Nebahata ku bi tilîliya xwe tê nasîn: Li dijî şîdetê serî rakir 2021-03-06 09:01:35   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Nebahata ku bi salan bi şîdetê re rûbirû maye herî dawiyê li dijî şîdetê serî rakir. Niha mal bi mal digere û çîrokên jinan guhdar dike û serî rakirina xwe mînak dide banga xweparastinê ya li dijî şîdetê dike.    Ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava jinên kurd li dijî zilm û hişmendiya baviksalariyê li ber xwe dan û bûn pêşengên civakê. Gelek jinên kurd li ser vê erdnegariyê dîrok nivîsandin û bûn sembola têkoşîna azadiya tevahiya jinan. Em dixwazin îro çîroka Nebahat Îşçî bînin ziman. Nebahat wekî bi hezaran jinên din bi salan bi şîdetê re rûbirû maye û herî dawiyê jî li dijî şîdetê serî rakiriye. Nebahat hers û bêdengiya xwe ya bi salan bi tilîliyan tîne ziman. Di nava çalakiyan de jî bi tilîliyên xwe tê nasîn.    Nebahata ku 40 salî ye bi eslê xwe ji Meydîna Cizîra Şirnexê ye û zarokatiyeke bextewar derbas kiriye. Di temenê biçûk de dayik û bavê wê di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Nebahat êdî li cem xalê xwe dimîne. Zarokatiya ku di nava xweşiyê de derbas dibû, bi carekî re jiyana wê veguherî dojehê. Nebahat di 14 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin.    Nebahat, ku dema behsa çîroka xwe ya bi êş dike hêstiyar dibe. Nebahat wiha behsa zewicandina xwe kir: "Ez di 14 saliya xwe de bi zorê hatim zewicandin. Ez hîn zarok bûm û zarokên min çêbûn. Min wê demê zanî ku hevjînê qûmarê dilîze. Bi rojan û mehan nedihat malê. Rojên ku dihat malê jî li min dixist. Ez her roj bi tundiya wî re rûbirû dimam. Ji ber ku hevjînê min qûmar dilîst kesek tunebû ku zarokên min xwedî bike. Ez û 6 zarokên xwe her tim li malê birçî diman."   ‘Her roja min bi tundiyê derbas dibû’   Nebahat ji bo zarokên xwe dest bi kar kir û wiha axivî: "Min li gorî derfetên xwe dest bi kar kir. Min dendikên zebeşan dikeland û difirot. Min bi vê rêbazê zarokên xwe xwedî dikir. Roja ku min qezenc nekira zarokên min birçî diman. Hevjînê min êdî çavberdabû perê min û bi zorê û bi şîdetê ji min distand. Her roj deyindarek dihat li ber derî. Nebahat, wiha dirêjî da serpêhatiyên xwe: "Carek ji ber ku min pere neda bi kêrê êrişê li min kir û ez bi giranî birîndar bûm. Min birin nexweşxaneyê, li vir piştî îfadeya min hevjînê min hat binçavkirin û piştre hat berdan. Heke cîran negihastibûna hewara min niha ez ne li jiyanê bûm. Rastî ne tenê hevjînê min malbata hevjînê min jî êrişê li in dikirin. Herî dawiyê li gel her tijî min biryar da û em ji hevdû cuda bûn û em niha bi hev re najîn."    Li dijî tundiyê serî rakir   Nebahat piştî serî rakir ji bo xwe rêyek din bijart û wiha qala guhertina jiyana xwe kir: "Piştî ku ez li dijî şîdetê derketim û min biryara xwe da û tercîha xwe kir. Ez salekî di çayxaneya HDP'a Cizîrê de xebitim. Piştre jî ez derbasî beşa paqijiyê ya şaredariyê bûm. Ji ber ku min karê paqijiyê dikir gelek kesan henekên xwe li min dikir. Lê belê min tu carî gûh neda gotinên wan. Karê ku mêran nedikir min dikir. Ez ji bo zarokên xwe li ser nigan mam. Min ji xwe re her tim digot ez tu carî li hember zilmê serî natewînim."   'Em ê xwe li hemberî tundiyê biparêzin'   Nebahat niha bi aktîf di nava xebatên HDP'ê de cih digire û kolan bi kolan, gund bi gund digere. Nebahat diyar kir ku niha çîrokên jinan guhdar dike û wiha axivî: "Dema em diçûn serdana malan, me çîroka jinan guhdar dikir. Min ji wan re digot tu carî li hemberî zilm û tundiya mêr serî netewînin û li ber xwe bidin. Min têkoşîna xwe mînak dida. Her wiha heke em jin bibin yek em dikarin her tiştî bikin û li hemberî zilmê bikesînin. Divê jin xwe li hemberî tundiya mêr biparêzin."    Bi tilîliyên xwe tê naskirin   Nebahat a ku di nav xebatên HDP’ê û jinan de cihê xwe girt tevlî hemû çalakî û bernameyan dibe. Her wiha Nebahat di çalakiyan de bi tilîliyên xwe tê nasîn. Nehabat wiha dawî li axafina xwe anî: "Niha em xebata kampanya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya 'Ji bo jinê edalet' dimeşînin. Her wiha niha li pêşiya me 8'ê Adarê heye. Em kolan bi kolan digerin û bangewaziya tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê dikin."