Nivîskara xwedî nasnameya muxalîf: Evîrîm Alataş 2018-04-12 11:19:26   AMED - Nivîskar û rojnameger a  ku aliyê qerfê yê jiyanê ji bo xwe kir mijar û li hemberî her bûyera neyînî ji kenê xwe tawîz neda Evrîm Alataş ji aliyê xuşka xwe Mukaddes Alataş ve hat vegotin. Mukaddesê anîn ziman ku Evrîmê di tevahiya jiyana xwe de bi dilê xwe li bûyeran nêrt, êşa gelê xwe hîs kir û kir mijara nivîsên xwe. Mukaddesê di berdewamiyê de wiha got: "Evrîm li dijî zîhniyeta baviksalar nasnameyeke muxalîf bû ku ev nasnameya xwe ya muxalîf her parast."   Evrîm Alataş di 15'ê Nîsana 1976'an de li li gundê Golpinar ê Akçadagê hat dinê.  Dibistana seretayî û ya navîn li gundê xwe qedand.  Piştre perwerdeya xwe li Stenbolê berdewam kir. Di sala 1994'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Li rojnameyên wekî , Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û  Ulkede Ozgur Gundem nûçegîhanî û edîtorî kir.  Piştre li rojnameya Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê jî dem bi dem qunciknivîsî kir. Di serî de Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîroj di gelek kovanran de makaleyên wê hatin weşandin.  Pirtûka wê ya çîrokan a bi navê 'Mayoz Bolunme'  di sla 2003'yan de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin û Prtûka wê ya bi navê 'Her Dagin Golgesî Denîze Duşer' jî ji laiyê di sala 2009'an de ji aliyê Wêşanên Îltişîmê ve hat çapkirin. Evîrîmê di hemû nivîsên xwe yên ku nivîsîn de bal kişand ser serdema şer a li erdnîgariya kurd.   Evîrîm ji ber nexweşiya penceşêrê di temenê xwe yê ciwan di 12'ê Nîsana 2010'an de jiyana xwe ji dest da.  Xuşka Evîrîm Alataş Mukaddes Alataş a ku parêzvana mafên mirovan e  di salvegera jidestdayîna jiyana xuşka xwe de bahsa wê kir.   'Nasnameya xwe ya muxalîf her parast'   Mukaddesê diyar kir ku Evîrîmê di serî de rojnamegerî esas girt, wan bi hev re her dem derbas kiriye û bi hev re henek kirine.  Mukaddesê wia bahsa xwişka xwe kir: "Evrîm jineke ku ji henekan hez dikir û vê xwe di nivîsên wê de jî dida der. Ji vê jî diyar bû ku Evrîmê gelek ji jiyanê hez dikir.  Di serî de xwedî nasnameyeke Muxalîf bû.  Li dijî zîhniyeta baviksalar bi nasnameya xwe ya muxalîf têkoşîn da."   'Di demên herî zahmet de xebitî'   Mukaddes anî ziman ku Evrîm piştî lîse qedandiye dest bi rojnamegeriyê kiriye û ev tişt got: "Evrîm di serî de li rojnameya 'Newroz' dets bi rojnamegeriyê kir û piştre li Gundê berdewam kir.  Dema ku li Gundemê dixebitî gelek ciwan bû . Temenê wê 20 sal jî tune bû.  Wê demê pirsgirêkên rojanameyê zêde bûn. Ji ber ku li Kurdistanê tundî zêde bû .Serdema ku gund dihatin valakirin û kuştinên kiryarên wan ne diyar dihatin kirin bû.  Ji bo ku van hemûyan bike mijara xwe tenê rojnameyek hebû ku ew jî Rojnameya Gundemê bû. Rojnameyên din dîsa wekî îro bêdeng bûn. Wê demê hemû kesên ku li Gundemê dixebitîn jiyana wan di xeterê de bû.  Evrîm jî ji van xebatkaran yek bû ku ya herî ciwan bû. Evrîm ji nivîsandinê wêdetir, bi dilê xwe li bûyeran dinêrt, dijiya û hîs dikr.  Ger ku rojnamegerek bi dilê xwe li bûyeran binêre, ger ku ev rojnameger muxalîf be û rojnamegeriya xwe bi îdeolojiya xwe re kiribe yek ev tê wateya ku li ser rêya rast e.  Nêrîna Evrîmê ya jinê bi xwe derket holê. Jinên kurd bi nêrîna herî rast vegotin. Di nivîsên xwe de jî bahsa wan kir."