Navê serhildana li dijî pergala mêr: Uveyş Ocalan 2021-04-11 09:27:45   RIHA - Uveyş Ocalan ku bi kesayeta xwe ya berxwedêr, bi sekna xwe ya bi rumet ya li hember dihiqûqiyê û serdestiya mêr, têkoşîn da, ji jinên kurd re bû rêber. Uveyş Ocalan 28 sal berê ji nav me koç kir. Kurê wê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ‘Di têkoşaina min ji bo mafê jinê daye de para dayika min pir mezin e’ û balê dikişîne ser cihê wê yê di têkşîna jinê de.   Uweyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Kesê ku pê re hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina dixwaze birevîne naxwaze pê re bireve wê dikuje. Dayê Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe sedema cezagirtina kesê jin kuştiye. Ew kesê ku li ser îfadeya Dayê Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.     Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû, re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê definkirin.   Uveyş bi kesayeta xwe ya xurt û berxwedêr tê nasîn û di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa Gelê Kurd biguherîne.   Abdullah Ocalan li pey Uveyş Ocalan wiha got: “Mafê dayiktiyê ancax bi têkoşînek yaman dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Di rêbaza me di şîroveya azadiya jinê de nîşan daye de, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinê li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandane.”   ‘Bandora dayika min tunebûna, min nedikaribû wisa nêzî jinê bibim?’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her carê anî ziman ku di nêzîkatiya pirsgirêka jinê û kesayeta wî ya têkoşer de para dayika wî mezin e û got: “Bandora dayika min tunebûna ez nikaribû wisa nêzî têkoşîna jinan bibim?Van têkiliya bandor li ser min kir û rê li ber vekir ku ez li hember mafên jinan baldar bim. “   ‘ Bandora jina ku naxwaze bikeve bin serdestiya mêr şênber e’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya din de wiha dibêje:"Nakokiyên min ên bi malbatê re pir zû dest pê kirin. Ev yek bû sedem ku bi xwe re pêşveçûnan çêbikim. Divê ez vê jî bi bîr bixim ku dibû ez zarokekî stuxwar bûma, lê dayika min li gorî nakokiyên xwe min teşwîqî şer kir. Ez dikarim bibêjim ku min terbiyeya herî mezin ji dayika xwe girt. Min di helwestên dayika xwe de ev yek dît. Ger tu bi dijminên xwe re şer nekî tu nikarî nan bixwî û tu carî nikarî bijî! Ev yek ji bo perwerdeyê taybetmendiyeke girîng e. Dayika min li hemberî kesên ji xwe re dijmin didît têkoşer bû.”   ‘Dayika min têkoşerek mezin bû’   Abdullah Ocalan her wiha ev nirxandin jî kiribû: “Ez dizanim ku dayika min têkoşerek mezine. Di temenê biçûk de têkoşîn fêrî min kir. Hîna jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersiv bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihîştin û tolhildanê. Dayika min wek tofaneke serhildanê bû. Li gund bi serhildêriya xwe dihat nasîn. Li hember kesî serî neditewand. Jin mêr ferq nedikir, bi serde diçû, hesab dipirsi.”   ‘Digot bi berxwedanê tê qezenckirin’   Fatma Ocalan jî dayika xwe Uveyş vegot û bi lêv kir ku aliyên wê yên şervanî û berxwedêrî hebûye û wiha pê de çû: “Dema me li derve bi kesekî re şer bikira, dayika min her tim digot liberxwe bidin. Ev ji me dixwest. Digot bi berxwedanê mirov bi ser dikeve. Dema dayika min bi bavê min re zewicî, keçeke bavê min ya ji hevjîna wî ya ewil hebû. Dayika min ew jî bi me re mezin kir. Dayika min ligel mezinkirina me li nav zeviyan jî dixebitî û dema ku dihat malê jî karê malê diki. Dayika min pir ji birayê min Abdullah hez dikir. Dema nexweş biketa tiştek bibûna her tim li gel wî bû. Birayê min Abdullah û xwişka min Eyne bi kesayeta xwe li dayika min çûne.”   ‘Uveyş jinek serbilind bû’   Fatmayê her wiha destnîşan kir ku dayika wê gelek mêvanpewer bû û wiha dawî lê anî: “Dema mîv bihata mala me dayika min pir kêfxweş dibû. Em dema ji nav zeviyê dihatin dayika min ji me re girar û dew çêdikir. Me hemûyan pir ji vê xwarinê hez dikr. Dayika min gelek dihat hezkirin. Her tim xwedî vê baweriyê bû ku digot wê rojekê Gelê Kurd bi ser keve. Her tim digot ‘em ê rojekê biserkevin. Dayika min Uveyş jinek bi qîmet û rumet bû.”