MYK'ya Dem partiyê sibe li Wanê kom dibe 2024-08-01 21:19:28   ENQERE - DEM Partî sibe ji bo di serî de êrîşên li ser kurdan û zimanê kurdî niqaş bike û mijarên di rojevê dê binirxîne bi MYK'a xwe re dicive.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sibe ji bo ku di serî de êrîşên li ser kurdan û zimanê kurdî û mijarên di rojevê de niqaş bike dê li avahiya partiya xwe ya li Wanê bi Lijneya Xwe ya Rêveber a Navendî (MYK) re bicive.   Dê civîn di pêşengiya Hevserokên Gıştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de bê lidarxistin.