‘Ferda Cemîloglu bi ked û têkoşînên xwe dê hertim di bîra me de be’ 2021-09-10 09:02:47   Sema Çaglak   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya DTSO û karsaz Nevîn Îl, diyar kir ku karsaza kurd Ferda Cemîloglû bi têkoşîn, ked û xebatên xwe tê nasîn û got: "Ji bo Ferdayê hêza herî mezin bi yekitiyê pêk tê. Ji bo pêşketina jinan her tim di nav hewldanan de bû û ji bo karsazên jin hertim pêşengtî kir."   Ferda Cemîloglû (70), bi têkoşîn, ked û xebatên xwe tê nasîn. Ferda yek ji endama malbata Cemîl Paşa bû. Di sala 1926'an de dema serhildana Şêx Seîd de malbata wê sirgunê Sûriyeyê dibe. Ferda Cemîloglû li Şamê ji dayik bûye. Piştre malbata wê li Cizîra Rojava bi cih dibe. Ligel rêveberên wê demê yên kurd têkiliya wan çêdibe. Piştî ku Rejima Baas tê ser kar dest datîne ser mal û milkên kurdan, gelek kurd ji mecbûrî vedigerin bakurê Kurdistanê.    Ew jî ligel malbata xwe vedigere û tê Amedê. Ferda ligel zimanê xwe kurdî hînê erebî, îngilîzî û hinek fransî bûbû, dema ligel malbata xwe vedigere Amedê li Dibistana Ziya Gokalpê dest bi dibistanê dike lê tirkiya wê têrê nake. Piştî dibistana navîn û lîseyê diçe Enqereyê û Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Genetîkê dixwîne. Ji sala 1980'î ve di nav xebatên jinan de cih girt.   Ferda demek dirêj di nav xebatên saziyên sivîl de cih girt. Demek di nav CHP'ê de siyaset kir. Ferda di nav avakarên DOGUNKAD'ê (Komeleya Karsazên Jin a Rojhilat û Rojhilatêbaşûr) de cih gir û demek serokatiya wê jî kir. Ferda li Başûr jî di nav xebatên jinan de jî cih girt. Piştî li Başûr rewşa kar vebû, ji salên 2000'î ve Ferda li wir kar kir.    Ferda li Stenbolê li nexweşxaneyekê dihat dermankirin di 31’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ferda di 2’yê îlonê de bi merasîmek mezin li Amedê hat veşartin. Derbarê Ferda Cemîloglu de heval û dosta wê, şirîka wê ku pê re 35 sal derbas kiriye, Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û karsaz Nevîn Îl ji ajansa me re axivî.   ‘Ji bo pêşxistina karsazên jinên kurd gelek ked da’   Nevîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser hevnasîna bi Ferda Cemîloglu re û got: "Di destpêka salên 90’î de bi tevgera Jinên Kurd re min ew nas kir. Gava min Ferda nas kir, di nav tevgera Jinên Tirkiyê de bi çalak bû. Li Enqereyê di damezrandina sazî û dezgehên jinan de cîh girtibû. Cerîbandin û tecrubeyên wê zêde bû. Bêriya me di nav çalakiyên jinan de cih girtibû. Wek jinekê kurd xebatên ku dida meşandin ji bo me gelek bi qîmet û bi hêja bû. Gava me serdana wê dikir û me derbarê xebatên jinên kurd piştgirî dixwest hem tecrûbeyên xwe parvedikir û hem jî fikr û ramanê xwe ji me re parvedikir. Di wê serdemê de ji bo derxistina kovar û damezrandina komeleyê alîkarî da me. Salên 90’î gelek dijwar bû. Piştgiriya wê ya di wan salan de ji bo me gelek bi wate bû.”   ‘Ji bo avakirina derkeftên kar di nav hewldanan de bû'    Nevîn destnîşan kir ku gelek xebat û kedên wê ji bo jinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî wan salên dijwar di nav xebatên yekitiya kurdan de cîh girt. Lê hevaltiya me di wan pêvajoyan de jî berdewam kir. Ne tenê ji bo min di heman demê li ser jinên kurd nerîneke pozîtîf hişt. Heya salên 2000’î ji bo xebatên jinan em di nav têkiliyê de bûn. Bêguman alîkarî dida hemû xebatên me. Di destpêka salên 2000’î de di qada karê de newekheviya zayendê gelek li pêş bû. Di wê mijarê de jî nîqaş û şêwîrandinên me hebûn. Gava min wê nas kir bi nasnameya xwe ya karsaziyê jiyana xwe re berdewam dikir.  Wê demê hejmara karsazên jin kêm bûn. Ferda ji bo avakirina derfetên kar her tim di nav hewldanan de bû."   ‘Ji Başûr heta Katarê di nav têkiliyê de bû'    Karsaz Nevîn da zanîn ku Ferda piştî sala 2003’yan li Iraqê karê xwe berdewam kir û wiha bi lêv kir: "Li wê derê jî ji bo jinan xebitî û ji bo gelek jinan qada istîhdamê vekir. Xebatên me yên hevpar bî wî awayî dest pê kir. Bi salan me danûstandîna fîkr û ramanê kir û bi çandekî hevpar xebatên xwe da meşandin. Di wê pêvajoyê de em li ser dijwarî û pirgirêkên jina kurd a di qada karsaziyê de sekinîn. Ji bo ku ew pirsgirêk bê çareserkirin hertim di nav hewldanan de bû. Di sala 2010’an de me li Amedê komeleya DOGUNKAD’ê ava kir. Ferda jî li başûrê Kurdistanê Komeleya Karsazên Jinên Kurdistanê ava kiribû. Ferda dixwest hemû karsazên jin ên Tirkiyeyê li herêma kurdan danûstandinê bikin. Hem bi hewldanên xwe û hem jî di nav xebatan de jinek serkeftî bû. Heya Katarê jî bi karsazên jin re di nav têkiliyê de bû."   ‘Hêza herî mezin bi yekitiyê pêkan e'    Nevîn bilêv kir ku hewildan û xebatên wê ne tenê li ser karsaziya jinên herêma kurd bû. Nevîn diyar kir ku bi taybet li ser yekitiya neteweyî jî hewl dida û wiha axivî: "Ji bo jinên kurd di nav helwestek hevbeş de bin û bibin yek gelek xebat dida meşandin. Ji bo karsazên jin ên kurd hertim pêşniyarên wê hebûn. Jinek wisa bû ku bandorê li ser herkesî dihişt. Ji bo vê çareseriya pirsgirêkan ne bi pevçûnê bi rêya diyalogê çareser dibe. Ji bo Ferdayê hêza herî mezin bi yekitiya jinên kurd pêkan e. Her wiha ne tenê ji bo jinên kurd di heman demê de jî li ser yekitiya neteweyî jî hewildanên wê hebû. Têkiliyên wê bi partî û rêxistinên kurd re hertim hebû. Ferda rol û mîsyona malbata xwe dixwest bigihêjinê sibêrojê. Hertim ji bo wekhevî, demokrasî, yekitî û aramiyê xebitî."   ‘Rola wê ya pêşengtiyê hebû’   Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de got hemû kesên ku pê re xebitîn baş dizanin ku felsefeya wê ya herî bi bandor û mezin diyalog bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Baweriya wê bi diyalogê hebû. Her tim pêşengtiyê dikir. Di salên 90’î de me li ser navê jinên kurd a serbixwe kovar derdixist. Ez çûm cem wê û kovarê bifroşîm. Min 3-5 kovar danî ser maseya wê. Wê demê jî karsaz bû. Ji min maliyeta kovarê pirsî. Min jî bersîva wê da piştre 3 kovar kirî. Her wiha ji min re got 'Hêjmara nû ya kovarê ez ê fîmanse bikim'. Ew nêzikatiya wê ji qet bîra min naçe. Gava ez ketim nav jiyana karsaziyê jî kengê piştgiriyên ji bo kar dihat ew helwest diket bîra min. Ji min re nîşan dabû ku ez dikarim ji karê xwe ya heyî du qat zêdetir jî bikim. Li ser jiyana min gelek bandora wê heye. Kedên wê ji bo min gelek bi qîmet û bi hêja bû. Çûyîna wê ji bo me valahiyek gelek mezin e”