'Qeyûm darbe bi xwe ye' 2024-11-04 12:44:13     ENQERE - Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyan da û got, "Hikûmeta ku bi polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dimeşîne roj bi roj zêdetir dixetime, bi yek destî şanoyekê dilîze. Ew bi xwe terora rastîn pêk tîne."   Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku ji danê sibê ve qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) de ne, hatine tayînkirin. Polîsan di saetên sibehê de avahiyên şaredariyê dorpêç kirin, gel bi berxwedana ji bo parastina vîna xwe bertek nîşan da.    Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.   'Qeyûm darbe bi xwe ye'   Sevda Karaca, diyar kir ku hikûmet bi qeyûman îradeya gel dişkîne û diyar kir ku hikûmet ji çareseriyê dûr e. Sevda Karaca got, “Siyaseta qeyûm û komployê bûye nîşana rejîma yek zilamî.  Qyûm darbe bi xwe ye. Pratîka qeyûmên ku heta niha hatine tayînkirin diyar e. Desthilatdariya ku bi polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dimeşîne roj bi roj ber bi xitimandinê ve diçe, desteka kedkaran winda dike."