Jiyanek ku çiyan veşartiye û şopa şahidiyê: Emîne Kiyançîçek 2017-12-31 09:56:47   DÊRSÎM- Emîne Kiyançîçek ku jina têkoşer ya axa bi berxwedan û cesaretê hatiye tevlihekirin e, yek ji şahida komkujiya Dêrsîmê ye. Emîne wê demê tevî temenê xwe yê zarokatiyê berê xwe da çiyan û bi xwe re xwişka xwe jî parast.    Emîne Kiyançîçek yek ji şahida komkujiya 1938’an e.  Emîneyê di rojên borî de jiyana xwe ji dest da.  Li dû Emîneyê jiyaneke tije berxwedan ma. Emîne Kiyan Çîlek di 14 saliya xwe de li gel bavê xwe Qeme Ciwekes dest bi berxwedanê kiriye.   Li Dêrsîmê bi pêşengtiya Qeme Ciwekes, bi ser qerekola Tuluk ve hat girtin û piştre jî berxwedan mezin bû û piştî qetilkirina Qeme Ciwekes civak hat çewisandin.  Emîneyê bav, bira û dayika xwe wend kirin û kalê wê jî piştî slan şûnde li girtîgeha Çanakkaleyê jiyana xwe ji dest da. Emîne jî 7 salan li çiyan xwe û xwişk û birayên xwe parast.   ‘Li şikeftan xwe veşart’   Em diçin gundê dayika Emîne Xozmerek û dikevin pey şopa jiyana wê.  Cîrana Emîneyê, Kîbar Demîr  jî tiştên ku şahidiya wê kir vegot. Kîbar diyar dike ku Emîne di temenê biçûk de berê xwe dide çiyan.  Kîbar wiha dibêje: “Leşkeran da pey. Ew jî çû şikeftan xwe veşart. Nêzî gundê Pah bû. ez jî li wî gundî bûm. Carna dihat û diçû.” Kîbar bi lêv dike ku piştî salan şûnde Emîne vegeriyaye gundê xwe  û kî dihat cem wê ew diaxivî.   ‘Me nan dida zarokan’   Emîne bi hinceta ku nan daye gerîlayên hatiye gund jî di 2001’an de rastî 3 sal û 9 meh ceza tê. Emîne di 2003’an de tê tahliyekirin û di roportajek xwe de wiha dibêje: “Me nan dida zarokan. Me şekir, cigare, cil û berg didan wan. Sûcê me ev bû. Du kes teslîm bibûn û navê me dabûn.”   Yemîş Altuntaş ya bi Emîneyê re hat darizandin, diyar dike ku li girtîgeha Xerpêtê mane û got ger hikûmet hikûmet bûna wê ceza bidana gelo?   Cînara Emîneyê Guler Arat jî got Emîne ji bo Dêrsîmê kesek bi nirx bû û wendahiyek mezin e.