'Li axa xwe vegerin çand û dîroka xwe biparêzin' 2017-12-04 09:10:15   Hesret Amed   ŞENGAL - Henîf Hecî dayika 4 zarokan e ku di dema fermana 2014'an de hevjînê wê bi kurmamê di serdema êrîlên DAÎŞ'ê de  jiyana xwe ji dest daye ye. Henîfe Hecî ya piştî fermanê hevjînê wê hat qetilkirin û bi 4 zarokên xwe re tenê ma diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê zarokên xwe xwedî bike û bi hestên welatparêziyê wan perwerde bike.   Piştî fermana 2014'an a li ser kurdên êzidî ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin gelek  zarok bê bav, mal û perwerde man, lê dîse jî ew zarok ji bo gelek kesan bûn hêviya jiyanê. Yek ji dayika  wan zarokan jî Henîfe Hecî ya ku ji bo zarokên xwe li hemberî hemû  şert û mercên jiyanê li ber xwe dide ye. Henîf Hecî ya ji Gundê Baxilêf yê Şengalê ye û dayika 4 zarokan e ku di dema fermanê de hevjînê  wê bi kurmamekî xwe re jiyana xwe ji dest daye ye. Henîfe ji ajansa me re qala zor û zahmetiyên ku jiyane kir û got ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê li dijî wan li ber xwe bide  û zarokên xwe bi hestên netewperweriyê bigihîne.    Henîfeyê di desftpêka axaftina xwe de got ku di şert û mercên wiha zor de xwedîkirina zarokên biçûk gelek zahmet e û wiha pêde çû: "Ev 9 sal in ez zewicîme, 4 zarokên min hene. Di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de hevjînê min û kur mamekî wî bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Niha ez û her çar zarokên xwe li Gundê Baxilêf yê Şengalê dijîn.  Hem zarokên min biçûkin û hem jî rewşa girtina rê li ser jiyana me bandorê dike. Ji ber ku niştecihên gund zêde vengeriyane gund dibistan di gundê me de nîne. Ji ber nebûna dibistanê di gund de min kurê xwe yê mezin rêkiriye Zorava ji bo ku bê perwerdekirin."   "Dema zarokên xwe dibînim hêrsa min zêde dibe"   Henîfeyê bal kêşand ser xwedîderketina li ax, çand û gelê xwe û  wiha got: "Ji ber bê derfetiyan jiyana me zor e.  Lê dîse jî her dema ez zarokên xwe li derdora xwe dibînim hêviya min ya jiyanê mezintir dibe. Ji bo wê çi ji destê min were ez ê ji bo zarokên xwe bikim. Ez ê zarokên xwe  bidim xwendin û  wan perwerde û mezin bikim. Her cara ez rewşa zarokên xwe dibînim kîna min li hemberî lawir. dijminên mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan zêde dibe. Ji bo wê ez bang li her kesê xwedî wijdan dikim ku xwedî li xwe, civak û gelê xwe derbikevin. Eger em nebine yek û bi hev re nebine alîkar em ê her tim bibin hedefa êrîşên hov û xwînxwaran. Ji bo wê di her kêliya ez zarokên xwe dibînim ew kêliyên êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê li ber çavên min zindî dibe."   'Xwedî derketin erkeke mirovî ye'   Henîfeyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kurê min yê mezin 7 salî ye, keça min ya biçûk jî 3 salî ye. Keça min ya biçûk bavê xwe qet nedîtiye.Ji bo wê xwedîkirina zarokan di şert û mercên wiha de pir zor e. Eger mirov, cîran û gundiyên me li dora me bûye kêm jî be dê rewşa me baştir bûna. Ji ber civak bi civakbûna xwe xweş e. Li ser wî bingehî ez bang  li tevahî kesên dûrî axa xwe dikim ku li axa xwe vegerin û çand, dîrok û civaka xwe biparêzin."