Ayşegul Dogan: Em derbasî modela rêxistinbûyinê ya nû bûn 2024-09-16 15:15:21       ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li gorî erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, danezana encama konferansa partiyê ku 4 rojan domiya bû, li navenda giştî eşkere kir.    'Porê Jînayê bû sembolê berxwedanê’   Ayşegul, Jîna Emînî ku 2 sal berê ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Porê Jînayê bû sembolê berxwedan û têkoşîna jinên cîhanê. Dirûşm û felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêl bi pêl belav bû. Di hemû zimanan de veguherî dirûşma biryardariya di têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de. Weke DEM Partiyê em jî dibêjin ku dê dest ji têkoşîna Jîna Emîniyê bernedin.”    ‘Me ev konferans ji herêmê ve gav bi gav birêxistin kir’    Ayşegul, got ku ew Konferansa Navendî û Rêxistiniya Jinê diyarî hemû zarokên li Kurdistan, Tirkiye û Filistînê hatine qetilkirin dikin û wiha pê de çû: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li ser erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye. Me ji rêveberiyên herêmî dest pê kir û di serî de mekanîzmayên rêxistiniyê yên DEM Partiyê di çarçoveya sernav û stratejiyê de nirxand. Ji ber ku me fêm kir bê ka rêxistiniya ji herêmê ber bi navendê ve çiqasî girîng e. Me ev konferans ji herêmê ve gav bi gav birêxistin kir. Me bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re bi dehan civîn li dar xist.”   Rejîma tecrîdê   Ayşegul, diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin; dibînin ku ji qonaxeke girîng re derbas dibin. Gelek girîng e ku di vê qonaxê de mirov bi rêxistiniyeke li gorî vê serdemê guncav re tevbigere. Pergala kapîtal a cîhanê jinûve tê dîzaynkirin. Li ser xetên enerjî û bazirganiyê şerên hegemonyayê tên kirin. Di asta kûrewî û herêmî de geşedanên krîtîk diqewimin. Weke ku hûn jî dizanin li Rojhilata Navîn trajediya qirkirinê êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didomin. Îktîdar dev ji polîtîkayên şer û neçareseriyê bernade. Li ku derê dibe bila bibe êrişî destkeftiyên kurdan dike. Li aliyekî êrişên giran dibe ser Herêma Kurdistanê, li hêla din gefan li Rojava dixwe. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê jî veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq û di qonaxeke dîrokî de ev yekt ê kirin.”    'Rejîma tecrîdê dikare were guhertin’   Ayşegul, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Ev pergal dikare rejîma tecrîdê ya veguherî rewşa agahînegirtina mutleq biguherîne. Yek ji mijarên sereke ya konferansa me jî ev mijar bû. Li dijî şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin, birêz Ocalan xwedî pêşniyarên çareseriyê ye û dikare bi rola xwe ya sereke rê li ber vê bigire. Lewma jî muxatabgirtina birêz Ocalan pir jiyanî ye.    'Tenê bi civakeke rêxistinkirî ev krîz dikare were derbaskirin'   Ji ber tecrîdê, Tirkiye ketiye nava krîzeke siyasî, aborî û civakî. Heke di pirsgirêka kurd de rêyên çareseriya demokratîk bên bijartin û li gorî vê gav bên avêtin; ev yek ji bo xelasiya ji krîzên heyî bandoreke erênî bike. Lewma jî di konferansê de hate gotin ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û başkirina mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad, dê têkoşîn were mezinkirin. Di vê qonaxa dîrokî de hewcehî bi rêxistiniyeke xurtir heye. Hat gotin ku tenê bi civakeke rêxistinkirî ev krîz dikare were derbaskirin.”   Dê qada civakî birêxistin bike   Ayşegul, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo DEM Partî îdiayên xwe pêk bîne, her tim nexşerêyeke nû nîqaş dike. Di vê çarçoveyê de sererastkirineke nû derket holê. Modêla rêxistiniya me ya nû dê li gorî esasên erdnîgariyê be. Dê di serdema pêş de li gorî vê xwe birêxistin bike. Dê qada civakî birêxistin bike, dê torên piştevaniyê yên xurt ava bike û vê berfirehtir bike, têkoşînê bike yek û parastina civakê hedef bigire. DEM Partî bi mebesta avakirina mekanîzmayên demokratîk, konfederal, herêmî, xwesre û azadîxwaz, li gorî esasên erdnîgariyê û di taybetiya 12 herêman de biryar da ku xwe li gorî modêla Koordînasyona Herêmê ya Endamên Meclisa Partiyê birêxistin bike. Komîsyona Rêxistiniya Navendî têkildarî vê koordînasyonê amadekariyan dike. Dema amadekarî temam bûn dê pêşkeşî PM’ê bê kirin. Weke mînak; Herêma Marmarayê dê weke 2 herêm were destgirtin. Ege, 2, Behra Reş 1 û Anatoliyaya Navîn jî weke 1 herêm bê destgirtin. Meclisa Partiyê dê bi vî awayî bixebite. Dê li gorî esasê 12 herêman be. Biryar hate dayin ku kongreyên bajarok, navçe û bajaran û pêvajoyên amadekariyên kongreya mezin li gorî rêgeza nûnertiya wekhev bê meşandin û dê komîsyonên kongreyê û komîsyonên mutebeqetê li gorî rêgezên radîkal-demokratîk bixebitin.”    Em ê dest ji vê zemîn û biryardariya xwe bernedin   Ayşegul, bi lêv kir ku siyaseta rêya sêyemîn yek ji serenavên bingehîn ên konferansê bû û ev tişt gotin: “Stratejiya berfirehkirinê ya qada têkoşînê û hatina bahev a DEM Partiyê ya bi beşên cuda re hedef tê girtin. Çima? Bingeha xwe dispêre bingeheke ku hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike, berxwedan û îtirazên wan hembêz dike û kombûna tevgera siyasî ya Kurd bi mîrateya hêzên demokratîk şoreşger sosyalîst re dike yek. Bi rastî jî ev bingeh tê xwestin hedef were girtin. Em niha li pêşberî we diyar dikin ku em ê dest ji vê zemîn û biryardariya xwe bernedin.”   ‘Em ê teqez bi ser bikevin’    Ayşegul, îşaret bi êrişên li ser partiyê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dizanin ku êrîşên îdeolojîk û siyasî yên li dijî têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo anîna daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê, ji ber tirsa ji vê cewherê tên kirin. DEM Partî di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk diparêze, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina civakeke azad û wekhev têdikoşe. Stratejiya rêbaza sêyemîn a ku bi sazî û avahiyên demokratîk re têkiliyeke hevpar a wekhev e, bi têgihiştina demokrasiya radîkal, biryardariya tifaqa demokratîk û pêwistiya sekinandina li cem têkoşîna demokrasiyê diparêze. Di konferansa me de hate tespîtkirin ku bicihneanîna stratejiya rêya sêyemîn kêmasiyeke bingehîn e û li gorî vê modela rêxistinbûnê biryarên nû hatin wergirtin. Werin guh bidin vê banga me, em di vê pêngava rêxistinkirinê de mil bi mil bimeşin. Bila kes ji me tenê nemîne. Me bi tecrubeyên dîrokî ceriband ku hêzeke ku gelekî, civakeke birêxistinî têk bibe nîne. Ji ber wê yekê divê em bi hev re bimeşin û bikarin serbikevin. Em ê teqez bi ser bikevin.”