Ji Amedê heta Enqereyê koçberî, xizanî û têkoşîn 2021-10-13 09:06:02   ENQERE - Yek ji Dayikên Aştiyê ku çîroka jiyana her yekê cudaye, Hatîce Ay e. Ji Amedê koçî Enqereyê dike, lê dest ji têkoşînê bernade. Hatîce dibêje: “Ez pîr bûm, belkî aştiyê nebînim lê kurd dê aştiyê bibînin.    Dayika Aştiyê Hatîce Ay diyar dike ku ji bo aştiyê çi ji destê wê bê dike. Hatîce ji ber zextên dewletê koçber dibe lê têkoşîna xwe didomîne. Têkoşîna Hatîceyê ya ji Amedê dest pê dike, heta Enqereyê dirêj dibe.   Hatîce di 1951’ê de li gundê Arikli a Licê ya Amedê tê dinê. 8 xwişk û birane, ya herî mezin ew e. Hatîce wiha dibêje: “Em zarok şev û roj li derve bûn. Lê zarokên niha her tim di hundir de ne. Niha kes zarokên xwe bernade derve. Ceyla Onkol dema pez diçêrand hat qetilirin. Zarok bi panzêran hatin kuştin. Mirov êdî ditirsin, kes newêre zarokên xwe derxe derve.”   ‘Dewletê kurd hedef girt, aramî nema’   Hatîce 19 salî bi pismamê xwe re dizewice û got dema li gund bû bêrik û xalî çêdikirin. Hatîceyê wiha got: “Tevî karê gund zehmet bû em kêfxweş bûn. Me ava xwe ji bîrê dianîn. Her tişt xweş û aram bû. Kengê dewletê kurd hedef girtin aramî qedya. Me stranên kurdî veşarî guhdar dikirin. Ji ber dewletê bi ser gundan de digirt. Dema leşker dihatin me kaset vedişartin.”   ‘Êşek cuda dide mirovan’   Hatîceyê bi lêv kir ku li ser axa xwe kêfxweş bûne û wiha got: “1994’an de em ji Amedê hatin Enqereyê. Me zehmetî kişand. Ez du salan giriyam. Min bêriya malbat û hezkiriyên xwe dikir.  Koçberî hat ferzkirin û em neçar man. Min her tim li ser axa xwe stran digotin.”    ‘Xaniyên me şewitandin bi me dan temaşekirin’   Hatîceyê der barê salên 90’î de wiha got: “Di 1994’an de leşkeran sibehê bi ser gunde girtin. Mêr û jin yek bi yek li ber dibistanê kom kirin. Piştre jî mal û sewalên me dan ber agir.  Di hembêza min de bebeka min, ya mina mezin 16 sali bû. Ez bi 8 zarokên xwe re bûm. Dora gund bi panzêran girtin. Bi gundê me re dilê me jî şewitandin. Me ew travma her tim jiya. Hîna jî dijîm. Leşkeran gund terk kir, em çûn malên xwe tu tiştek nemabû. Me got belkî em hinek tiştan xilas bikin. Birayê min Şahîn bi satilê av bir li agir kir. Leşkerên li nav daran xwe veşartibûn, çawa em dîtin êrîş kirin. Leşkeran birayê min Şahîn birin. Pir îşkence li birayê min kirin. Şahîn avêtin birekê. Me bi rojan agahî ji Şahîn negirt. Dema me dît, rewşa wî qet nebaş bû, ji ber îşkencê bedena wî reş bibû.”   ‘Helwesta wan li hember kurdan cuda ye’   Hatîceyê di berdewamiyê de ev tişt îfade kir: “Piştî şewata gundan em hatin Amedê. Şîdeta dewletê li wir jî berdewam kir. Kurê min yê mezin ji kar derketibû, revandin û îşkence lê kiribûn. Li Amedê jî rehetî nedan me. Bi tirsa ku tiştekî bi zarokên min bikin, jiyam. Ez rabûm bi 9 zarok û hevjînê xwe re bi komyonê çûn Enqereyê. Kesî xanî nedida me. Ji ber em kurd bûn em qebûl nedikirin.”    ‘Zarokên min simît firotin debara me kirin’   Hatînceyê bi lêv kir ku di alî debarê de jî pirsgirêk jiyane û wiha got: “Kurê min simît difrot rastî êrîşê hat.  Di temenê ciwan de ji canê xwe bû. Kurê min yê din di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî êtîm man. Dewletê em tar û mar kirin. 27 sale em li virin. Lê ez tu car hînî vir nebûm. Salê 4-5 caran diçim warê xwe. Ez neçar mam axa xwe terk bikim. Min xeyalên xwe jî jibîr kir û hatim. Ji ber em kurd bûn em hatin kuştin, em rastî îşkencê hatin. Em kesî nadarizînin. Mafê kesî jî tune me bidarizîne.”   ‘Zimanê me jiyana me ye’   Hatîce nasname û zimanê xwe bi navên ku li zarokên xwe kiriye, zindî dihêle û navên wekê Kurdistan, Newroz, Zelal û Hîvda li zarokên keç kiriye.  Hatîce ku tu car ji têkoşîna xwe tawîz nade, her tim hedef tê girtin, du caran bi ser mala wê de tê girtin û tê binçavkirin. Hatîceyê wiha dawî lê anî: “Yekane faliyeta min ya civakî çûyîna partiyê ye. Ez tirkî nizanim. Dema diçûm partiyê her kesî bi min re Tirkî diaxivî. Min bertek nîşan da. Zimanê me jiyana me ye.Tevî her tiştî me destur neda terza jiyana me biguhere. Me destur neda zimanê me winda bibe. Ez 71 salîme. Ji bo aştiyê û kurdan çi ji destê min bê ez amade me. Ez pîr bûme, belkî aştiyê nebînim lê bawer dikim ku wê kurd ji bin vê derkevin. Ji ber vê ji hemû Newrozan re silav be.”