Mînna Cauer 177 salî ye 2018-11-01 09:23:27   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekara Elman Mînna Cauer ku wek parêzvana tevgera baskên radîkal, rojnameger û pedagog têkoşîna mafê jinan da, di 1’ê Mijdara 1841’ê de hat dinê.   Mînna Cauer li Freyensteîn a girêdayî Brandenburgê hat dinê. Keça keşîş Alexander Schele û hevjîna wî Julîane bû û di 1841’ê de hat dinê. Mînna yek ji jinên ku di tevgera femînîst de Îmze avêt bin gelek xebatên girîng. Mînna di 1862’an de bi doktor August Latzelr e zewicî. 4 sal şûnde hevjînê wê dimre û piştî vê ji bo bibe mamoste salekê li Parîsê dimîne û piştre diçe Berlînê.   Komeleya Kêfxweşiya Jinê: Frauenwohl   Mînna zewaca duyem bi Eduard Cauer re dike û hevjînê wê midûrê dibistanê bû. Bi hevjînê xwe re tevlî bûyerên polîtîk yê demê dibe û piştre di 1881’ê de tenê jiyana xwe didomîne û ji nû ve vedigere mamostetiyê. Xwe dide ser xebatên dîroka jinê. Mînnayê di 1888’ê de Komeleya Kêfxweşiya Jinan (Frauenwohl) ava kir. Komele bi armanca mafê perwerde û xebatê ya jinan bê dayîn hat avakirin. Mînna lîdera wê bû û rolek mezin lîst. Heta 1919’an pêşengiya komeleyê kir.   Mijarên jinê bi nêrînek hevdem nîqaş kiriye   Kovara femînîst a bi navê Die Frauenbewegung (tevgera jinê) ji 1895’an heta 1919’an derxist. Die Frauenbewegung, bû weşana Yekitiya Komeleyên Jinên Pêşdeçûyî ya Mînnayê di 1899’an de ava kiribû. Her wiha Die Frauenbewebung bi Mînnayê re bû platformek radîkal. Mînnayê li Berlînê bi Helene Lange û Tîburtîus ya Fransî re hewl da ji bo jinên ciwan dibistanek bilind vebike û di xebatên piştgiriya hilbijartina pîşeyî ya azad a jinan jî bi awayekî çalak cih girt. Di 1889’an de ev dibistan bû saziya ewil a jinan ji bo zanîngehê amade dike. Mînna piştî sala 1892’an şûnde tevlî Civaka Aştiya Elman bû û di 1893’an de di avabûna Komên Jin û Keçên Ciwan cih girt.   Di 1896’an de li Berlînê serokatiya Kongreya Ked û Xebata Jinan a Navneteweyî ku yekem civîna jinan a navneteweyî bû kir. Mînna ji bo demokrasî û azadiyê beyî navber xebitî. Di bûyerên siyasî yên Elmanya û Ewropayê de rola sereke lîst. Di 1902’an de têkoşîna mafê dengan a jinan da û piştgiriya Federasyona Komeleyên Jinên Elmanyayê jî kir.    Mînnayê bi Anita Augspurg, Lida Gustava Heymann û Marie Stritt re Yekitiya Ji bo jinan Mafê Dengan a Elmanyayê av kir.   Mînnayê di 3’ê Tebaxa 1922’an de li Berlînê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li Goristana Dêr- St.-Matthäus hat definkirin.