Jina ku ji aliyê hevserê xwe teslîmî DAÎŞ'ê hatibû kirin çîroka xwe vegot 2017-11-14 09:02:33 Rûken Goman DÊRIK - Jina Kurd a bi navê Tolayi Ketime ku ji Pirsûsa Bakurê Kurdistanê ye ji aliyê hevserê xwe bi darê zorê û bi gefan teslîmî DAÎŞ'ê hatibû kirin. Tolayi Ketime piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû çîroka xwe vegot.   Ji dîroka baviksalarî  heta a niha her tim jin bûye qurbana  hişmendî ya desthilatdariya  mêr. Jin her tim bi tehdîtkirin, bi kuştin û bi tundiya derûnî ya ji aliyê mêran ve pêk tên rû bi rû mane. Jina Kurd Tolayi Ketime jî  ji ber pergala desthilatdariya mêr a bi salan bi hem bi tundiya derûnî hem a bi laşî rû bi rû ma. Tolayi di temenê xwe yê 14 salî hat zewicandin û xwediyê 3 zarokan e. Hevserê Tolayî ew û zarokên wê bi zorê, bi xwe re kir nav çeteyên DAÎŞ'ê. Tolayî bi pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAÎŞ'ê hat xelaskirin. Bi vê yekê girêdayî Tolayi çîroka zarokatiya xwe ya bi êş û dijwar wiha anî ziman.       'Bavê min ez zû zewicandim'   Tolayi wiha dest bi çîroka xwe kir: "Dema ku temenê min 6 salî bû dayik û bavê min dev ji hev berdan. Bavê min tucaran nedihişt ku ez biçim dayika xwe bibînim. Qutbûnek di navbera me de çêkir. Heta roja îro hîn min dayika xwe nedîtiye. Di temenê min ê 14 salî de bavê min ez bi mêrekî Tirk re  zewicand. Bavê min dixwest ji min xelas bibe loma ez di temenê biçûk de zewicand."   'Hevserê min bi gefan û bi zorê ez û zarokên min xist nav DAÎŞ'ê'   Tolayî çîroka xwe wiha domand:"Hevserê min kesekî gelek xerab bû, di jiyana xwe de tim têkiliyên wî bi cerdewanan re hebû. Ew bixwe jî alîgirê dewletê bû. Dema ku hîn nû DAÎŞ derket wiha got: "Em ê biçin nava DAÎŞ'ê." Ji xwe hevserê min berê jî  televiziyon û telefon  li min qedexe kiribû.  Her tim bê sedem ji min diqeherî. Gef wiha li min xist û got:"Ku tu bi min re nê nava DAÎŞ'ê ez ê zarokan bibim û herim." Ji ber ku zarokên min pir biçûk bûn ez mecbûr mam ku tevlî hevserên xwe biçim."   'Min li gel DAÎŞ'ê gelek zor û zehmetî kişand'    Tolayi diyar kir ku wê di nava DAÎŞ'ê de gelek zor û zehmetî kişandiye û wiha got: "Dema ku em daketin Sûriyeyê me di destpêkê de birin Bajarê Tebqayê. Di jiyana nav DAÎŞ'ê de ez bûm şahidê gelek bûyerên hovane. Hevserê min diçû ji bo DAÎŞ'ê şer dikir û 10-15 rojan carekê dihat malê. Ez û zarokên xwe  bi tenê diman. Me di hundir malê de bi tena serê xwe jiyaneke gelek zehmet derbas kir. Heta sal û nîvê em li Tebqayê man piştre em birin herêma Meyadîn a Dêrazorê.  Dema şerê Reqayê dest pê kir piştî 3 mehan agahiya kuştina hevserê min hat. Ev nêzî 2 meh in  hevserê min li Reqayê hatiye kuştin."   'Ez ji çeteyan reviyam û gihiştim  şervanên QSD'ê'   Tolayi dest nîşan kir ku dema hevserê wê hatiye kuştin wê hewl daye ku ji çeteyan xelas bibe û wiha got:"Her ku ez direviyam çeteyan ez digirtim. Herî dawiyê ez gihaştim nava sîvîlên Reqayê. Şervanên QSD'ê em ji çeteyan xelas kirin û ez azad bûm."   Daxwaza Tolayi ew e  ku vegere ba dayika xwe û wan rojên tarî ji bîr bike.