‘Ez dixwazim bibim dengê aştiyê’ 2021-07-14 09:14:33     Gulîstan Azak   AMED - Zarokek ku bi bedena xwe axa dicemidî germ kir.. ‘Evrîm Demîr xwe şewitand’ bû kirdeya nûçeyê. Bi nameya li pey xwe hişt peyama ‘Bi hêviya roj bibe roja zadiya Rêber Apo û aştiyê’ da. Sal 1993, Muş..    Em zarokên heman salê û heman axê ne bi Evrîmê re. Ez difikirim dema em di pêçekê de bûn derve çiqas tarî û bi mij bû. Gundê hatin şewitandin, kuştinên kiryar nediyar, leşkerên bi ser malan de digirtin.  Sala Evîn tê dinê gundê wan ê Şîlanê tê valakirin û malbat koçî Kop a Muşê dikin. Evîn zaroka biçûk a malbatê bû. 7 xwişk û bira bûn. Birayê wê yê mezin navê wê dike Evîn û piştre diçe çiyê. Bavê ji bo keça wî zû biçe dibistanê du salan mezin dinivîse. Evîn di nasnamê de 18 xuya bike jî hîna 16 salî ye.    Birayekî wê dema endezyariya kîmyayê dixwend çûye çiya. Bavê wê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Dema Evînê bedena xwe da ber agir hîna nû agahiya birayê xwe yê li çiyê jiyana xwe ji dest dabû girt.  Evîn bi çîrokên apê xwe yê endezyar ku di 73’an de tevlî Rizgariyê dibe û ji 80’ê şûnde tevlî PKK’ê dibe mezin dibe. Apê wê jî jiyana xwe ji dest dide.    Evîn diçe cem xwişka xweya li Şirnexê mamostetiya wêneyê dike û du salan ligel wê dimîne. Lîseya Anatolya ya Şirnexê bi pîleya sêyem diqedîne, lê zanîngehê nafikire. Ji ber ku wê demê tenê dixwaze di riya birayê xwe de biçe û ji bo aştiyê têbikoşe.  Evîn plan dike ku bedena xwe di 14’ê Tîrmehê de di salvegera çalakiya Rojiya Mirina Mezin de bide ber agir û sê roj beriya vê bi hevalên xwe re fîlmên ‘Çûyîn’ û ‘du ziman û bavulek’ temaşe dike.   Bedena xwe da ber agir   Dîrok 14’ê Tîrmeha 2011’an bû. Evîn ji dê û bavê xwe re tebaxek fêkiyan amade dike, goreyên bavê xwe dişo û dide ber serê wî. Bi şev saet li dora 02.30’an li ber kanala li baxçeyê wan bedena xwe dide ber agir. Bedena xwe li ber avê da ber agir. Gelek kes vê wek ispata ‘îrade’ û ‘hêzê’ şîrove dike. Evîn dibe Musta Malçok. Dibe Sema, Ronahî û Berîvan..   Dayika wê ku bedena agir girtî ya keça xwe dibîne bi doşekê direve baxçe û doşekê davêje ser keça xwe ku agir bitemirîne. Malbata wê diyar dike ku dema Evînê radikin nexweşanê di rê de Evîn dirûşme berz kiriye. Li nexweşxanê Evîn gazî dayika xwe dike lê li şûna dayikê polîsan digirin hundir.    Evîn 3 rojan tê dermankirin û di 17’ê Tîrmeha 2011’an de jiyana xwe ji dest dide. Evîn du nameyan li pey xwe dihêle. Yekê ji malbatê re yekê ji doza xwe re. Di nameya ji malbatê re hiştiye dibêje ‘Hêza ku êdî min li vir bigire tune’. Ligel hevokên xwe jî suretekî bi ken xêz dike.   ‘Dixwazim bibim dengê aştiyê’   Di nameya dozê de jî wiha bang dike: “Ez ji bo hemû gelên Tirkiyeyê cîhaneke bê xwîn hêvî dikim. Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim dengê aştiyê. Xwîn bi xwînê paqij nabe. Xwîn xwînê tîne. Ev ji feraseta MHP’ê û Kemalîstan ne cudatir e. Gelê kurd sînor û dewletê girîng nabîne. Ji ber dewletek, civakek heye. Civakek, ziman, çand û dîrokî heyî dike. Sînorên me wê çanda me xêz bike. Em xwişk û bira ne, lê her çiqas hûn bêjin kurd tune, mafê wan tune jî em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Tevî zehmetiyan 36 parlamenter hatin hilbijartin. Dengê min di bin navê hiqûqê de tê bêdengkirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Hatîp Dîcle û parlamenterên me yên din rûmeta me ne.   Ez ne terorîst im, kurd im   Ev hikûmet hewl dide me bixapîne. Em kurd statuyê dixwazin. Em dixwazin xwe bi rê ve bibin. Em dixwazin hebûna me bê qebûlkirin û bi tevgera PKK’ê re em bên qebûlkirin. Bila ev wisa bê zanîn. Bi gotina ‘Em ê PKK’ê îmha bikin’ wê 30 salên din jî ji şer re xizmetê bikin. 70 sal be jî em ê dîsa rabin ser piyan. Ez ne terorist im, ez kurd im. Ez bi dirûşma 'Azadî' mezin bûme û ji bo wê dimirim. Li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin. Yên zarokên kurd mehkûmê mirinê dikin wê rojekê ew jî bimirin.    Bi hêviya ji Rêber Apo re azadî   AKP û MHP vê bi awayekî zelal bi kar tîne. Divê gelên Tirkiyeyê me fêm bikin, neçar in nasnameyê bidin me, divê lêpirsîn bikin ku em çima derdikevin çiyan. Em paşerojê ji bîr nakin û ji bo nirxên xwe dimirin. Em van nirxan didin jiyîn. Gelê kurd ji Berdîrxanan, Şêx Saîdan û Seyît Rizayan tê. Ez dixwazim hîna pir tiştî binivîsim. Lê êdî dem dema ku bi rastiyê re bê rû hev e. Ez hemû gelê kurd, Rêber Apo, dê û bavên zarokên xwe winda kirine, gerîlayan, bi taybet gelê Amed û Colemêrgê bi hezkirinek mezin silav dikim. Bi hêviya roj bibe roja azadiya Rêber Apo û Aştiyê.”   Evîn li ser daxwaza wê ya ‘Min li Amedê ligel Mustafa Malçok defin bikin, ez ê kêfxweş bim’ cenaza wê li gundê Suleymana a Gêla Amedê tê definkirin.   Beriya biçim ser gora Evînê min got ez ê çawa biçim. Ji ber çongên min dilerizîn û qirika min tije dibû..   Piştî saetan şûnde min xwe li ser gora du ciwanan dît. Min li dîroka ser goran mêze kir. Evîn 16, Musta 19…Ez êşeke mezin ku nikarim vebêjim hîs dikim. Bi deqeyan fikirîm. Ji bo me, zarokên salên 90’î ji duh heta îro tiştek neguheriye.   Evîn û Mustafa, hûn ê bibin dengê aştiyê…