DEM Partiyê li Şirnexê kongreya asayî lidar xist 2025-02-02 13:56:36   ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya asayî lidar xist û Selahattîn Barinç û Esma Erener weke hevserokên nû hatin hilbijartin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê 2’yemîn Kongreya Asayî lidar xist. Kongre, li avahiya partiyê hat lidarxistin û Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Cizîr, Silopiya û Hezexê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyî tev li bûn.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Endamê Meclisa Partiyê (PM) ê DEM Partiyê Ahmet Îstek axivî û wiha got: “Em bi çavekî guherînên fîzîkî li kongreyê nanihêrin. Ji bo me qadeke têkoşînê ye. Weke nûbûnekê lê dinêrin. Weke ku her kes dizane li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin. Silavên wî ji bo me tevan hene. Weke beşdarên kongreyê em bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Em vê kongreya xwe ya awarte diyarî şehîdên xwe yên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin dikin.”    Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî wiha got: “Hêvîdarim ev kongreye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hêzê bide me.”    Piştî axaftinên din, Selahattîn Barinç û Esma Erener weke hevserokên nû yên rêxistina bajar hatin hilbijartin.