîska mirina li girtîgehan kêm bibe ev qanûn hat derxistin. Lê wê demê jî girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin. Lê di alî gumanbarên ku tevli sûcên li dijî jin, zarokan, tundiya li ser jin û zarokan bûn, destdirêjî li jin û zarokan kirin ev nehat kirin. Wê demê me ev gelekî rexne kiribû. Îro xala 27’emîn a pakêta anîne jî bi xala Covîd-19 re wek hev e.”   ‘Ber bi aliyekî ku potansiyela rîsk ava dike ve dibe’   Newroz Uysal Aslan feshkirina Peymana Stenbolê û pêkenanîna qanûna 6284 jî bibîr xist û got: “Desthilatdariya ku qetilkirina jinan tune dihesibîne û 10 salên pêş jî wek ‘sala malbatê’ îlan kir. Ev jî rîska ku jin ne di ewlehiyê de ne diafirîne.”   ‘Hiqûqek li ser tunekirina Kurdan’   Newroz Uysal Aslan wiha berdewam kir: “Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan re divê dewletê guherînên qanûnî bikira. Ev pêvajo pêvajoyeke ku aştiyê û çarseriyê hedef dike ye. Beşek mezin a pirsgirêkên hiqûqî, ji neçareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê. Divê qanûn li gorî kodên hiqûqî ya pêvajoyê bin. Karekterê hiqûqê li serî înkarkirin û tunekirina Kurdan hatiye avakirin. Divê pêvajoya qanûnê li gorî kodên hiqûqê bê avakirin.”