Marîe Curîe: Jiyana xwe ji bo zanistê derbas kir 2018-11-07 09:06:45   Sîbel Ozalp   STENBOL - Rojbûna Marîe Curîe ya ku jiyana xwe da ser xebatên zanistê ye. Marîe wek jina yekem a xelata Nobelê qezenc kiriye di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt û di heman demê de yekem jina ku teknolojiya tirêjên X fêrî jinên ciwan kiriye. Marîe di vê navberê de bi rêjeyek mezin ji tîrêjên radyoaktîf bi bandor dibe û di 1914’an de di meha Tîrmehê de ji ber ceribandinên xwe jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.   Rojbûna yek ji jinên pêşeng ên cîhana zanistê Marîe Salomea Sklodowska ye. Marîe di 7’ê Mijdara 1867’an de li bajarê Varşova ya Polonyayê hat dinê. Marîe yek ji 5 zarokên malbatê bû. Marîe di pêvajoyeke ku li Polonyayê gelek girîngî ji bo perwerdeyê dihat dayîn, hat dinê. Vê derfetên mezin da wê. Bavê wê Wladîslaw Sklodoska, li lîseya Varşovayê mamosteyê fîzîk û matematîkê bû. Dayika wê Bronîslawa Sklodowska jî midûra wargeha razanê ya keçan bû. Malbata Marîe , li wargeha ku dayika wê midurî dikir diman. Xwişkên Marîeyê, Sofîa, Hela û Bronya bûn. Birayê wê jî Joseph bû. Di 1875’an de xwişkên wê Sofîa û Bronya bi nexweşiya tîfus dikevin. Sofî ya di 1876’an de jiyana xwe ji dest da û Bronya jî baş bû. Du sal şûnde dayika Marîe ji ber nexweşiya jana zirav jiyana xwe ji dest da. Bavê wê jî ji ber mamostetiya zarava dikir, wê demê ji ber fêrkirina zarava sûc bû hat girtin. Di salên ciwantiya wê de, Varşova ji aliyê 2’emîn Çarê Rûs Aleksandra ve dihat birêvebirin.   Pêvajoyek perwerdeyê ya zehmet derbas kir   Ji ber pergala perwerdeya welat, ji bo jin zanîngehê bixwînin an jî perwerdeya teknîkî bibînin divê biçûna derveyê welat. Marîe ji bo bixwîne neçar ma bixebite û perwerdeya xwe di nav şertên zehmet de berdewam kir. Ligel vê bi xwişka xwe Bronya re xebitî û pere kom kir. Di 1885’an de Bronya li zanîngeha Sorbonne ya Parîsê perwerdeya Tipê girt. Marîa jî li dibistana Polonya perwerde girt û piştre çû cem Bronyayê.   Pîerre Curîe nas kir   Di 3’ê Mijdara 1894’an de dest bi perwerdeyê kir, salek û nîv şûnde di polê de yekem bû û dereceya fîzîkê girt. Piştre li Zanîngeha Sorbonne xwend. Di 1894’an de zanistê Polonyayî Pîerre Curîe nas kir. Pîerre yê 35 salî serokê laboratuara dibistana Kîmya û Fîzîkê ya Endustriyel bû. Bi hev re laboratuvarek hevpar ava kirin. Piştre zewicîn. Marîce piştî zewicî paşnavê Curîe girt.   Navê elementê kirin Polonyum   Marîe heta keça wê ya ewil Irene hat dinê xebatên xwe bê navber meşand û piştî keça wê hat dinê şûnde hinek navber da xebatan. Di 1989’an de dîsa lez da xebatan û hevjînê wê jî alîkarî da wê. Heman salê di meha Tîrmehê de elementa Polonyum dîtin. Sedema danîna navê Polonyum jî, ji ber welatên Marîe Polonya bû.   Yekem jina di dîrokê de xelata Nobelê girtiye   Marîeyê di laboratuvarên ava kir de kîşfên cuda kir û bandor li aliyên zanistê kir. Di vê navberê de xebatên doktorayê jî berdewam kir û piştre bi Pîerre re radyum dîtin. Dîtina Radyumê di sala 1903’an de xelata Nobelê di qada fîzîkê de bi wê da qezenckirin. Marîe di dîrokê de yekem jina xelata Nobelê girt derbasî rupelên dîrokê bû.   Yekem jinan profeser   Marîe xebatên xwe berdewam kir û bi tena serê xwe di qada fîzîkê de xelata Nobelê girt. Marîe kîfş kir ku radyasyon zindiyan dikuje û ji ber vê bi tena serê xwe xelat girt. Bi vê kîşfa xwe ji bo tunekirina hucreyên pençeşêrê ceribandin kir. Di vê navberê de Marîe û Pîerre ji ber radyasyonê ne rehet bûn. Pîerre di 1906’an de ereboka hespê lê ket û jiyana xwe ji dest da. Marîe peywira xwe berdewam kir û di 1908’an de bû yekem jina profesor.   Teknolojiya tîrêjên X fêrî jinan kir   Ji ber pirsgirêkên jiyana taybet ket depresyonê. Di 19114’an de bi avabûna Ensturiya Radyum a Zanîngeha Parîsê re bû midûra ewil a wir. Marîe di seranserê jiyana xwe de balkişand ser girîngiya radyumê ya di tipê de û di dema şerê yekem yê cîhanê de alavên rontgenê çê kir. Marîe bi keça xwe Irene re teknolojiya tîrêjên X fêrî jinên ciwan kir û ji bo pisporên dermankirina fîzîkî jî bikaranîna ekîpmana radyolojî ders da. Di vê navberê de pir zêde di bin bandora tîrêjên radyoaktîf de ma. Marîe ku di seranserê yekemîn şerê cîhanê de li ser tîrêjê X xebitî di 1914’an meha Tîrmehê de ji ber ceribandinên xwe jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.   Jiyana xwe ji bo zanistê derbas kir   Marîe yekem mirova ku ji ber jehrîbûna radyasyonê jiyana xwe ji dest daye. Kîfş û tespîtên wê jiyana bi sedhezaran kesî xilas kir. Jiyana xwe ji bo zanistê derbas kir û divê rê de mir.