Jiyaneke delal ku bi têkoşînê hatiye hunandin: Delal Amed 2018-03-09 14:18:28            AMED - Fermandara YJA Starê Delal Amed ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan şer kir û bû pêşenga jiyana azad û delal. Delal Amed di pîrozbahiya 8’ê Adarê de gotibû têkoşîna azadiya jinê li hemû qadan deng vedide û azadî gelekî nêzîk e.   Di dîroka Tevgera Azadiyê de bi dehan keç û xortên kurd di oxira rizgariya axa xwe de canê xwe dane û tevli karwanê nemiran bûne. Yek ji van rêwiyên vî karwanî jî Hulya Eroglu (Delal Amed) e. Delal Amed di 12’ê kanûna 2017’an de bi 12 hevalên xwe re di encama êrîşeke hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da. Delal Amed di refên Tevgera Azadiyê de 25 salan ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe.   Delal Amed di salên xwe yên têkoşînê de ji bo artêşbûna jinên kurd kedeke mezin daye û weke fermandara xwe ya gewre Sakîne Cansiz nirxên mezin afirandine. Bi hezaran jinên ciwan bi bîr û baweriyeke mezin perwerde kirine û tevli nav artêşa jinên kurd YJA Starê kirine. Ji ber vê yekê jinên kurd ku îro li seranserê Kurdistanê li dijî dagirkerên axa xwe, têdikoşin û destkeftinên mezin bi dest dixin, deyndarên keda Delal Amed a bi salan e.    Ala azadiyê radestî Delalên nû kir   Delal Amed di salên xwe yên têkoşînê de peywirên weke Endamtiya Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê girtine û bi awayekî fedekar ji bo azadiya jinên kurd û axa xwe têkoşiyaye. Delal Amed herî dawî beriya şehadeta xwe di sala 2017’an de jî fermandara herêma botanê bû. Delal Amed ku gelek peywirên cuda cuda xebat kir, bû semboleke azadiyê û bi şehadeta xwe ala azadiyê radestî Delalên nû kir. Nuçegîhanên Rojnameya Welat ku li Amedê xwe gihandin kek û xwişka Delal Amed Mesut Eroglu û Oya Eroglu, ji wan çîroka jiyana Delal Amed a bi têkoşînê tijî guhdar kirin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja jinan a Cîhanê di rojnameyê de weşandin.   Delal Amed di gulana 1975’an de ji dayik dibe û biçûka malê ye. Di 4 saliya Delal Amed de bavê wê jiyana xwe ji dest dide û ji ber ku ji bavê xwe gelek hez dike roja ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide wê  rojê Delalê bi saetan digirî. Delal Amed ji ber ku biçûka xwişk û birayan e, bavê wê jî gelek jê hez dike. Delal Amed salek piştî mirina bavê xwe di 5 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Înonuyê dest bi dibistanê dike.   Hevala herî  pir jê hez dike   Li dibistanê beriya her kesî hînê xwendin û nivîsandinê dibe. Piştî dibistana seretayî li Dibistana Navîn a Merkezê qeyda xwe çêdike û dest bi xwendina dibistana navîn dike. Delal Amed lîseyê jî li Lîseya Diyarbakirê dixwîne. Delal Amed heta lîseyê diqedîne jî pir serkeftî ye û ji ber vê serkeftina xwe her sal teqdîrname û spasname werdigire. Delal Amed piştî van serkeftinên xwe di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê beşa avahîsaziyê qezenc dike.    Taxa ku Delal Amed lê tê dinyayê taxeke pir reng û pir ziman e.  Hevala ku Delal Amed herî pir jê hez dike jî Pabyona xirîstiyan e. Delal Amed gelek ji govendê hez dike. Her wiha di salên xwe yên lîseyê de bi hevalên xwe re komeke şanoyê ava dike. Delal Amed bi koma xwe ya şanoyê re diçe gelek dawetan û serê govendê digerîne. Delal Amed bi koma xwe ya şanoyê re di dewetan de ji xeynî govendê serpêhatiyên kurdan dike lîstik û pêşkêşî gel dike.    Ser govend e   Yek ji deweta ku Delal Amed diçê û serê govendê digerîne deweta bi nav û deng a Welat Şehmus Kaya (Hebûn) û Jiyan Amed e. Dewet li taxa Alîpara Rezanê tê çêkirin û Delal Amed bi dayika xwe Hewa re beşdarî dewetê dibe û dikeve serê govendê. Hebûn û Jiyan Amed di 15’ê tebaxa 1991’an de şeva findên (mûmik) wan tên gerandin û destê wan tê hinekirin, deweta xwe dikin deweta tevlêbûna PKK’ê û bi hemû xelatên ku bi wan hatine vekirin re tev li nav refên gerîla dibin.  Ya rast tev li dîlana azadiyê dibin û bi dehan keç û xortên ku dibin şahidê wê dîlanê didin ser şopa wan. Delal Amed jî yek ji wan e. Delal Amed vê dîlana azadiyê ya Hebûn û Jiyan bi hevalên xwe re dikin lîstika şanoyê û vê serpêhatiyê bi şanogeriya xwe tîne ziman.    Delal Amed di salên xwe yên zanîngehê de tevgerê bi kovarên Ozgur Halk û Serxwebûnê nas dike û dest bi xebatên xwe yên şoreşgerî dike. Li zanîngehê beşdarî gelek çalakiyan dibe û pêşengtiyê ji gelek meş û çalakiyan re dike. Di salvegereke komkujiya Gurgumê de tê binçavkirin. Her wiha di salên zanîngehê de, li zanîngeha wan gelek kontra li ser kar in û çend hevalên wê ji aliyê kontrayan ve bi awayekî hovane tên birîndarkirin û kuştin.    Berê xwe dide Şamê   Delal Amed piştî van hovîtiyan bi çavên xwe dibîne û baweriya wê bi xwendina perwerdeya pergalê namîne, di 17’ê nîsana 1993’yan de roja ku serokkomarê tirk Turgut Ozal dimire, ji zanîngehê venagere malê û bi komeke hevalên xwe re berê xwe dide çiyayên azad û tevli nav refên gerîla dibe. Piştî tevlibûna xwe ya nav refên gerîla Delal Amed ji bo perwerdeyê diçe Şamê cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li vê derê weke çend mehan ji Ocalan perwerde digire. Delal Amed her wiha di bingeha Şoreja Rojava ya îro ku li cîhanê deng vedaye de jî cih digire û di salên 1990’î de bi qasî 2 salan li Qamişlo, Kobanê û Efrînê dimîne û tev li xebatên rêxistinbûna gelê Rojava dibe.   Delal Amed di sala 1996’an de ji Rojava vedigere bakurê Kurdistanê û ji bo peywirekê bi qasî çend rojan tê li Amedê dimîne û piştre diçe çiyayên Dêrsimê. Dewlet vê hatina Delal Amed dibihîze û gelek caran bi ser malbata wê de digire û kekê wê Mesut û xwişka wê Oya binçav dikin û pirsa Delal Amed ji wan dikin. Li gel ku Mesut û Oya agahiya wan ji Delal Amed tune ye jî bi hinceta agahiya Delal Amed ji wan bigirin, bi rojan di binçavan de dihêlin û gelek zext û pêkutî li wan dikin.     Malbat diçe binxetê û dîsa vedigere   Kalê Delal Hecî Evdal salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê bi hevjîna xwe Hecî Xecê re li gundê Bernişt ê Şemrexa Merdînê dijî. Li gund bûyerek çêdibe û kesek tê kuştin. Gundî kuştina vî kesî dixin sûtiyê Hecî Evdal. Hecî Evdal leşkerî jî nekiriye û ji ber bûyera gund û leşkeriyê tevî malbata xwe koçî Qamişloyê dikin. Hecî Evdal piştî çend salan li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên tirk ve tê qetilkirin. Li ser vê yekê hevjîna Hecî Evdal Hecî Xecê piştî salên dûr û dirêj, bi 6 zarokên xwe re careke din vedigere bakurê Kurdistanê û tê li gundê Hicetê yê Çinara Amedê bi cih dibe. Bav û dayika Delal Amed Teyfîq Eroglu û Hewa Eroglu (Meryem) di salên 1970’yî de ji gundê Hicetê koçî taxa Bayrampaşa ya Sûra Amedê dikin. Heta tev li nav refên gerîla dibe jî malbata Delal Amed li vê taxê dijî.   Pîrozbahiya bi heybet   Di sala 2015'an de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li çiyayên Kurdistanê bi coşeke mezin hatibû pîrozkirin. Bi sedan gerîlayên YJA Starê tevli vê pîrozbahiyê bûbûn. Ev pîrozbahiya bêhempa di pêşengiya fermandar Delal Amed û Azê Milazgirt de pêk hatibû. Bi rojan ji bo ku hêzên xwe yên YJA Starê li hev bicivînin, bi rengekî ku layîqê vê roja pîroz a 8'ê Adarê were heya dawî ked û hewldaneke mezin dan.   Di vê pîrozbahiya ku bi merasîmeke leşkerî destpêkiribû fermandara YJA Starê Delal Amed peyamên gelek girîng dabûn û diyarkiribû ku ew li her derê bahara jinê dijîn. Piştî merasîma leşkerî hemû gerîlayên YJA Starê meşeke azadiyê ya bi heybet pêk anîn. Di meşê de hat gotin ku têkoşîna azadiya jinê li hemû qadan deng vedide. Hemû gerîlayên YJA Starê jî bi van hestan, bi coş û kelecaneke mezin bi dirûşmeya; ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ mîna pêlên behrê mil bi mil meşiyabûn.   Vê pîrozbahiyê di rûpelên dîroka azadiya jinê de cih girt û di peyaman de hat gotin ku azadî gelekî nêzîk e. Coş û kelecana 8'ê Adarê, ruhê berxwedanê mora xwe li her serdemê dide û hêviya siberojên azad timî geş dike.