Jina ku bi dengê xwe li dijî qedexeyan şer kir: Ayşe Şan 2018-12-17 11:43:13   Sibel Özalp   STENBOL-Ji ser mirina Ayşe Şan a ku di warê muzika Kurdî de xwedî kedek giranbiha ye, 22 sal derbas bû.  Li Îzmîrê li dijî pençeşêrê 6 sala li berxwe da û jiyana xwe ji dest da. Ji aliyekî Ayşe Şan li dijî zihniyeta baviksalarî şer kir ji aliyekî din ve jî ziman û çanda xwe parast.    Ayşe Şan ji aliyê her çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin û li dû xwe gelek berhemên hêja hişt. Ew bi navên wekî Eyşana Kurd, Eyşe Xan û Eyşana Elî jî dihat naskirin. Ayşe Şan di sala 1938'an li Amedê ji dayik bû. Li nav gel wekî "Bêtac-Keybanûya bê text" jî tê bîranînin.    Dengbêj wekî hunermendên ku di wêjeya devkî de stran û kilaman dibêjin tên naskirin. Dengêj gund bi gund digeriyan stran, kilam, destan, çîrok digotin. Lê Ayşe Şan bajar bi bajar û welat bi welat digere. Ayşe Şan a ku li Amedê ji dayik dibe piştre li Dîlok, Stenbol, Almanya, Bexda û Îzmîrê dijî. Li dijî zihniyeta baviksalarî ew tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Ayşe Şan a ku di nava dîwanên dengbêjan de mezin dibe, di temenekî biçûk de tê zewicandin û li dijî zexta feodal û qedexeya zimanê Kurdî jiyana sirgunê dijî.      Ji muzîka Kurdî dest bi perwerdeyê dike   Ayşe Şan wekî keça Haciye Xanim û Osman a Aşireta Cibran ji dayik dibe. Ji be ku bavê wê dengbêj bû ew di temenekî biçûk de muzikê nas dike. Li malbata wan her dem dîwanên dengbêjan dihat avakirin û wê perwerdeya xwe ya yekem ji malê girtiye. Di axaftinek xwe de wiha dibêje:"Xwezî devê dîwarên me yên malê heba û behsa şevên dengbêjiyê bikira. Ez li qoziyek malê rûdiniştim û min li dengbêjan guhdar dikir dema ku hineka gazî min dikir ez vediciniqîm."   Ji bo stran û kilamên Kurdî winda nebe dibe hunermend   Ayşe Şan ji bo kilam û stranên Kurdî winda nebe dibe hunermend. Di wê serdemê de ji Husnu İpekçi dersên muzik, melodî û notayê distîne. Li Amedê têkiliyên xwe xurt dike. Di wê serdemê wekî jinekê ev xebatana ne ewqas hêsan e.    Ayşe Şan di 1958'an de ji ber daxwaza bavê xwe dizewice. Zewaca wê pir nadome. Ayşe Şand derbarê zewaca xwe de wiha dibêje:"Di temenekî biçûk de ez hatim zewicandin. Ne bi dilê min bû. Piştî ku zewaca min qediya ez hatim Radyoya Dîlokê. Min plakek ji stranê Kurdî û Tirkî pêk tê çê kir."   Bi strana 'Ez Xezal im' tê naskirin   Ayşeya ku ji Amedê diçe Dîlokê ji ber ku Kurdî qedexe ye di radyoyê de stranên bi Tirkî dibêje. Di 1963'an de diçe Stenbolê û li wir konserek bi stranên Kurdî û Tirkî dide. Piştî du qasetên ku ji nêvî zêdetir stranên tirkî ye kasetek wê ya bi Kurdî derdikeve. Bi strana 'Ez Xezal im' tê naskirin. Ji ber stranên bi Kurdî bi zextên mezin rû bi rû dimîne. Di 1972'an de diçe Almanyayê û li wir jiyana sirguniyê dijî. Li wir zaroka wê ya 18 mehî jiyana xwe ji dest dide. Ayşe şan piştre bi sê zarokên xwe vedigere Stenbolê. Vê carê ji malbata wê hinek kes ji ber ku stranan dibêje gefa lê dide xwarin.    Dengê Ayşe Şan bi Radyoya Bexdayê jî tê bihîstin   Ayşeya ku tê tirkiyeyê di 1979'an de diçe Iraqê. Li Radyoya Bexdayê dest bi xebatê dike. Wekî Radyoya Erîvanê di Radyoya Bexdayê de jî gelek hunermend çand û hunera gelê Kurd dide jiyandin.    'Ez hunermenda gel im'   Ayşe Şan dema ku li Bexdayê ye bi hunermendên serdemê yên wekî Mehmet Arif Ciziri, Îsa Berwari û Tahsin Taha re beşdarî gelek şevan dibe. Di wê demê de yekî gelek dewlemend ji Ayşe Şan re daxwaz dike ku tenê ji wî re strana bibêje û ew ê gelek pereyan bide wê lê Ayşe vê yekê qebûl nake û dibêje:"Ez hunermenda gel im."   Di muzika Kurdî de ji bo jinan modelek girîng e   Ayşe ji ber ku bi dengê xwe yê zelal, ji dil û zimanekî xwerû stranê xwe gotiye ji aliyê gel ve hatiye hezkirin. Ayşe ji aliyê her çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin. Di muzika Kurdî de ji bo jinan modelek girîng e   Heywax Dayê   Ayşe Şan dîsa vedigere Tirkiyeyê û bi zarokên xwe li Îzmîrê dijî. Ji ber tehdîdên xizmên xwe Ayşe êdî Amedê nabîne. Tenê dayika wê piştgiriyê dide wê. Dema ku dayika wê jiyana xwe ji dest dide xizmên wê nahêlin ku werin ser gora dayika xwe. Ayşe Şan jî hestên xwe û êşên xwe bi starana 'Heywax Dayê' tîne ziman.    Ayşe Şan di 18'ê Kanûna 1996'an li Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide û tevî ku dixwaze cenazeyê wê li Amedê bê definkirin dîsa jî nayê definkirin û ji aliyê hejmarek kêm li Îzmîrê tê definkirin. Ayşe Şan ji aliyê dengbêjên jin ên Kurd, Rêxistinên jinan û şaredariyên herêmê bi çalakiyên ku tên lidarxistin tê bibîranîn.