Çîroka diherike çemê Îndusê: Ji bo hemû zarokên Pakîstanê… 2018-06-20 09:36:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Benazir Butto dixwest weke çemekî azad biherike û bi xwe re her tiştî azad bike. Benazirê di nava civaka deshilatiya mêran de serokwezîrî kir û ji bo jinên cîhanê jî bû çavkaniya îlhamê. Benazîr ku di  19’ê Hezîrana  1953’an de hat dinê, heta roja hat qetilkirin 27’ê Kanûna 2007’an tu car dest ji meşa xwe berneda.  Wek ava diherikî Çemê Îndusê ji bo hemû zarokên Pakîstanê dev ji têkoşîna xwe berneda.   Çemê Îndus ê ku ji Tibet heya Deriyaya Umman dirêj dibe, gelek çemên cîhanê jî digirin nava xwe û hêrêmê zindî dike. Benazir Butto jî dixwaze weke çemekî azad biherike û derdora xwe jî azad bike. Li Tirkiyê jî pirsgirêka herî sereke pirsgirêka jinane. Dema ku ser Benazir Butto tekoşîna jinan bilind dibe, dikare ji bo pêşketina jinan ew  weke mînak bê nîşandan. Dikare bê nîşandan ku di nava deshilatiya mêran de jinek dikare çi bike. Benazir Butto di sala 1953'an de li Karaçi ya girêdayî herêma Sind a Pakistanê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Benazir keça Serokwezîrê Pakistanê yê berê Zulfîkar Alî Butto ye. Benazir li Zanîngehên Oxford û Harvard perwerde dîtiye. Benazir ji Zanîngeha Harvard ji Rojhilatê Hindistanê leşkeran dişîne Pakistanê. Ji bo hevdîtina bavê wê yê wê demê Wezîrê Parastinê yê Rojhilatê Pakistanê bûye bi Netewên Yekbûyî re hevdîtin bike diçe New Yorkê û di sala 1971'an de karê xwe berdide. Li New Yorkê Benazir alîkariya bavê xwe dike.   Li hember desthilatdariya Feodal yekem serokwezîra jin: Benazir   Benazir piştî Zanîngeha Oxfordê diqedîne vedigere Pakistanê. Piştî ku bavê wê tê girtin û darvekirin, demekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 1984'an de bi destûra derketina welatên ji der ve re li Birîtanyaya Mezin bi cîh dibe. Li wê di sirgunê de di partiya bavê xwe de serokatiyê dike. Piştî mirina şefê cuntaya leşkerî Ziya Ul Hak di sala 1988'an de ji sala 1977'an ve li Pakistanê cara yekem hilbijartina vekirî tê kirin. Di 19'ê Mijdara sala 1988'an de Benazir di hilbijartinê de bi ser dikeve û dibe yekem jina di welatek misilman de dibe serokwezîr. Benazir li hemberî deshilatiya feodal di cîhana Îslamî de jî yekem bûye. Di 2'ê yê Berfanbarê de weke serokwezîr dest bi peyîwirê kiriye. Piştî 20 mehan bi hêza leşkerî ji aliyê Gulam Îshak Han ve bi hinceta carek din hilbijartinê ji peyîwirê tê girtin.   Piştî ku Benazîr ji peyîwirê tê girtin Navaz Şerif hikûmeta nû hildibijêre. Di sala 1993'an de carek din Benazîr tê hilbijartin, piştî 3 salan ji aliyê Faruk Leghari ve tê xistin. Benazîr û hevserê xwe ji sedemên cuda tên darizandin, li gel ku darizandin hîna teqez nebûye jî desteya dadgehê biryara sucdarikirinê dide dadgeha bilind û li wê tê erêkirin. Ji bo ku dewlemendiyên herêma Pencap ê bigirin hewl didin Benazirê sûcdar bikin.    Piştî darbeya leşkerî  neçar dimîne welat biterikîne   Benazirê di sala 1999'an de ji ber darbeya leşkerî ya di bin rêveberiya Pervez Muşerref de neçar dimîne welat biterikîne. Benazir li bajarê Dubaiyê Yekitiya Emiriya Ereban bi cîh dibe. Di sala 2002'an de ji aliyê deshilatiya Pervez Muşerref ve Benazir hedef tê girtin, zagonek ê tenê serokwezî bikarin du doneman li ser peyîwirê bimîne derdixe. Di sala 2007'an de li Akabinê carek din rêya ji nû ve Benazir bibe serok tê vekirin. Di pirtûka "Keça Rojhilatî" ya cotmeha sala 2007'an de li Pakistanê di bin desthilatiya mêran de berxwedana Benazîrê tîne ziman.   Bi sûîkastê hedef hat girtin   Ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê bibe cardin Benazir vedigere Pakistanê. Ji ber êrîşên El Kaideyê Benazir nikare vegere. Muşerref ji wê dixwaze hatina xwe taloq bike û ji dadgeha bilind ji bo xwe efûyê bixwaze û li benda efûyê bimîne. Lê Benazirê vê yekê napejirîne, di 18'ê Cotmeha sala 2007'an de piştî 8 salên sirgunê vedigere Pakistanê. Hevalên Benazir gelek bi wê şanaz dibin, lê di heman rojê de di êrîşek bombeyiya sûîqastê de hedef tê girtin. Benazîrê di 27'ê Kanûna 2007'an de di mitînga hilbijartinê ya tê de êrîşa bombeyî pêk hat û 130 kesan jiyana xwe ji dest da de wê jî jiyana xwe ji dest da.