Nasname û heqîqeta jinan: Sakîne Cansiz 2021-01-07 09:07:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz a di dilê xwe de azadî, berxwedan, humanîzm, çareserî û hezkirin nexş kirîbû, di riya azadiyê ya dimeşiya de, jiyana bi jinan re bi kar û xebatên xwe nîşan da. Niha kî wê bikaribe vebêje ku jiyan tenê ne fîzîkî ye…   Sakîne Cansiz a li heqîqeta xwe di civakîbûnê de geriya û wek xwedavendekê jiyana xwe meşand, navê xweşikahî û rûmetê ye. Her pêngava wê bi jiyanê tijeye û êdî ji bo jinan jî bû nasname û heqîqet. Di her şertî de di meşa azadiyê de strana azadiyê got.   'Li erdnîgariyek bi berf vejîn şans e'   Sakîne di 12’ê Sibata 1958’an de li gundê Tahti yê Dêrsîmê hat dinê. Sakîne roja ku hatiye dinê wek şans dibîne û wê rojê wiha vedibêje: “Dema hatim dinê bavê min li leşkeriyê bû. Meha sibatê de hatime dinê û li nifusê hatime qeydkirin  Ji ber vê roja min a fermî ya vejînê 12’ê Sibata 1958’an e. Gelo di serma û seqemê de vejîn şansek e? Herî baş ez bawer bûm ku ev şans e. Li erdnîgariyek bi berf vejîn li gorî min şans e.”   Tovên ewil ew davêje   Sakîne li dijî zextên malbatê serî hil dide, li fabrîka dixebite li dijî binpêkirina keda karkeran rêxistinê dike, di tevgerên çep yên Tirkiyeyê de tişta dixwaze nabîne û ji bo bi Apociyan re têkiliyê deyne ji Dêrsîmê diçe Enqereyê. Sakîne yek ji du jinên ku di yekemîn Kongreya PKK’ê de cih girtine. Di PKK’ê de tovên ewil yên têkoşîna azadiya jinê davêje. Di 1979’an de li Xerpêtê di operasyona li dijî sempatîzan û kandroyên PKK’ê de tê girtin. Tevî îşkenceyên giran teslîm nabe û dibe sembola xeta berxwedanê.Bi darbeya 1980’an de ji bo jinên ketin girtîgehê perwerde da, ew perwerde kirin û moral da. Di dema tarî ya li girtîgeha Amedê ku Esat Oktay anîbûn Amîriya Ewlehiya Hundir, bi berxwedana xwe ji bo girtî û malbatên girtiyan bû hêvî.   Temenê ku bi şer derbas bû…   Sakîne bi gotinên ‘jiyana min her tim şer bû’ li dijî pergalê her tim di pevçûnê de bû. Sakîne Cansiz bi hevalên xwe Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re di 9’ê Çileyê 2013’an de li paytexta Parîs a Fransayê hat qetilkirin. Nebûna Sakîneyê ne tenê ji bo jinên Kurd û PKK’ê ji bo hemû jinên windahiyek bû.   “Dîrok 26’ê Kanûna 1990’î bû. Di 17’ê Gulana 1979’an de şefaqê hatibûm girtin. Niha ji zindana Çanakkaleyê derdikevim. Ji ku em hatin ku. Rengê Behrê gelek xweşe. Tîrêjên rojê yên li behrê xistine behr xweşiktir kiriye. Hewa xweşe. Em bi çend dostên ku Besrayê nas dikir re hatin cem hev û piştre em çûn Stenbolê. Seranserê rojê ez li wê roja dawî ya ku min bi hevalan re derbas kiribû fikirîm. Ez ji wê hevaltiya xwe ya wan rojan têr nebûm.” Sakîne bi van gotinan dema derketina girtîgehê vedibêje di pirtûka xwe ya cilda sêyemîn a ‘Her tim Şer bû jiyana min’ .   Bê navber têkoşîn   Sakîne piştî ji girtîgehê derdikeve li Stenbolê rêziknameya Komeleya Jinên Welatparêz (YDK) dinivîsine û dibe yek ji damezrînerên komleyê. Bi rewşenbîr û hunermendên Kurd re damezrîneriya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dike. Weşanên rojnameya Ozgur Ulke û Kovara Ozgur Halk dike. Di 1991’ê de li Stebolê tevlî Newrozê dibe û xîtabê hezaran kesî dike.5 mehan li Tirkiyeyê dimîne û tevî zextên dewtê xebatên xwe dimeşîne. Dewlet faliyetên wê dişopîne û nahêle xebatan bimeşîne.   Sakîne wan rojan wiha vedibêje: “…. Ji bo bikevim nav kar û bar çavên min tarî bibûn. Yanî birçîbûnek mezin hebû. Ez baldar bûm lê dijmin nedisekinî. Di demên herî rehet de dikaribûn ez bigirtama, lê di vê mijarê de bixwebaweriya min gelek mezin bû, bi înat têkoşînek hebû.”   'Ji bo min Rêbertî şoreş bixwe bû'   Sakîne Cansiz di 1991’ê de ji bo biçe Abdullah Ocalan ku digot ‘Rêbertî ji bo min şoreş bixwe ye,doz û şerê min e’ amadekariya çûyîna Şamê kir. Sakîne piştî ji girtîgehê derket 5 meh şûnde di 1’ê Gulana 1991’ê de çû Yewnanîstaê û demek kurt li Ewropa dimîne û ji wir jî diçe Şamê.   Hevdîtina bi kelecan…   Sakîne der barê rêwitiya xwe de wiha dibêje: “Em daketin balafirgeha Şamê. Dilê min diavêt. Kelecanek hebû, min digot hema ez ê serok bibînim.” Li ser daxwaza Abdullah Ocalan 4 kes li balafirgeha Şamê Sakîneyê bi gurzek kulîlk pêşwazî dikin. Abdullah Ocalan 13 sal şûnde li Şamê bi Şakîneyê re hat cem hev. Sakîne wê hevdîtina xwe wiha vedibêje: “Min serok herî dawî di kongreya Fîsê de dîtibû. Rojek şûnde em ji hev veqetiyan. 13 sal derbas bibûn. Piştî salên zindanê min kefen kelaşt û ez gihiştim aliyê herî xweş yê çavkaniya jiyana xwe. Di vê pêvajoyê de gelek tişt guherî bû.Lê serok neguherî bû.   ‘Ez ê hertim te kêfxweş bikim’   Sakîne li Akademiya Mahsum Korkmaz 6 mehan perwerdê dibîne û dema veqetîna Sakîneyê hatibû. Abdullah Ocalan dibêje ‘Hadê Sakîne, tu ji çiyan hez dikî. Ez li bend agahiyên serkeftinê me’ û xatir ji wan dixwaze. Sakîne jî veqetînê wiha vedibêje: “ Min got ‘Serokê min ez ê te her tim kêfxweş bikim.’Ez ji kolana Şamê de berbijêr ve berziyam. Destê serok demek dirêj li hewa ma. Ez carke din serbilindiya apocîtiyê jiyam.”   Sakîne Cansiz ku jiyanek têr û tije derbas kir, di 9’ê Çileyê 2013’an de bi nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez ( Ronahî) re li Parîsê hat qetilkirin.