Pênûsa Evînê di destê rojnamegerên jin de nivîsandina heqîqetê didomîne 2018-04-02 11:33:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Evîn Buldan a ku got "Tu hêz nikare li hemberî pênûsa heqîqetê xwe bigire" û mîrasa rojnamegeriyê ku ji Gurbetellî girt heta dawiyê rojnamegerî kir, di bihara temenê xwe de ji nav me bar kir. Lê pênûsa Evînê  di destên hevalên wê yên rojnameger de nivîsandina heqîqetê berdewam dike.   Ji Edîtorên rojnameya  Rojeva Medya ya ku bi bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hat girtin a rojane ya bi kurdî Evîn Buldan di 2'yê Nîsana 2017'an de li ber deriyê mala xwe qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Evîn a ku 27 salî bû li dijî jiyana xwe ya tijî sirgûn, komkujî û tundiyê  her li ziman çand û nasnameya xwe xwedî derket.    Evîn di sala 1990'î de li navçeya Gevera Colemêrgê hat dinê.  Malbata Evîn a ku biraziya karsazê kurd Savaş Buldan ê ku di salên 1990'î de ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin, ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de koçî başûrê Kurdistanê dike.  Evîn a ku di zarokatiya xwe de bi malbata xwe re kampên penaberan nas kir û kamp bi kamp geriya, herî dawî li Kampa Mexmûrê bi cih bûn. Evînê li Başûr li Zanîngeha Selahaddîn beşa Radyo Televîzyonê qedand, piştre li axa xwe ya ku ji ser hat sirgûnkirin vegeriya û bi salan rojnamegerî kir.  Evînê piştî ku vegeriya di sala 2011'an de hat Amedê û li rojnameya rojane û xwerû bi kurdî Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê kir.  Piştî ku Azadiya welat bi KHK'ê hat girtin Evînê li rojnameya Rojeva Medya dest bi edîtoriyê kir. Evîn a ku ji ber zextên dewletê di 4'saliya xwe de bi malbata xwe re hat koçberkirin û li sirgûnê mezin bû dewlemendiya zimanê kurdî bi pênûsa xwe ya bi hêz ji çapemeniya kurd re mîras hişt.   Evîn mîrasa rojnamegeriyê ji kesên wekî Gurbetellî Erosoz, Ayfer Serçe girt wekî Dîlîşan Îbîş, Denîz Firat û Nujiyan Erhan  bi paqijiya heqîqetê rojnamegerî kir.  Heval û Malbata Evînê di 1'emîn salvegera jidestayîna jiyana wê de ew bi bîr anîn  û bahsa berxwedana wê kirin.    'Li dijî zîhniyeta baviksalar têkoşîn da'   Dayika Evînê Nesîbe Buldan, diyar kir ku keça wê evîndara azadiyê bû  û wiha bahsa keça xwe kir: "Evîn piştî ku birayê wê di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest da baweriya wê ya bi berxwedana azadiyê ya gelê kurd mezintir bû.  Digot ku ew ê hata dawiya jiyana xwe ji bo doza kurd berxwedana xwe bidomîne. Ji ber vê jî heta ku jiyana xwe ji det da li ser karê xwe bû.  Hevalên wê diyar kirin ku piştî ji ser karê xwe rabû bi 10 deqeyan jiyana xwe ji dest daye. Ev jî nîşaneya girêdana wê ya bi kar û doza wê re ye."   Nesîbe di berdewamiya axaftina xwe de got ku keça wê li dijî zîhniyeta baviksalar li ber xwe daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu caran li malê rûnenişt û nexwest ku ji aliyê mêrekî ve bê rêvbirin. Wê xwest ku ji bo azadiyê berxwedanê bide. Gelek taybetmendiyên Evînê hebûn. Me hemûyan gelek jê wê hez dikir."   Bavê Evînê Niyazî Buldan jî diyar kir ku keça wî girêdayî doza gelê xwe bû berxedana wê ya di çapemeniya azad de bi bîr xist.   'Qet ken ji rûyê wê xalî nedibû'   Edîtora beşa kurdî ya JIN NEWS'ê Munevver Karademîr diyar kir ku Evînê her bi kenê wê bi bîr tîne û bi  van gotinan bahsa Evînê kir: "Dema ku ez li Azadiya Welat dixebitîm min Evînê nas kir. Dema ku nû dest bi xebatê kir bi me hemûyan da nîşandan ku çiqas zîrek û girêdayî karê xwe ye. Bi kenê xwe yê ku ji ser rûyê wê xalî nedibû ji bo heval û derdora xwe jî dibû moral. Li zanîngehê beşa Radyo Televîzyonê qedandibû. Bi taybetî tercîha xwe li ser zimanê kurdî kiribû. Em li Azadiya Welat bi salan bi hev re xebitîn.  Heta dawiya jiyana xwe jî karê xwe berdewam kir."   'Ji bo çand û zimanê xwe bide jiyîn li çapemeniyê xebitî'   Munevver jiyana evînê ya tijî têkoşîn  bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Jiyana Evînê gelek trajîk e. Ji malbateke ku koçberî Mexmûrê hatiye kirin e.  Wê hemû tundî û zextên li ser gelê kurd di jiyana xwe de bi cih kiribûn. Li çapemeniyê jî ji bo ku li dijî van hemû binpêkirinên mafan ê gelê kurd li ber xwe bide dixebitî. Ji bo ku çanda xwe û zimanê xwe bide jiyîn û li nasnameya xwe xwedî derkeve têkoşîn dida. Girêdayî doza xwe bû.  Dema ku hat rojnamê gelek ciwan bû. Lê dema ku tu bi wê re diaxivî te digot mirovek gelek têgihîştî ye.  Dema ku min li ruyê wê dinêrt min aramiya li rûyê zarokan didît. Gelek hestewar û dilgerm bû. Gotin têrê nake ku mirov Evînê vebêje."   Munevver anî ziman ku Evînê di temenê xwe yê ciwan de ji nav wan bar kiriye û anî ziman ku wê pênûsa Evînê li Erdê nemîne û wê hevlaên wê yên rojnameger berxwedana wê ji cihê mayî berdewam bikin.   Pênûsa Gurbetellî li Erdê nehişt   Evîn di hevpeyvîneke ku di 7'ê Cotmehê di roja Rojnamegerên Kurd de di 2016'an de daye wiha dibêje: "Gubetellî ji bo rojnamegerên kurd mirasek hişt û nîşanî me da ku divê em di rojên dijwar de çawa li ber xwe bidin. Gurbetellî di heman demê de nîşanî me da ku rastî di tariyê de namîne û ber xwedaneke mezin tê dayîn .Em ê jî pênûsa Gurbetellî li erdê nehêlin û tu hêz nikare li dijî pênûsa ku heqîqetê dinivîse bibe asteng."   Îro rojnamegerên jin bi pênûsa ku ji Evînê girtine li dijî girtin, tundî û tehdîtan têkoşînê didin.