Jina li hemberî zilmê serî netewand: Hediye Temel 2021-05-06 09:03:15   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Hediye Temel a ku li hemberî zilma dewletê serî netewand û bi têkoşîna xwe dihat nasîn di 2'yê Gulanê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Keça Hediye Zubeyde diyar kir ku dayika heta dawiya temenê xwe têkoşîna xwe berdewam kir û jineke ku li hemberî zilmê serî netewandi bû.      Dayika Aştiyê Hediye Temel a 80 salî ku ji Gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê bû, li hember zilmê heta dawiya temenê xwe li ber xwe da. Hediye ya ku bi avabûna PKK’ê re rêxistin nas kir heta dawiya jiyana xwe bi awayekî rêxistinkirî têkoşîna xwe domand û di nav xebatan de cih girt. Di salên 90 de leşker bi ser gindê ku Heydiye û malbat xwe lê ne de digire û cerdevaniyê li wan ferz dikin. Lê hediye û malbata xwe cerdevaniyê qebûl nakirin û ji gund koç bdibin diçin nêzî gundê xwe ji xwe re ji nû de xaniyan çêdikin û gundikekî ava dikin. Lê li wê jî zextên dewletê ji ser malbatê qut nabin. Li gel van zextan hemû yan jî Hediye têkoşîna xwe mezin dike û li gel hexbatên di nava partiyê de di nava Meclisa Dayikên Aştiyê de jî cih digire.     Dayika Hdeiye ya Têkoşer ku beriya 6 mehan nexweşiya êşa zirav(verem) û Koah lê peyda bû nêzî mehekê li nexweşxaneyek Edeneyê hatibû dermankirin û piştre vegeriyabû şirnexê. Hediye beriya jiyana xwe ji dest bide hefteyek jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tedawî didît û di 2’yê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hediye ya jiyana xwe ji dest da li gundê ku lê ji dayik bibû li Setkarê hat defin kirin.   Keça Hediye Zûbeyde Temel û bûka wê Sadiye Temel li ser bexwedan û têkoşîna dayika Hediye axivîn.   ‘Dayika min ji dil û can li ber xwe dida’   Keça Hediye, Zûbeyde Temel(45), anî ziman ku zarokatiya wan li gundê Setkarê darbas bûye û wiha got: “Em wê demê hîn zarok bûn. Dayika min wê demê jî di nav xebatan de bû û aştî dixwest.  Dayika min her tim li hember dijmin li ber xwe dida  Armanca dayika min bi tenê ew  ku her kes jiyaneke azad bijî. Di salên 90’î de leşkeran bi ser gundê me de girt û gotin hûnê bibin cerdevan. Lê malbata me ev tişt qebûl nekir û çûn li nêzî gund  bi xaniyên ku  çêkirin gundikek ava kirin. Dayika min li wê jî dev ji berxwedanê berneda û tu carî li hember zilmê serî netewand. Dewletê nehişt ku em bi dayika xwe re bi aramî bijîn û tim li ser serê dayik û malbata min bû. Lê dayika min tu carî dev ji berxwedanê berneda û bi dil û can li ber xwe dida.”   'Du zarokên wê di nava tevgerê de cih girtin'   Zûbeyde, di  berdewamiya axaftina xwe de got jiyana dayika wê tim di nav berxwedanê de derbas bûye û wiha domand: “Di dema  êrîşên li ser Kobanê de birayê min Yusuf Temel piştî ku şerê Kobanê dest pê kir berê xwe da Kobanê û çû. Nêzî 3 mehan li wê têkoşîn da û piştî ku nexweş  ket hat. Birayê min pişt tedawiyeke kurt ku dît jiyana xwe ji destda.  Birayê min Abdullah Temel jî sê salan di girtîgehê de ma û îşkenceyeke giran lê hat kirin. Biryaê min piştî ku ji girtîgehê derket şûnde li hember vê zilmê bêdeng nema û tevlî nava tevgera azadiyê bû. Birayê min 13 salan di nava tevgera azadiyê de têkoşîn da û berî bi du salan salan şehît ket.”   ‘Di nav gelek xebatên partiyê de cih girt’    Zûbeyde, bal kişand ser xerbatên dayika xwe ên di nava rêxistinê de jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min piştî ku birayê min Yusuf jiyana xwe ji dest da şûnde di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girt. Dayika min 6 salan di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de kar û xebat dan meşandin û beriya wê jî di nav hemû xebatên partiyê de cih digirt. Li ku derê çalakî hebûya dayika min diçû tevlî dibû. Dayika min mal bi mal digeriya û xebatên partiyê dimeşand. Jiyana dayika min tim di nav berxwedanê de derbas bû. Daxwaza dayika min tenê azadî û wekhevî bû heta dawiya em rê xwe ji bo vê têkoşîn da. ”   ‘Jinekê gelek zana û zîrek bû’   Bûka wê Sadiye Temel(53) jî diyar kir ku hemû kesî Dayê Hediye bi sekna wê nas dikir û ev tişt anî ziman: “Jiyana wê tim di nav zor û zehmetiyê de derbas bû. Hem karê malê dikir û hem jî karê partiyê dikir. Di her aliyê de jî jiyana wê zehmet bû. Li ku derê kar, xebat û çalakiyek hebûya ew diçû tevlî dibû. Di sala 94’an de dema ku em ji gund derxistin jî bi sekna xwe ji dewletê re bû bersiv. Li hember dijmin serî netewand û cerdevanî qebûl nekir. Piştî ku em ji gûnd derketin û em hatin me gundik ava kir jî zextên dewletê li ser malbata me bi dawî nebûn. Zarokên wê hatin girtin û zext li malbata wê dihatin kirin. Dayika Hediye ji aliyê gel ve gelek dihat hezkirin. Jinekê gelek zana û zîrek bû. Hemû kes dihat gel wê û sohbeta wê gelek xweş bû. Dema pirsgirêk hebûya rê nîşanê me dida û çareser dikir. Heta ku nexweş ket jî di nav xebatan de cih girt. Êşa dayika Hediye gelek zêde bû. Du zarokên wê di encama têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji berê vê di nav xebatan de bû. Dxwaza Dayê Hediye ew bû ku aştî û azadî li vî welatî misoger bibe. "