Li pey Kadriye Kuran berxwedan û ev gotina wê ma: Çareserî Îmralî ye 2018-11-28 09:13:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Kadriye Kuran ku yek ji sembola Jinên Kurd e, ji jinan re mîrateyek tije têkoşîn hişt. Banga Kadriyeyê ya ji bo dewletê niha Parlamentera HDP’ê Leyla Guven bi çalakiya xwe dubare dike; “Aştî li Tirkiyeyê tê, hembêzkirin lê tê. Li şûna Îran, Iraq û DYA’yê biçin Îmraliyê.”   Dayika Aştiyê Kadriye Kuran bi laçika xwe ya reş û gotina aştiyê ya ji ser zimanê xwe neda alî, di hişan de cihê xwe girt. Kadriye dayika, Nasrullah Kuran yê ji bo di sekreterya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih bigire, neqlê girtîgeha Îmraliyê hat kirinê ye. Kadriyeyê keçên xwe Leyla û Zeynep di têkoşîna azadiya Kurd de winda kir. Ew jî nêzî 20 salan di têkoşîna azadiya Kurd refên Dayikên Aştiyê de cih girt. Kadriyeyê dayika leşker Menşure Ozdemîr jî hembêz kiribû û peyama aştiyê dabû. Ev dîmen hîna li ber çavan teze ye.   Kadriye di 1951’ê de li Dihê ya Sêrtê hat dinê û yek ji pêşengê kadroya PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egît) nas kir. Kadriye ji ber zarokên wê tevlî PKK’ê bûbûn bi dehan carî hat binçavkirin, rastî îşkenceyê hat. Kadriye pir caran bi gotinên ‘Ma te qey zarokek paqij neanî dinê. Ma te tenê terorîst anî dinê’ hat rû hev.   Ji ber Kurdî axivî telefona wê hat birîn   Ji ber bi kurê xwe Nasrullah Kuran ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ji doza PKK’ê cezayê muebetê girtibû di telefonê de bi Kurdî axivî, telefona wê hat birîn. Kadriyeyê balkişandibû ser gotina serokwezîrê demî Recep Tayyîp Erdogan ya ‘Li welatê min pirsgirêka Kurd tune ye’ û wiha got: “Ger pirsgirêk tune ye çima ez nikarim bi kurê xwe re biaxivim? Her kes cejna xwe pîroz dike çima ji me re dibin asteng. Ez dixwazim bi zimanê xwe cejna xwe pîroz bikim. Ez bi zimanê nizanim çawa biaxivim?”   ‘Aştî li Tirkiyeyê tê’   Kadriye di 2009’an de di 1’ê îlonê de li Mêrsînê tevlî bernameyekê bû û bi dayik û bavê leşkerê piyade Huseyîn Ozdemîr ku li Şîlan a Gumuşxanê jiyana xwe ji dest dabû re hat cem hev û ew hembêz kirin û peyama aştiyê da. Wêneyê Kadriye û Menşurê demek dirêj di rayagiştî de rastî bertekên erênî hat.    Kadriyeyê di bernameyê de bang li rayedarên dewletê kiribû û gotibû: “Aştî li dewletê tê, şer li dewletê nayê. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Min 3 zarokên xwe dane. Du heban jiyana xwe ji dest daye, yek cezayê muebetê girtiye. Tevî vê em ê bêjin aştî. Polîs jî, leşker jî gerîla jî zarokên me ne. Ferqa wan tune ye. Em naxwazin bimrin. Neçin Îran, Iraq û DYA’yê. Biçin Îmraliyê muxatab li wir e.”   ‘Me jî dixwest bi zarokên xwe re Roja Dayika pîroz bikin’    Kadriyeyê di bernameya 8’ê Adara 2011’an de jî axivîbû: “Me jî dixwest bi zarokên xwe re Roja Dayikan pîroz bikin. Lê mixabin şerê qirêj zarokên me ji me girtin. Zarokên min çûn lê bila yên dayikên din neçin. Serokwezîr dibêje; pirsgirêka Kurd qedyaye. Gelo me nabîne?”   Kadriye di 12’ê Nîsana 2012’an de çû girtîgeha Karataş a Jinan hevdîtina keça xwe Saadet Kuran lê ji ber platîn di lingê wê de bû ji X-Ray deng derxist û negirtibûn hevdîtinê. Kadriyê bertek nîşanî vê rewşê dabû û serî li ÎHD’ê da û daxwazname da wezareta Dadê.   ‘Em ê serî netewînin’   Kurê wê Nasrullah di 15’ê Adara 2015’an de ji bo peywira sekreterya Grava Îmraliyê bi 5 girtiyan re şandin Îmraliyê. Kadriye ku ji wê rojê de kurê xwe nabîne wiha got: “Ger mirovahî bi wezareta dadê re hebûya wê carekê ez ê biçûma cem kurê xwe. Tu agahî ji kurê min tune ye. Terora esas ew e ku ez û kurê xwe ji hev qut kirine. Gelo dayikên wan tune ye? Qet dilê wan naşewite. Kurê min Nasrullah fedayiyê Rêber e. Me çend kurê xwe dan ser. Ger hewce be bila ew jî canê xwe feda bike. Serokekî me heye. Mal û canê me bila qurban be.   Kadiryeyê herî dawî ji bo kurê xwe Nasrullah ku neqlê girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin di 21’ê Çileyê 2016’an de bi parlamentera demî ya HDP’ê Dîlek Ocalan û malbatên girtiyên din re daxuyaniya çapemeniyê da. Kadriyeyê bi lêv kiribû ku ji Nasrullah agahiyê nagire û tecrîd lê tê kirin.   Di 22’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da   Kadriye ku seranserê jiyana xwe li qadan bû û têkoşîna xwe bi înat û bi biryarek mezin meşand di 22’ê Mijdara 2018’an de di encama qeyrana dil de li Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîşehîr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Kadriye li Goristana Bajar a Mêrsînê hat definkirin.”   ‘Laçika wê ya reş tu car nehat xwarê’   Saadet Kuran a li derveyê welat dijî ji bo dayika xwe wiha gotibû: “Dayika min heta dawiya jiyana xwe serbilind bû. Dayikek têkoşer bû. Ji sala 1999’an heta niha laçika reş ji serê xwe dananî. Digot heta Abdullah Ocalan azad nebe wê laçika xwe daneyne. Dayika me nirx û ahlaqê civakê nîşanî me da. Wê bi salan li zarokên min mêze kir. Keda dayika min li ser me zêde ye. Dayikek bawermend bû. Texmînê wê her tim pêk dihat. Lê wê rojekê ev welat azad bibe.”