Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn 2025-07-17 11:31:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûc û Cengîz Çîçek dê di komisyona ku di meclisê de bê avakirin de cih bigirin.    Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş têkildarî komîsyona ku tê plankirin di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de bê avakirin vexwendîname ji partiyên siyasî re şand. Cîgirên serokê koma partiyên siyasî yên ku li meclisê temsîl dikin, di 18’ê Tîrmehê de saet di 10.00’an de ji bo civînekê hatin vexwendin. Ji nûnerên partiyên siyasî yên li meclisê nayên temsîlkirin re jî vexwendname hatin şandin. Hat xwestin ku ji her partiyê nûnerek beşdar bibe.   Di civînê de wê gelek mijar li ser navê komîsyonê, damezrandina wê bi rêya qanûnê yan jî însiyatîfa serokê parlamentoyê bê rojevê. Eger di hevdîtinê de biryarek li ser çawaniya avakirina komîsyonê were dayîn, wê amadekariyeke nivîskî ya li ser prensîb û pîvanên wê jî bê kirin. Piştî van nîqaş û amadekariyan wê Kûrtûlmûş avakirina komîsyonê ragihîne.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Wekîla Erziromê Meral Daniş Beştaş, Wekîlê Antalyayê Sarûhan Olûç û Wekîlê Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo komîsyona ku tê plankirin were avakirin hatin destnîşankirin.