Di dîroka ku mêran nivîsî de jinek: Camîlle Claudel 2018-12-08 09:18:07   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Camîlle Claudel cihê wê yê di dîrokê de bi têkiliya wê ya bi Auguste Rodîn re tê sînorkirin. Camîlle jinek hunermend a ku di dîroka ku mêran nivîsî de, hewl hatiye bê tunekirin û rastî mêtîngeriya kedê hatiye.   Camîlle Claudel di 8’ê Kanûna 1864’an de li herêma Aîsne ya Fransayê hat dinê û hunermenda grafîk û peykertraşê ye. Zaroka malbatek katolîk e. Camîlle ji zarokatiya xwe de li dijî kevir û axê bi mereq bûye û ji axê peyker çê kiriye.   Dayika wê di mijara hunerê de piştgiriyê nade keça wê lê bavê wê piştgiriyê didê. Camîlle bi saya Înat û baweriya xwe li ser peykeriyê perwerdeyê digire. Camîlle û malbata wê ji bo perwerdeya wê di 1881’ê de diçin Parîsê. Li wir perwerdeya xwe girt.   Camîlle gelek jîr bû   Wan salan jin li Fransayê di çîna duyem de bûn. Di demek wisa de Camîlle di atolyeya peykertiraş ê navber Auguste Rodîn de dest bi dersa taybet kir. Camîlle jinek 19 salî bû. Ligel ciwanbûn û xweşikbûna xwe, gelek jîr bû. Camîlla ji welîdînê de xwedî jîrbûnek cuda bû. Auguste jî 43 salî bû. Di nava demê de Camîlle û Auguste ji hev hezkirin. Lê Auguste di aliyê din jî bi Rose Beuret re têkiliyê dijî. Camîlle ji vê ne agahdar e.   Deriyên dojehê…   Têkiliya wan a di 1882’an de dest pê kir bêguman destpêka demek nû bû. Camîlle di jiyana hunera Auguste de şikestinek cidî pêk anî. Gelek rexnegirên hunerê xebatên Augute beriya Camîlle û piştî Camîlle dinirxînin. Auguste berhema xwe ya mezin a bi navê ‘Deriyên Dojehê’ wê demê çê kir. Li gorî dîroknasên hunerê di bin peykerên Auguste de îmzeya kesek din heye; Camîlla Claudel. Auguste xwedî li gelek berhemên Camîlle derket. Camîlla di bin siya Auguste de ma. Camîlle di vê naberê de ducanî dimîne û dayika wê vê qebûl nake û Camîlla ji malê vediqete. Bebeka xwe jî di encama qezayek trafîkê de winda dike. Heta sala 1989’an ligel hev dimînin. Ev veqetîn ji bo wê gelek bi êş e. Camîlla di vê pêvajoyê de gelek berhemên mezin derdixe holê. Berhemên wê di 1903’an de li Salon Dautomne tên pêşkeşkirin. Berhemên wê eleqeyek mezin dibînin.”   Camîlla piştî ji Auguste vediqete şûnde ji peykerê klasîk dûr dikeve û nêzî Art Nouveau dibe. Camîlle piştî dema 1898’an şûnde di her alî de tenê dimîne.Destekvanê xwe yê herî mezin bavê xwe winda dike. Birayê wê jî wek dîplomat li Çînê bi cih dibe. Pirsgirêkên aborî zêde dibin û tenduristiya rihê Camîlla xera dibe. Pêşangeha xwe ya dawî di 44 saliya xwe de li dar xist. Di 1906’an de krîza sînîr derbas dike û gelek berhemên xwe parçe dike. Li ser vê malbat û Augute wê dibin nexweşxaneyê. Li gorî Camîlle, Auguste ew gelek jîr dîtiye û ji bo pêşî li wî neyê girtin, ew li nexweşxaneyê heps kiriye.