Parêzvana ziman: Dengbêj Xalîde 2022-02-19 09:03:46   Marta Somek   STENBOL - Dengbêj Xalîde gel, ziman û çand bi hişmendiya jinê şîn kir û dibêje: "Ez dixwazim bi jinên Afrîkaye rê re stranên Afrîkayîyan bi jinên wir re vebêjim. Dixwazim bi jinên Fransî re stranên wan bêjim. Bila ew jî stranên kurd bêjin. Xeyala min ev e ku bi jinên din re di arenaya muzîkê de muzîka kurdî bikim.”   Dengbêj Xalîde ku jiyana xwe bi  zimanê dayikê, çanda Kurd û  hişmendiya jinê hûnand, hişê gelê Kurd şîn dike. Dengbêj Xalîde ji Palu a Elezîzê ye û li gundê Karaz a girêdayê Amedê hat dinê. Malbata Xalîdeyê ji eşîra Bêrtiyane û zaroka malbatek Koçere. Temenê biçûk de stranan dibêje. Xalîde diyar dike  ku ev rewş wê gelek kelecanî û kêfxweş dike. Xalîde ji bavê xwe ku bilûrê lê dide û dengbêjiyê dike gelek bi bandor bûye. Xalîde tiştên jiyaye wiha dibêje: “Em sibehê bi dengê dengbêjan şiyar dibûn heta em darizan me klam guhdar dikir. Ez bi dengê dengbêjan mezin bûm.”   Riya diçe dengbêjiyê   Malbata Xalîteyê bi mehên biharê re ji bo koçeiyê diçin çiyayê Şerevdîn ya Çewlîkê û Xalîde jî diçe. Di betlaneyên dibistanê de jî diçe cem pîrka xwe û li wir hişmendiya jinan kurd ya xurt fêr dibe. Xalîde der barê pîrka xwe de wiha dibêje: “Jinek ku jiyana wê ya xwezayî hebû. Bixwe bawer bû. Di bin bandora civak û hevjînê xwe de nedima. Pîrka min ez bi çanda xwe mezin kirim. Digot li dijî mêran serî netewîne.Jiyana xwe bi zindiyan re berdewam kir.”   Hişê ku klaman hatiye hûnandin   Xalîde ji bo stranên nû fêr bike tevli bernameyên çandên cuda dibe û bi sedan stranî fêr dibe. Xalîde diyar dike ku zemîna dewlemendiya îroyîn amade kiriye. Xalîde dibêje: “Mirov hevîr çiqas hevîr bikin evqas nanekî baş jê dertê. Ji ber vê di zarokatiyê de min çi girt di pêşketina çanda min de bi bandor bû. Min zarokatiyek xweş derbas kir. Ez girêdayê zarokatiya xwe me.”   Çanda kurd û naskirina dîroka jinê   Xalîde destnîşan dike ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê çand bi tunebûnê re tê rû hev û got di vê pergala qirêj de bi hêza ji jiyana xwezayî û çanda xwe digire xwirt dibe û bi salan li ser çanda kurd û dîroka jinê hûr dibe.    Hişê civakî: Dengbêjî   Xalîde dengbêjiyê wek hişê civakê digire dest û wiha tîne ziman: “Divê rêgez û pîvanên jinê li dijî jiyanê hebin ku stranên xwe azad bêjin çanda xwe azad bijîn. Berpirsyariyên me jinan hene. Ji ber ku derdê me yê divê em jiyanê biparêzin heye.Ez dengbêjiyê wek hişê civakê digirim dest. Dengbêjî dîroka gelekî ye. Ji ber vê divê em nirxê bidin çanda xwe.  Hunermendên muzikê îcra dikin, peyamê didin civakê.  Dengbê jî êş, derd, kefxweşî û aramiyê di stranan de dibêje. Ji bo vê dîwan tê avakirin. Li ser komkjiya Zîlan, Dêrsîmê gelek klam dihatin gotin. Me her tişt ji dengê dengbêjan fêr dikir.”   Pêşengiya jinê   Xalîdeyê destnîşan kir ku pêşengên dengbêjiyê jinin û dema zarokên xwe mezin dikin lorînan dibêjin, çanda dengbêjiyê ji paşerojê heta îro ji aliyê jinan ve hatiye. Xalîdeyê got divê jin ji rastiya xwe dur nekevin û wiha daxuyand: “Divê ev jiyana orjînal a jinan veguhere xweserbûna xwe. Çanda dengbêjiyê ne bêxwediye. Gelek kes hene lê kes xwedî lê dernakeve. Divê em zêdetir li ser dîroka xwe bisekinin. Salên 1600-1700’î de jinan di dîwana dengbêjiyê de cih digirt. Stran dihatin gotin. Jinan dîsa li medreseyan qesîde û mewlud dixwendin”   Ji xewnekê berbi rastiyê ve   Xalîdeyê bi lêv kir ku dengbêjî di esase de kar û hunera jine ye û bang li hemû Gelê Kurd kir ku xwedî li çanda xwe derkevin û wiha dirêjî dayê: “Îro li Rojhilata navîn, li Kurdistanê şerekî qirêj heye. Di rojekê de bi dehan kes ten qetilkirin, girtin, binçavkirin. Li ser van esasan divê em li xwedî li nirxên xwe derkevin. Ez zarok bûm min di xewna xwe de dît ez bibûm hunermend, min ser sahneyê stran digot.  Xewna min rast derket. Albûman ya yekem navê wê ‘Xewn’ bû.”   Strana yekem   Di 2014’an de şîrketek produksiyonê ji Xalîdeyê re dibêje em albumekê çêkin ser vê bi Xalîdeyê re sê kes di albumê de cih digirin. Di 2017’an de  Xalîde bi Keleş Kîbar û Mihemedê Serhedê re stranên ‘Were Yeman’ dibêje.  Her wiha strana Derwêşê Evdê jî dibêje.  Xalîde bi komek dengbêjên ciwan re li Stenbolê bi performansek xurt bandorek mezin li ser Gelê Kurd dike. Xalîde di vê mijarê de wiha dibêje: “Me çend dengbêjên temene wan mezin dianîn, em li dora wan rudiniştin û em wek xwendekarên wan bûn. Me dîwan ava dikir û em derdikin konserê.”   Xalîde di konserekê de di nav 11 mêrî de cih girt û wek manşeta ‘bi nav 11 mêrî de ew tenêbû’ cih girt û ev rewş hêzek mezin didin Xalîdeyê. Ji aliyê gelek kesî ve eleqeyê dibîne û çavkaniya stranên Xalîdeyê dê û kal û pîr bûn.  Xalîde bi strana ‘Werî Yeman’ ji bo jinan dibe îlham û jin bi vê stranê zarokên xwe dikin xewê. Xalîde dibêje dengbejî girê bi girê hûnandiye û van tiştan îfade dike: “Van hemûyan bandorek erênî li ser min kir. Piştî vê min got ev dengbêjî karê jinê ye û divê ez vê bikim. Min dît ku gelek kes dixwazin bibin hunermend. Kes naxwaze dengbêjiyê bike. Min bi navê ‘Dengbêj Xalîde’ dengbêjî kir.”   ‘Armanca min ev e ku dengbêjin jin zêde bibin’   Xalîdeyê balkişand ser xalek girîng û anî ziman ku divê her dengbêjek xwendekî wê/wî hebe û ev tişt bi lêv kir: “Divê dengbêj xwe pêş bixîne û xwendekarên xwe bigihîne. Divê denbêjin jin zêdetir xwe pêş bixin û hejmara dengbêjin jin zêdetir bin. Armanca min eve ku dengbêjin jin zêde bibin. Bi saya Radyoya Erîvanê ev deng ji me re man. Sûsika Simo dengek girîng e.  Çima dengên wek Sûsika Simo, Fatma Îsa, Meryem Xan zêde nebin.”   ‘Em bi stranên xwe êşa dayikekê bigirin’   Xalîde diyar dike ku bi dengbêjiyê armanc dike ku dilê Gelê Kurd e cih bigire û wiha vegot: “Ji ber pandemiyê hevalek me ya jin çû Wêranşarê. Di dîwana dengbêjiyê de sê jin heft mêr hene. Qe nebe em mêr û jin mil bidin hev û  çanda dengbêjiyê mayînde bikin, li ser zêde bikin. Em moral bidin gelê xwe û di dilê wan de cih bigirin. Ji bilî dengê xwe tiştek tune em bidin gel. Bi strana xwe êşa dayikekê bigirin. Ev ji bo me dibe moral.”   ‘Ji bo çanda min bila gotinek min hebe’   Xalîdeyê gotinên xwe wiha domand: “Bavê min ez teşwîqê dengbêjiyê kirim. Rojekê ez gelek  bêzar bûm. Min di wesayîtê de strana Şakîro vekir û min fêm nekir ez çawa çûm. Min gelek moral girt û dilê min fireh bû. Xeyal û xemgîniyên min belav bûn û çûn. Wê demê min soz da ku bila ji bo çanda min gotinek min jî hebe. Bavê min beriya jiyana xwe ji dest bide got ‘keça min 7 zarokên min hene lê tu ji gotinên min fêm dikî. Tu dikarî dengbêjiyê bikî.’ Bavê min kesekî zanabû. Min ev gotina wî esas girt heta îro hatim. Di vê riya çanda kurd û dengbêjiyê de xizmeta herî baş ji bo gel bersivdayîne. Xeyalek min ya din jî heye. Ez dixwazim bi jinên Afrîkaye rê re stranên Afrîkayîyan bi jinên wir re vebêjim. Dixwazim bi jinên Fransî re stranên wan bêjim. Bila ew jî stranên kurd bêjin. Xeyala min ev e ku bi jinên re di arenaya muzîkê de muzîka kurdî bikim.”