Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi serokomar re tê gel hev 2025-10-30 18:03:44   ENQERE - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ketin. Şandeyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke kurt da. Pervîn Bûldanê got ku ew ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin.   Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin ji navenda giştî ya DEM Partiyê bi rê ketin. Şandeyê li ber deriyê navenda giştî daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê. Pervîn Bûldanê anîn ziman ku ji bo pêvajoyê ew her tim bi Erdogan re di nava tekiliyê de ne û got: “Em di serdemeke dirokî re derbas dibin. Em ê bi hev re li ser gavên bên avetin gotûbêj bikin. Ji ber vê yeke ev hevdîtin pir girîng û watedar e. Merhaleya pêvajo gihiîştiyê, xitimîna pêvajoyê nîqaş bikin. Tê payîn ku Îbrahim Kalin û Efkan Ala jî beşdarî hevdîtinê bibin. Em wisa texmîn dikin ku hexdîtin dê nêzî seatekê berdewam bike û piştre em ê daxuyaniyê bidin.”   Mîthat Sancar jî bi lêv kir ku ew ê tişten ku divê niha bên kirin peşkeşi serokkomar bikin û got: “Em ê nirxandinên serokkomar jî bigrin. Em hevî dikin hevdîtineke baş be.”