'Armanc ne çareserî astengkirina naskirina herêma xweser e' 2024-10-25 09:03:09   Melek Avci   ENQERE - Hevseroka giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu  da zanîn ku piştî axaftinên Devlet Bahçelî pirsên "çareserî heye an tune ye" hatiye rojevê û banga baldarbûnê kir: “Em nêzîkatiya tevgera azadiya Kurd girîng dibînin û dişopînin. Em dizanin ku zîhniyeta ji Osmanî hatiye dewr girtin û hişmendiya dîroka siyasî van lîstikan wê bilîzin.”   Serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl kiribû û ji bo mafê hêviyê jî şerta "tasfiyekirina rêxistinê" dabû pêş. Piştre serokê giştî yê CHP’ê Ozgul Ozerl axivî û gotinên "Ez ji Kurdan re pêşniyariya xwedîbûna dewleta Tirkiyeyê dikim" bikaranî bû. DEM Partiyê jî li dijî van gotinan carek din bi bîrxist ku muxatabê çareseriyê Îmraliye.    Hevseroka giştî ya Partiya Rizariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglu nirxandin kir.   ‘Ji Bahçelî çareserî nayê payîn’   Ferayê daxuyakirin ku ji bo mirov ji hewldanên MHP’ê hêviyê bigirin tu sedem tune ye û wiha got: “Tecrîd  didome. Tu sedema me tuneye em ji hewldanên MHP’ê hêviyê bigirin. Di vê hewldana Bahçelî de miskalê demokrasiyê tuneye. Bêguman em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Em tecrîdê qebûl nakin. Hîna hevdîtin bi birêz Ocalan re nehatiye kirin. Kemîna di vir de;krîzeke giran a aboriyê heye.  Tirkiye dixwaze di hewldanên qirkirina ku Israîlê li hember Fîlîstînê day edestpêkirin de di nezelaliya li Rojhilata Navîn de rola xwe bilîze û belkî jî ji bo amadekirina zemîna êrîşa li hember Rojava vê dike. Ji Bahçelî bendewariyeke çareseriyê ne pêkane.”   ‘Mirov nikarin behsa pêvajoyek demokratîk bikin’   Ferayê di berdewamiyê de balkişand ser rewşa girtîgehan û got: “Ji bo çareserî bê dîtin divê em li girtîghean binêrin.Armanca wan ev e ku pêşî li Rojavaya ku ji aliyê cîhanê ve tê nasîn bigirin. Rêveberên HDP-DEM Partiyê girtîne di surgunê de ne. Di şertên ku pirsgirêka Kurd bi awayekî azad nayê axaftin de mirov nikarin behsa pêvajoyek demokratîk bikin.”   ‘Bila şertên muzakereyê bên avakirin’   Ferayê destnîşan kir ku rakirina tecrîdê û azadbûna Abdullah Ocalan girîng e û wiha bi lêv kir: “Hevdîtina lîderê CHP’ê yê bi Selahattîn Demîrtaş û  serdana bajarê Kurdan. Me wek SYKP çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane parast. Em nêzîkatiya tevgera azadiya Kurd girîng dibînin û dişopînin. Em dizanin ku zîhniyeta ji Osmanî hatiye dewr girtin û hişmendiya dîroka siyasî van lîstikan wê bilîzin. Daxwaza me eve ku  şert û mercê muzakereyê bê avakirin.  Ji bom e ya esas rakirina tecrîdê ye. Divê deriyên çareseriya aştiyane bên vekirin.”