Têkoşîna Garîbe Gezer a li hember zilmê her mezin dibû 2021-12-13 10:49:02   Medya Uren   MÊRDÎN - Garîbeya ku bûyerên tecawuz û îşkenceyê yên di girtîgehan de îfşa kir bi dirûşmên “Şehît Namirin” bi girseyî hat definkirin. Gora wê bi cilên bûkaniyê hate pêçan, dayika wê bi lîlandina xwe re got “ Keça min bûka Kurdistanê ye.” Garîbeyê bi têkoşîna xwe bû qêrîna girtîgehan û têkoşîna xwe li dû xwe hişt.   Ruxmê îşkence û qetlîaman moralê wan mîna çiyayên Kurdistanê bilind bû. Ji ber ew ji berxwedana ku dane serbilind bûn. Wan jî dizanibûn qêrînên ji bo azadiyê di nava çar dîwarên zindanan de be jî bilind dibûn nedihatin bêdengkirin. Bi rihê berxwedêriya xwe re ne Garîbe Gezer û ne jî hemû cangoriyên girtîgehan nemirin! Li dijî zilmê, li dijî tundiyê bûn dengê jinên kurd.   Garîbe Gezer, jina serhildêr a Kerboranî di êvara 10’ê Kanûnê roja Mafê Mirovan a Cîhanê de jiyana xwe ji dest da. Garîbeya ku li dijî tundî û istismara di girtîgehan de bi çalakiyên kiriye re bû rojeva Kurdistanê êdî ne di navbera me de ye û ji qetilkirina wê re gotin 'întîhar'. Di rapora otopsiyê de encama mirina wê eşkere nekirin, di dema teslîmgirtina cenazeyê wê de ji heqaret li jinan hat kirin û li Mêrdînê maşîneya cenazeyê jî jê re zêde hat dîtin. Her çiqasî astengî derketibe jî bi sedan welatî li Kerboranê cenaze pêşwazî kirin. Bi dirûşmên "Ey Şehîd! Xwîna Te li Erdê Namîne" re jî di kesayeta Garîbeyê de soz dan cangoriyên girtîgehan. Jinan bi girseya ava kirin re bersiv dan qetilkirina hemû jinên kurd. Jinên kurd serî netewandin û natewînin.   Bi serhildana şerê xweseriyê re çîroka wan çîrûsk dide...   Bi serhildana Rojavayê Kurdistanê re li Bakurê Kurdistanê û li beşek Başûrê Kurdistanê jî serhildanên mezin pêk hatin. Di 7'ê Cotmeha 2014'an de, di pêvajoya çalakiyên ji bo serhildana Kobanê li Bakur hatin destpêkirin de birayê Garîbe Gezer Bîlal Gezer ji aliyê guleya kesên nenas ve hate qetilkirin. Bi vê bûyerê re çîroka malbatê dest pê dike. Birayê wan Mehmet Emîn jî ji bo berpirsiyarên qetilkirina birayê xwe Bîlal bipirse radibe, bi guleyên ji aliyê polîsan ve tên reşandin, felç dimîne. Piştî wê Garîbe dikeve girtîgehê. Li pey wê jî xwişka wê Asya û birayê wê Haşim Gezer dikevin girtîgehê. Ji Garîbe û Haşim re cezayê muhebetê tê dayîn. Di derbarê 9 ferdên malbatê de doz tê vekirin. Hinek ji wan hîna berdewam dikin û hinek jî li dadgeha bilind in. Serpêhatiya ku bi çalakiyên serhildana Kobanê re çîrûsk daye bi vî rengî jî berdewam dike…   Cezayê muebbetê tê birîn   Garîbe di Çileya salên 1990'î de li Kerboranê ji dayik dibe. Heta dibistana seretayî ya 4'emîn dixwîne û diterikîne. Ji zarokatiya xwe ve dilxwaziya wê ya partiyê hebûye û piştî qetilkirina birayê xwe dixwaze bi awayek fermî di siyaseta kurd de cih bigire. Roja ku birayê wê tê qetilkirin jî hineya Garîbe hebûye. Ew piştî wê di rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digire. Di gelek çalekiyên ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiyên ji bo Kobanê û şerê xweseriyê de dihatin lidarxistin de cih digire. Piştî wê di Adara sala 2016’an de tê binçavkirin û cezayê muhebet ji bo wê tê dayîn.   Ruxmê her tiştî moralê wê baş bû   Garîbeyê li gelek girtîgehan tê sirgunkirin û herî dawî jî li girtîgeha Kandirayê di hucreya yek kesî de dimîne. Ew jî weke hemû girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mafan ên giran tê. Bi taybetî di pêvajoyên dawî de rastî îşkence û tecawiza gardiyanan tê. Tê tazîkirin û di korîdorên girtîgehê de tê kaşkirin. Wê dixin hundirê odeya bi sunger û bi hinceta zirar daye odê cardin tundî lê tê kirin. Bi wê hincetê û ji ber istismara lê hatiye kirin cezayê hucreyê tê dayin. Di  hucreyê de jî ji sungerê zêdetir tiştek nayê dayîn. Ew cardin bi israr bûyerên li girtîgehê diqewimin ji malbatê û siyasetmendaran re radigihîne. Herî dawî ji parlamenterê HDP'ê Farûk Gergerlîoglu re name dişîne û ji malbatê re jî bi rêya telefonê rewşa xwe radigihîne. Lewra di axaftinên xwe de tîne ziman ku moralê wê pir baş e û pir kêfxweş e.   'TJA dengê min bihîst û êdî moralê min baş e'   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Tundiya li ser Jinê de starta çalakiyên xwe li ser berxwedana Garîbe Gezer dabû destpêkirin. Dêya Garîbeyê, Helîme Gezer a tevlî startê bûbû hestiyar dibe û demekê ji ser hişê xwe ve diçe. Ji derveyî vê ji TJA'yê li gelek bajaran bi dehan çalakî li dar xistin û bûn dengê Garîbeyê. Xwişka Garîbeyê, Asya Gezer van çalakiyan bi rêya telefonê ji Garîbeyê re radigihîne. Xwişka wê ji me re dibêje Garîbeyê li ser vê mijarê wiha ji min re got:"Bi bihîstina vê yekê re ez serbilind bûm. Ger ku TJA'yê dengê min bihîstibe êdî xema min nema. Ez bawer im ku wê rêhevalên min ên jin bibin dengê min û hemû girtiyan. Dev ji têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û binpêkirinên mafan bernadim. Moralê min gelek baş e. Ez pir şa me. Li bendê me ku cezayê min ê hucreyeyê biqede û ez di hevdîtinên vekirî de we himbêz bikim."   'Li pêş leşkeran serê me netewînin'   Garîbeyê di 9'ê Kanûnê de, di êvara Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê de jiyana xwe ji dest dide. Vê carê bi xebera mirina Garîbe re deng bilind bû. Bi sedan jin ji bo serhildana Garîbe himbêz bikin kom bûn. Di merasîmê de dengên dirûşman, tilîlî û lîlandinan geş dibû. Gelek kesên ji malbatê li ser qêriyabin jî diya Garîbe, Helîme Gezer bi dilgermî li pêş girseyê axivî û got:"Nenalin! Li pêş leşkeran serê me netewînin. Garîbe ya we ye, divê em nenalin, pêwîst e em xwedî li xwesteka wê derbikevin." Helîmeya bi israr digot keça min întîhar nake digot heta dawî jî ez ê li pey doza wê bim.   Hêrsa li hember zilmê mezin dibû   Li ser gora Garîbe cilên bûkaniyê hate danîn, bi stranên bûkaniyê re li ser milan hate rakirin. Dê, bav, xwişk, birayê wê yê felç maye di nav de malbata wê li pêşiya wê kombûn û destmalên wê hejandin. Diya wê di lîlandina xwe de digot “Şêra Kerboranê bû bûka Kurdistanê” û dilîrand. Di her lîlandinê de derdor hestiyar dikir û hêrsa wan a li hember zilmê mezin dikir.   Têkoşîna Garîbe Gezer a li hember zilmê her mezin dibû   Sekna Garîbe Gezer û malbata wê li dijî tundî, îstismar û zilmê bû bersivek xurt. Netirsiyan û yên li hemberî xwe tirsandin. Têkoşîna Garîbe Gezer a li hember zilmê her mezin dibû û ji doza gelê kurd a bi salan dibû mînak.