Çîroka esareta çar salan… 2017-11-23 09:02:48 Sozda Oremar  EFRÎN - Keça Êzidî ya ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû hestên xwe, êşên xwe û çîroka esareta çar salan rave kir û wiha got: " DAÎŞ'ê her cureyê tundiyê li ser me meşand û di jiyana min de şopên ku dê tucar jî bîra min neçe, di dilê min de hat xêzkirin."   Keça Êzidî ya bi navê Rana Reşo ku 11 salî ye, behsa çîroka xwe ya ku 4 salan di destên DAÎŞ'ê de mabû kir. Bi fermana 74'an ku li ser Êzidiyan hat ferzkirin Ranayê û malbata xwe bi awayekî hovane bi tundiya çeteyan rû rû ma. Di 3'ê Tebaxa 2014'an bi ketina DAÎŞ'ê ya Şengalê zarok, ciwan, jin, îxtiyar hemû bi êrîşek hovane rû bi rû man.   Êşeke bê pênase…   Ranayê tevlî pênc xuşk û du birayên xwe li Sîba Şêx Xidir dijiya. 3'ê Tebaxa 2014'an DAÎŞ'ê dema ku êrîşî Şengalê kir Rana û malbata wê jî hêsîr girt. Ranayê diyar dike ku dema ku di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bû tiştên ku jiyaye ew wekî êşeke bê pênase bi nav dike û dibêje:" Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir min û malbata min berê bir Behacê dawiyê birin Tileferê. Li wir jinên Êzidî hemû firotin, mêr û mirovên temenê wan mezin jî hemû qetilkirin."    'Tirs û xofek giran di dilê min de bi cih bûbû'   Ranayê bal kişand ser tirsa ku di dilê wê de bi cih bûbû û wiha got:" Dema ku min li Mûsûlê firotin tirs û xofek giran di dilê min de bi cih bûbû û ez bêçare bûm. Tu rêyê min ên vekirî tunebû ku min berê xwe bidayê. Piştî ku ez li Mûsûlê firotin ez sal û nîvekê li wir mam, çeteyên ku ez firotin mirin. Piştî ku ew çete mirin êdî hinekî din min li Reqayê firotin. Ez demeke dirêj li Reqayê mam, çeteyê ku ez ji xwe re birim emîrê DAÎŞ'ê bû, navê wî Şêx bû, emîrekî wan ê mezin bû. Wî jî careke din ez li Mûsûlê firot. Ez pênc mehan li Mûsilê mam, lê ez dîsa firotim Bîkmar, ez li wir jî şeş mehan mam, wî çeteyî jî ez firotim yêkî ji Rawayê. Wî jî ez firotim yêkî ji Dêrazorê, navê wî Ebû Bera bû û emîrekî DAÎŞ'ê bû."   'Mirin jî bi dest me nediket'   Ranayê di dewama axaftina xwe de wiha behsa êşên xwe yên bêdawî dike: " Min pir caran hewl da ku ez ji destê çeteyan birevim lê her caran ez dihatim girtin û îşkence li min dikirin. Çeteyên DAÎŞ'ê bavê min kuştin. Hîn dayika min, sê xwîşkên min û apê min jî di destên çeteyan de ne. Xwişka min 9 salî ye û di destê wan de ye. Du xwîşkên min û herdu birayên min xwe ji destên DAÎŞ'ê xilas kirin."   'Jinên Êzidî deyindarên  HPG, YPJ û YPG'ê ne'   Ranayê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Banga min ji jinên Êzidî heye ku bibin yek û tola xwe ji çeteyan bigirin. Jinên Êzidî deyindarên  HPG, YPJ û YPG'ê ne. Loma em spasiyê xwe ji wan re pêşkeş dikin."