Keça serhildêr a Araratê: Sema Yuce 2026-06-16 09:02:51   Buşra Turan    AGIRÎ - Sema Yuce wekî "Keça serhildêr a Araratê" tê naskirin, navê xwe di rûpela dîroka jinên kurd de nivîsand û îro bi hezaran jin bûn şopdarên rêya wê.    Sema Yuce ku yek ji sembola Kurdistanê ye, hemû kes wê wek “Keça serhildêr a Araratê” nas dike. Sema Yuce ku bû têkoşîn, agir û azadî. Sema ku di 1971’an de li gundê Qerqelîkê yê Dûtax a Agiriyê hat dinê, rihê xwe yê berxwedanê ji malbata xwe ya ku ji serhildana Agiriyê re pêşengî kiribûn girtiye. Sema Yuce, dibistana navîn û seretayî li Agiriyê dixwîne. Di sala 1989’an de beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTÛ) qezenc dike û diçe Enqereyê. Sema ku dema xwendina xwe ya zanîngehê de xwendekarên welatparêz nas dike û di xebatên ciwanan ên YCK'ê de cih digire. Piştî xebatên xwe yên YCK’ê di sala 1991’an de dev ji zanîngehê berdide û tevlî PKK’ê dibe.    Sema di sala 1992’an de, di pêvajoyekê de ku kar di asta herî bilind de dihat meşandin, li bajarê ku lê mezin bûye, di encama bêbextiyekê de tê binçavkirin û girtin. Lê tevî wê jî Sema tu caran ji sekna xwe tawîzê neda û li dijî xeta xiyanet û bêbextiyê bi sekneke berxwedêr bû mînak. Sema Yuce di rûnişta duyemîn a darizandina xwe de bi 22 sal hebsa giran tê mehkûmkirin. Destpêkê li Nevşehîr, dûre jî sirgûnê girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin.    Sema Yuce di girtîgehê de li ser azadiya jinê hûr dibe û êrişên li hember Gelê Kurd ji nêz ve dişopîne. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zîndanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî."   Sema Yuce di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "Aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e."    Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Çanakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir.    Sema Yuce ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyane, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”   Sema Yuce di nameya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan de wiha dibêjê: “Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev."   Dayika Sema Yuce Zennûre Yuce ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   Zennûre Yuce, bal kişand ser ruhê pêşengtiyê ya keça xwe û got: "Di zarokatiya xwe de jî ruhê pêşengtiyê pê re hebû. Di girtîgehê de li hemberî zilmê li ber xwe da. Sema zarokek baş bû û ji hevalên xwe hez dikir. Ew hevalên xwe yên li gund kom dikir û bi hev re dilîstin. Heta wê demê jî, taybetmendiyên pêşengî û serokatiyê pê re hebû. Rêbazek wê ya pir cûda ya têkilî danînê hebû. Sema ji bav û malbata xwe pir hez dikir, ew bi wan ve girêdayî bû. Apê wê jê re digot 'Leyla Qasım'."   Zennure Yuce, diyar kir ku wê carekê keça xwe li Nevşehîrê dîtiye û wiha bi lêv kir: "Piştî ceza lê hat birîn, Sema birîn Girtîgeha Çanakkaleyê. Min tenê firsendek dît û ez çûm dîtiniya wê. Li Girtîgeha Çanakkaleyê ew bi gelek pirsgirêk û zehmetiyan re rû bi rû ma û îşkence li wan hat kirin. Carekê ez bi telefonê jî pê re axivîm lê wê tiştek ji min re negot. Ji bo ku ez aciz nebim, wê tiştek neyînî negot. Dema ku ez diçûm serdana wê li girtîgeha Stenbolê, piştî 2-3 deqeyan axaftinê, çavên wê tijî hêstir dibûn, ew dizivirî û diçû. Paşê çavên xwe paqij dikir û vedigeriya. Dema ku min jê dipirsî çima wisa diki, wê digot 'serê min diêşe'."   Zennure Yuce, wiha behsa pêvajoya dijwar a dermankirina keça xwe Sema Yuce li nexweşxaneyê kir: "Piştî 18 roj şunde min karî ez biçim wê di nexweşxaneyê de bibînim. Dema ku çavên xwe vekir, yekem tiştê ku wê ji min re got 'Dayê, gelo Serokatî li hemberî çalakiya min rexneyek kir an na?' Min got, 'Ez nizanim wî çi got.' Dema ku Sema li nexweşxaneyê bû, fermandarek li ber derî hebû û ji bo hevdîtinê tenê deqeyek da min. Lê heta min galoş pêdikir dem xilas dibû. Piştî girtina Serokatiyê li girtîgehan îşkence zêde bûn. Rewşa Semayê bi rastî baş bû, çi bû di nav çend rojane de bû. Qirika wê di nav du rojan de hat qulkirin, dû re nekarî biaxife."