'Medya Ararat çîrûskek ji hêviya jinên serbilind bû' 2017-11-24 09:02:54   Îlham Eloso   KOBANÊ - Medya Ararat a ku di doza tevgera azad de jiyana xwe ji dest da, dayika wê bi hestên xwe têkoşîn rave kir û got:" Ji ber ku keça min di rêya doza xwe de sekneke pîroz nîşan da û jiyana xwe ji dest da, ez bi keça xwe serbilind im."   Medya Ararat a ku di adara 1991`ê de li gundê Xurxuriyê yê Rojavayê Kobanê ji dayik bû û di rêya doza azadiyê de jiyana xwe ji dest da, dayika wê Nehîda Hemo  derbarê jiyana wê de hestên xwe anî ziman û wiha got :" Medya nêrînek ji têkoşîna jiyanê bû"   Medya Ararat keça mezin a malê bû, sê xwişk û şeş birayên wê hene. Wê xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe qedand, paşê bi xwişk û birayên xwe re li Kobanê û Helebê dibistan qedand. Bi qasî hezkirina wê ya ji xwendinê re ew qas dixwest biçe çiya jî. Medyayê di destpêkê de cihê xwe di nava çand û hunerê de girt û her dem xwesteka xwe ya çûyina çiya ji hevalên xwe re dianî ziman. Di sala 2012`an de li ser şopa doza xwe çû û tevlî perwerdeyê  bû. Piştî ku perwerde qedand tevlî şerê Girê Spî dibe. Piştre ji Girê Spî berê xwe dide sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê da ku derbasî çiya bibe lê li ser sînor ji aliyê dewleta Tirk ve hate binçavkirin. Medyayê du salan di zindanên dewleta Tirk de dimîne. Piştî derketina ji zindanê dîsa diçe çiya û di 22'ê Mijdara 2016`an de li Çiyayê Zapê jiyana xwe ji dest dide û li wir bi merasîmekê tê oxirkirin.   'Di oxira doza xwe de têkoşîn pîroz e'   Dayika Medyayê Nehîda Hemo diyar kir ku di oxira doza xwe de têkoşîn pîroz e û wiha got:" Keça min Medya keçeke pir zîrek bû, daxwaza wê her tim ew bû ku bigihêje armancên xwe û ji bo doz û armancên xwe  têkoşîn dikir. Medya pir ji min hez dikir, loma di şanoyê de tim mijarên dayikan digirt dest. Dema ku Medya ket zindana Tirkiyeyê, gotinek kir û ez pir di bin bandora wê gotinê de mabûm. Gotina wê ev bû 'Kobanê bila rizgar bibe, bila ez ronahiya çavên xwe winda bikim.' "   'Medyayê çîrûskek ji hêviya jinên serbilind bû'   Nehîdayê diyar kir ku dewleta Tirk nedihişt ku ew keça xwe bibînin û wiha pê de çû: " Dewleta Tirk dihişt ku her kes zarokên xwe bibîne, tenê nedihişt ez keça xwe Medyayê bibînim. Lê ez bi keça xwe serbilind im ji ber ku ew ji bo armanca xwe ya tunekirina dijmin şehîd bû û canê xwe feda kir. Medya ji bo vê armancê ango ji bo tunekirina dijminê me têkoşîneke bêhempa da meşandin. Ew çîrûskek ji hêviya jinên serbilind bû."   'Divê hemû jinên Kurd di rêya azadiyê de têbikoşin'   Nehîdayê wiha dawî li gotinên xwe anî:"Ji bo jiyanek azad û serbixwe gerek hemû kes têbikoşin. Jinên Kurd tu caran bejna xwe li ber dijminê xwe netewand û ew ê netewînin. Divê hemû jinên Kurd di rêya azadiyê de têbikoşin."