'Çeka min a herî xurt hezkirin û têkoşîn e' 2021-05-04 09:03:34     Medya Uren   MÊRDÎN - Ayten Kaplan a hevjînê wê 28 sal in di girtîgehê de ye û bi tena xwe 9 zarokan mezin dike êş û têkoşîna xwe wiha parve kir:"Ez bê dê mezin bûm û zarokên min jî bê bav. Min wiha 62 sal emir borand û tucarî kela dilê min kêm nebû. Lê belê çeka min a herî xurt hezkirin û têkoşîn e."   Li vî welatî li ser axa xwe her kurdek ji ber nasnameya xwe bi zext û êrişên nîjadperest rû bi rû mane. Girtîgehên tirkiyeyê bi kesên ji bo nasnameya xwe têdikoşin tije bûyin. Li dijî zextan têkoşîna girtiyan û xizmên wan didome. Tevî hemû êş, zext û zordestiyan gelek jin jî li ber xwe didin. Yek ji jinên li berxwe didin Ayten Kaplan e. Hevjînê Ayten Kaplan ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Aytenê li derve bi têkoşîna xwe 9 zarokan xwedî dike û li dijî zextan li berxwe dide.     Ayten kî ye?   Ayten Kaplan di sala 1959’an de li Gundê Kevsenorî yê girêdayî navçeya Mehsertê tê dinê. Aytenê di nava malbatek xizan de mezin dibe. Hîna ew gelek biçûk e diya wê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dide û bavê wê cara duyem dizewice. Zewaca duyem a bavê wê dibe sedema pirsgirêkên mezin ê di jiyana wan de. Jinbava wê tundiyê lê dike. Hîna 14 salî ye bi pismamê xwe Kemal Kaplan ê ku di heman temenî de ye bi zorê tê zewicandin. Aytenê rexmê ku bi zorê tê zewicandin jî ji zewaca xwe bi hêvî ye û dibêje 'ew ê tundî li min neyê kirin'. Lê her tişt xirabtir diçe. Ev jiyana wê ya zarokatiyê piştî zewacê jî dewam dike.    'Çeka min a herî xurt hezkirin û têkoşîn e'   Aytena ku balê dikşîne ser girîgingiya hezkirinê dibêje 'Di jiyana xwe de li dijî hemû qirêjiyên cîhanê tişta herî xweş min dîtiye hezkirin bû. Çeka min a herî xurt hezkirin û têkoşîn e' Ji ber ku di zewaca xwe de jî ew xweşiyê nabîne vê gotinê dike. Tenê hezkirina wê jê re di be çeper. Xwesiya Aytenê ji ber ku ew biçûk e tundiyê lê dike û di her kêmasiyek biçûk de lêdixe. Di 3 salên destpêkê de ji ber ku zarokên wê çênabe jî tundiya fîzikî û derûnî lê tê kirin.    ‘Dewletê êşa mezin da naskirin’   Aytena piştî ku zaroka xwe ya yekem tîne cîhanê hîna 17 salî ye û piştre dibe dayika 9 zarokan wiha dibêje:"Me ne dê, ne jî bav dît. Em di nava rezaletiyê de mezin bûn. Kemal di 34 saliya xwe de ji ber ku kurd e tê girtin. Zaroka min a mezin 15 salî û ya biçûk jî 3 mehî bû. Ev ji min re bû barekî mezin. 9 zarok, girtina Kemal, êrişên civakê û gefên dewletê yên ku berdwam dikirin zehmetiyek mezin bû. Dewletê êşa mezin da naskirin. Ez hîn bêhtir dihatim çewisandin. Yekî digot mêr ne li ser serê wê ye, yekî din digot ew û keçên xwe wê çi bikin. Lê yekî jî ji destên me negirt."   'Yek gund nema ez lê negeriyam'   Aytenê ji bo debara xwe  û zarokan çi kiriye ji me re wiha qal dike:"Yek gund nema ez lê negeriyam. Ez li hemû gundan li kar geriyam. Min 9 zarok bi wî rengî mezin kir. Ez hîna pê diêşim. Xwedê heqê min û zarokên min nehêle. Jixwe ji wê rojê û şûnde tundiya xwesiya min jî zêde dibe. Ewqas ez jê ditirsiyam dema min ew didît ez diricifiyam. Ew ne bes bû êdî keçên min di hedefê de bûn. Mixabin ji ber zextan ez mecbûr mam ku keçê xwe zû bidin zewicandin."   'Ev encamên dewletê ne'   Aytena ku dema qala jiyana xwe dikir giriya wiha dewam kir:"Ev kul di dilê min de kuf girt. Tucar dernakeve û ji bîr naçe. Ne ku we bi bîra min anî. Ev çavên min zuha nemane. Herî zêde jiyana ku zarokên min jiyan min diêşand. Zarokên min di nava rezaletiyê de mezin bûn lê hemû jî kulîlka dilê min in. 6 keçên min hebûn û her şeş jî weke findekê bûn. Ez bi qasî ku poşmaniya zewaca wan dikim ji bo tiştekî din nakim. Ew jî bûn mehkumê zewacê û mêr. Hîna di zarokatiya xwe de. Ev encamên dewletê ne ku afirandiye."   Aytenê di heman demê de heyranoka li ser hevjînê xwe nivîsandiye wiha bi me re parve dike:   "Hevalê min gula nav gula ye,   Bavê qîz û xorta ye,   Di hefs û zindanan de riziyaye,   Li Kurdistanê deng daye,   Ez bi qurbana bavê qîz û xorta ye.   Sebra min û zaroka ye."