Ji DBP'ê daxuyaniya ji bo Îmraliyê 2024-12-29 14:16:12       NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina li Îmraliyê pêk anî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku divê xwedî li her gava ku bi xwe re çareseriyê têne bê derketin.     Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) têkildarî hevdîtina Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê    (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku duh li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî da.    DBP’ê bal kişand ser daxuyaniya îro ya têkildarî hevdîtinê û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di serdemeke wiha de perspektîfa çareseriyê ya ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş dike xwedî girîngiyeke dîrokî ye. "Wek ku wî diyar kir, veguherînek demokratîk hewce ye û ev jêneger e."