Hayriye Dogan: Têkoşîn peywira min e, min soz da zarokên xwe 2021-09-24 09:06:26     AMED - Dayika Aştiyê Hayriye Dogan ku got ‘li welatekî bê ziman û nasname tiştekî bi mirovan nade qezenckirin’ lilgel kurê wê hat definkirin, bi fikr û nêrîna ‘Têkoşîna dimeşînim peywira mine, min soz da zarokên xwe’ tu car dest ji têkoşîna xwe berneda.   Li Tirkiyeyê û herêmê ji salên 90’î het aniha ji ber bûyerên kuştinên kiryarnediyar bi dehan kes hatin qetilkirin û bi dehan kes hîna aqûbeta wan nayê zanîn. Xizmên windayan, bi salan ji bo vê têkoşîn meşandin. Yek ji van jî Hayriye Dogan ya ku aqûbeta zarokê xwe dipirsî bû.   Hayriye di 18’ê mijdara 1938’an de li Omerî ya Mêrînê hat dinê. Di temenê biçûk de hat zewicandin û seranserê jiyana xwe de rastî zextên dewletê hat. 9 zarokên Hayriyeyê bûn û kurê wê Fahrettîn Dogan tevlî PKK’ê dibe û jiyana xwe ji dest dide.  Piştî ku kurê wê tevli PKK’ê dibe têkoşîna kurd nas dike û tevlî xebatan dibe. Piştre du kurên wê Mehmet Alî û Abdullkadîr bi awayekî kiryarnediyar tên windakirin. Hayriye ji bo kurên xwe bibîne serî li her derê dide, ji bo sê zarokên xwe bi salan têdikoşe. Aqûbeta her du kurên wê hîna nayê zanîn. Hariye di 2009’an de tevlî çalakiya ÎHD’ê ya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ bû.    ‘Min soz da zarokên xwe’   Hayriyeyê ji bo kesên digot ‘li mala xwe rune’ got ‘Têkoşîna dimeşînim peywira mine, ji ber min soz da zarokên ‘ û dest ji têkoşîna xwe berneda. Hayriyeyê wêneyê hersê kurê xwe di stûyê xwe de geran û ligel gora kurê xwe Fahrettîn ji xwe re gorekê dide kolandin û dibêje ‘Ez bimrim min ligel wî defin bikin, ez ligel kurê xwe razêm.”   Hayriye kujerê kurê Fahrettîn û aqûbeta Mehmet Alî û Abdulkadîr her tim pirsî û heta dawiya jiyana xwe bi hêvî jiya. Hayriye bi Dayikên Aştiyê re bi salan aştî parast, xwest şer û pevçûn bidawî bin. Hayriye ji ber nexweşiya pençeşêra du sal berê pê ket di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da û li ser daxwaza wê cenaza wê li gel kurê wê Fahrettîn hat definkirin.   Keça wê Gulîstan Dogan têkoşîna dayika xwe ji ajansa me re nirxand. Gulîstanê destnîşan kir ku dayika wê her tim têkoşîn meşandiye, li ser piyên xwe sekiye û wiha pê de çû: “Bi tena serê xwe em mezin kirin. Xaniyê xwe bi keda xwe çêkir. Ez li wê malê hatim dinê, her tim çawa ew xanî çêkiribû vedigot. Dayika min gelek xurt bû. Her kes li hember wê rêzdar bû. Li taxê pirsgirêkek hebûna herkes bi wê dişêwirî. Dayika min di riya zarokên xwe de meşiya. Her ku hewl dida bigihêje zarokên xwe dilê wê mezin dibû. Digot ‘ez di riya zarokên xwe dimirim. Lê hestiyên du kurê xwe nedît.”   ‘Min soz da zarokên xwe’   Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dayika wê di hemû xebatan de di eniya pêş de cih girtiye û wiha dirêjî dayê: “Dayika min digot ‘li welatekê bê ziman û nasname tiştek bi kesî nade qezenckirin. Digot ‘em bi zimanê xwe azadin, bi têkoşînê divê ziman û welat bê parastin.’ Girtî wek zarokên xwe didît. Di salên 90’î de tevlî hemû çalakiyên greva birçîbûnê bû. Tevî temenê wê, digot min soz daye zarokên xwe.”   ‘Tu car paşve gav neavêt’   Gulîstanê di berdewamiyê de dayika xwe bi van gotinan vegot: “Dayika min tevî zextan tu car şûnde gav navêt. Ez bi têkoşîna dayika xwe serbilindim. Me jiyana xwe bi hev re ava kir. Em her tim ligel hev bûn. Min aliyên xwe yên xurt ji dayika xwe girt. Tevî her tiştî wê jiyana xwe domand. Dayika min tevî zextan newestiyan. Dayika min hesretê zarokên xwe ma û ji bo wan her tim têkoşîn meşand. Kurên xwe her tim di dilê xwe de hîs kir.”