Jina ku şoreş û huner kir yek: Hozan Mizgîn 2021-05-11 09:01:33     Derya Ren   AMED - Hunermenda Kurd Hozan Mizgîn ku di hunera Kurd de rêyek nûh vekir û huner û şoreşgerî kir yek,  29 sal berê jiyana xwe ji dest da. Birayê wê Şeyhmus Aydin wiha derbarê wê de got: “Mizgîn hem hunermend hem jî şoreşger bû.”   Hozan Mizgîn  (Gurbet Aydin) ku huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga hunermendên jin di 1962’an de li gundê Bileyder a Êlihê hat dinê. Mizgîn ku bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de hat ferqkirin, li dijî zîhniyeta fedoldal û polîtîkayên hikûmetê yên li hember Kurdan bêdeng nema. Mizgîn demekê beriya darbeya 12’ê îlona 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê bibû û di têkoşînê de aktîf cih girt û di qada hunerê de pêşengiya xebatan dike.   Bû sedem ku jin serî hildin   Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêixistin bike di 1983’an de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire. Mizgînê bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hil didin tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Demek dirêj li Ewropa xebatan dimeşîne û  piştre berê xwe dide Kurdistanê. Mizgîn li Tetwan a Bedlîsê  di xebatan de jî cih digire. Ji bo xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan tevlî civînan dibe.   Bi hunera xwe dijî   Mizgînê bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo hevalno û Newroz ji ser zimanê gel neket û her çiqas kasetên bên qedexekirin jî kesayet û têkoşîna wê tu car nehat jibîrkirin.  Di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê bi ser mala ku lê dima de hat girtin. Di serdegirtinê de dixwazin Mizgîn teslîm bibe lê ew berxwe dide û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest da, zêdetir hat guhdarkirin û mîrateya wê ya ku hişt di nav gel de dijî.   ‘Stranên wê her tim li ser zimanan bûn’   Birayê wê Şeyhmus Aydin, diyar kir ku Mizgînê ji biçûkatiyê de helbest dinivîsî û helbestên xwe dikin boriyên lingên kursiyan û vedişart. Şeyhmus wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di temenê biçûk de eleqeya wê ji bo hunerê dest pê kir. Her tim strana Şivan Perwer ya Hernepêş digot. Ez vê tu car ji bîr nakim, daweta xalê min bû, em hemû di wesayîtekê de bûn. Mizgînê wê demê strana Hernepêş got. Wê demê her kes li dijî cesareta wê matmayî mabûn. Her tim stranên şoreşger digot. Ez hîna biçûk bûm ew tevlî xebatan bû. Beriya şehîd bikeve, li me geriya. Bi dayika min re axivî. Ne got çi bûye. Piştre em fêr bûn ku şehîd ketiye.”   ‘Hem hunermend hem şoreşger bû’   Şeyhmus di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Berê jineke stranek bigota guneh û şerm dihat dîtin.  Lê Mizgînê li dijî vê ferasetê serî hilda. Tu car dest ji stranan berneda. Mizgîn kesek hewldêr, bi merhemet bû. Mizgîn ji bo me hem hunermend hem jî şoreşger bû. Serê me her tim ji ber bilind e. Em bi wê serbilind in. Ji bo me û gelê me şerefek mezin e. Em dizanin ku Mizgînek çû bi hezaran Mizgîn hatin. Di demên dawî de êrîşê goristanan dkin. Em şermezar dikin. Tetwanî  xwedî li goristanan derketin. Em spasiyên xwe ji bo wan dikin. Bi êrîşan Gelê Kurd naqede. Bi kuştinê neqedandin wisa jî nikarin biqedînin.”