Jina sînor bi helbestan derbas kir: Kader Ortakaya 2017-11-07 09:22:50   Zeynep Erdem     NAVENDA NÛÇEYAN - Kader Ortakaya ji bo bibe ‘Rosa Sara’ di xeta sînorê Kobanê-Pirsûsê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin. Hevala Kaderê, Rosa Jiyan wiha got: “Wê  têlên sînor ji zû de hilweşand û derbasî Kobanê bû.”   Kader Ortakaya di 7’ê Mijdara 2014’an de ji bo biçe Kobanê di xeta sînor de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Kaderê hêviya xwe ya jiyana demokratîk her tim zindî hişt û bi vê hêviyê re bi mehan li xeta sînor a Pirsûsê bi hevalên xwe re nobet girt.   Kaderê ji bo bibe Rosa derket rê û bi kenê xwe yê li xeta sînor hişt ji jiyanê koç kir. Hevala wê ya li xeta sînor ken û xewnên wê hilgirt, navê Rosayê ku xeyala Kaderê bû, girt û tevlî têkoşînê bû.   Vegotina Kaderê gelek zehmet e   Rosa Jiyan, jiyana Kaderê wiha vegot: “Her tim helbest dixwend. Kaderê jineke wiha bû ku maneviyata wê gelek xurt bû. Vegotina jiyan û kesayeta Kaderê gelek zehmet e.”   Rosayê da zanîn ku Kaderê keçeke malbata Kurd a Rihayê ye û wiha got: “Me bi wê re li ser  karkeran û têkoşîna Kurdan nîqaş dimeşand. Kaderê çi dibû bila bibûna digot divê ji bo Kobanê têkoşîn bê dayîn.”   ‘Yekane jina di komê de bû’   Rosayê destnîşan kir ku Kaderê vegeriyaye Stenbolê û ew jî vegeriyaye bajarê ku lê zanîngeh xwendiye û wiha pê de çû: “Piştî hatiye Stenbolê dîsa çûye Pirsûsê. Jina herî ciwan a di komê de ku diçûn Kobanê bû. Ji ber vê yekê hedef hat girtin û hat qetilkirin.”   Rosayê diyar kir ku piştî Kaderê tê qetilkirin diçe cem malbatê ku sersaxiyê bixwaze û wiha got: “Di demên dawî de her tim pirtûka Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min her tim pevçûn bû’ dixwend. Gelek bandor li ser wê çêkiribû. Her wiha gelek ji Rosa Luxemburgê hez dikir. Ji ber vê dixwest dema derbasî Kobanê bibe navê xwe bike Rosa. Dixwest têkoşîna şoreşger a her du jinên şoreşger bi xwe re bide jiyîn.”