'Dayika Aştiyê Sitî her tim li eniya pêş bû' 2021-12-09 09:06:00   STENBOL - Dayika Aştiyê Sitî Kaya ku jiyana xwe da ser têkoşîna azadiya Gelê Kurd, ala têkoşîna xwe dewrê hevalên xwe kir û bi berxwedan û evîndariya xwe ya azadiyê di hişê gel de cih digire.   Dayikên Aştiyê bi têkoşin û jiyana xwe mohra xwe li dîrokê didin. Dayikên aştiyê ku jiyana wan bi têkoşînê tijeye, di hişan de cihên xwe digirin. Her yek ji bo me xwedî cihekî taybetin û yek ji van dayikan Sitî Kaya ye. Em îro bi hev re wê nas dikin…   Zext, ferzkirina hevkarî û koçberiya bi zorê   Sitî di 1953’an de li Dihê ya Sêrtê li gundê Guveşîl hat dinê. Di temenê biçûk de bi kurxaltiyê xwe re zewicî û 6 zarokên wê çêdibin. Piştî faliyetên tevgera zadiya kurd li herêmê zêde dibin, malbata wê bi zextên dewletê re tê rû hev û hevkarî li wan tê ferzkirin. Sîtî û malbata wê ku ev qebûl nekirin neçar dimînin ji gundê xwe koç bikin. Piştre gundê wan tê şewitandin. Li gundê ku kes lê namîne qerekol tê çêkirin.   Tevlibûna wê ya têkoşîna azadiyê   Sitî bi malbata xwe re koçî Stenbolê dike, li wir ji aliyê derdorê ve tê hezkirin. Piştî têkoşîna azadiya kurd nas dike, her tim diçe Partiya Demokrasî (DEP) û tevlî bernameyan dibe. Di 1992’yan de kurê wê Ercan Kaya (Gelhat Gabar) tevli PKK’ê dibe. Sitî her tim piştgiriyê dide kurê xwe û zêdetir tevlî bername û çalakiyan dibe. Yakene daxwaza wê azadiya Gelê Kurd e û di bin sîwaneya Dayikên Aştiyê de têdikoşe. Sitî kurê xwe Gelhat di berxwedana Kobanê de, kurekî xwe jî di surgunê de li Ewropayê winda dike. Sitî êşa wan ji kurahî hîs dike, zêdetir girêdayê têkoşîna wan dimîne.   Ji ber temenê pêşketî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê rû didin. Li aliyekî jî li dijî nexweşiyan têdikoşe. Li aliyê din jî ji bo aştî û azadiya Gelê Kurd berxwe dide.   Sitî di 30’ê mijdara 2021’ê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sultan Abdulhamît Han a Uskuarê jiyana xwe ji dest da. Ala xwe ya têkoşînê dewre keça xwe û hevalên xwe kir.   Hevala Sitiyê, Kumrî Akgul û hevjînê wê Îbrahîm Kaya der barê wê de axivîn.   ‘Her tim li eniya pêş bû’   Kumrî da zanîn ku Sitî dayikeke ku rê dida aştî û têkoşînê û dayikek têkoşer bûye û wiha dirêjî dayê: “Sitî li alî aştiyê bû. Piştî kurê wê tevlî PKK’ê bûye zêdetir girêdayê têkoşînê bûye. Her tim di têkoşînê de bû. Heta ku nexweş ket. Di Newrozan de beriya her kesî ew amade bû. Bendê her kesî bû. Di mîtîngan de beriya her kesî ew diket rê. Kezeba wê dişewitî. Her tim digot ‘ez hêjayî kurê xwe bim’ Dayika aştiyê bû. Azadiya Gelê Kurd dixwest.”   ‘Tu car xwe neda alî’   Kumriyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Sitiyê tu car xemginiya xwe nedida der û ev tişt anî ziman: “Bi hesreta welatê xwe jiya. Li aliyekî din jî hesreta zarokên xwe dikşand. Bi nexweşiyan re têdikoşiya. Lê tu car xwe neda alî. Mixabin hatina azadiyê nedît. Xeyalên wê nîvco man. Dayika Sitî bi wê êşê çû. Ez bang li Gelê Kurd dikim, bila xeyalên dayikên me nîvco nemînin.”   Jiyan her bi têkoşînê re derbas bû   Hevjînê wê Îbrahîm Kaya jî têkoşîna Sitî wiha vegot: “Ji partî û gelê xwe re durist bû. Ji partiyê dihatin digotin dayik Sitî sibê li wir çalakî heye û wê jî digot temam ‘kurê min’ ez digihêjim we. Gelek caran dihatin ji ber derî digirtin. Dema nûçeya Gelhat ji me re hat gelek digiriya. Lê nîşanê min nedida. Dilê wê her tim bi Mehmet û Gelhat re bû. Piştî wan ew jî rizya. Lê ji xeta xwe venegeriya. Bi kurê xwe serbilind bû. Ji zarokên xwe pir hez dikir. Jinek comert bû. Her tim mîvanên wê hebûn.”   ‘Azadiya Gelê Kurd dixwest’   Îbrahîm wiha dawî lê anî: “Dema pêvajoya çareseriyê gelek kêfa wê dihat. Xeyala wê ya mezin bû. Nedixwest kes bimre.  Digot ‘her tişt tê qebûlkirin lê hebûna kurdan nayê qebûlkirin. Çima kurdî nayê nivîsin? Em jî wek her kesî mirovin. Xwedê em kurd anîn dinê.’ Dayika Sitî ji kesên ku kurdbûna xwe înkar dikirin nefret dikir. Mînak ji cerdevanan. Daxwaza wê azadiya Gelê Kurd bû.”