Dîroknas û helbestvan: Mesture Erdelanî 2020-09-16 09:05:01   Medya Uren   AMED -  Mesture Erdelanî jinek helbestvan û dîrokzana kurdistanî ye. Mesture bi qasî helbestvaniya xwe jineke bi hêz û wêrek bû. Mesture bi qasî  20 hezar beyt bi zimanê farsî nivîsiye ano têkildarê dîrokê de jî lêkolîn û berhemên bi nirx ji roja îro re mîrate hiştî ne.    Di dîrokê de çawa ku keda jinê di bin axên Mezopotamyayê de hatine nixumandin îro ji berhemên wê serkeftinên wê ji nedîtî ve tên. Lewra ligel hemû astengiyan jinên berxwedêr ên ku dengê xwe bilindkirine bûne nîşaneya huner û keda resen. Yek ji van mînakan ji bê guman Mehşeref Xana bi navê din Mesture Erdelanî ye. Mestureya di qontara Zagrosan de li bajarê Sinê jiyaye bu xwedawendek rûgeş û navê xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn nivîsand. Mesture di warê dîrokzanî, nivîskarî û helbestvaniyê de xebatek giranbiha ji kurdan re kiriye mîrate. Bi mîrateya ku helaye re heya niha ji Mesture ji bo jinên kurd dibe feys.   Bi temenê biçûk tê zewicandin    Mahşeref Xan an jî navê wê yê din ku wek Mestûre Erdelan tê nasîn. Di sala 1805’an li bajarê Sînê ya Îranê tê dinê. Zimanên kurdî, farsî û erebî ligel bavê xwe Ebu El Hesen begê qadirî fêr dibe. Bi salan di navbera malbata Erdelan û Xusrewan de husumetên mezin dihat jiyîn. Xusrew Xan ji bo dilê wan xweş bike û aştiyekê çêbike Mesture wek hevjîn ji xwe re dixwaze û Mesture ji aliyê mam û bavê xwe ve di temenê xwe ya biçûk de bi Xusrew Xan re tê zewicandin. Zewaca Mestûre û Xusrew Xan di navbera her du malbatan de aştiyek mayînde çêdike. Lewra Mesture dibe sembola yekitiyê ji. Dema hevserê wê Xosro Xanê Erdelan hakimê wê derê bûye û bi mirina wî re mîrtiya Erdelan dikeve destê qaçar an. Bi êrîşên serweriya qaçar ên li ser mîritiya Erdelan re, Mesture tevî malbata xwe koçê Silêmanî dike û li gel mîrtiya baban bi cih dibin.   Yekem car nasnava dîroknasiyê digire   Mesture bi qasî helbestvaniya xwe jinek bi hêz û wêrek bû. Her wiha di nav civakê de xwedî rêz û rûmetek mezin bû. Ew di ciwantiya xwe de bi zîrektî û xweşikbûna xwe bala her kesî dikine ser xwe. Ji xwe dîroknasa jin ji xwe re navê Mesture ( Nependî-şareza) dibêje. Mestureya perwerdeya zanistî dibîne û di demek kurt de di warê nivîskarî û dîroknasiyê de dibe pispor. Cihek girîng di nava wêjevanan de digire û bi nav û deng dibe. Mesture di ancama xebat û lêkolînên xwe de gelek berhemên bi nirx yên bi zimanê Kurdî û Farisî honand. Mestureya li Silêmaniyê di serdema xwe de weke jin yekem car nasnameya dîroknasa Rojhilata Navîn e digire.   Mestûre 12 ilm diqedîn e   Piştî hevjînê Mestûre jiyana xwe ji dest dide, mirina Xusrew Xan li ser wê tesîreke neyînî dike û bûye sebebe diltengiya wê. Mesture xem û hewara xwe digihîne helbestan. Mestûre hest û jana dilê xwe bi helbestan tîne ziman. Mestûre di wê pêvajoyê de hêz dide nivîsandina pirtûkên helbest, dîrokî û olî. Pirtûka Mestûre ya yekemîn ku bi salan li ser dîroka Mîrîtiya Erdelaniyan lêkolîn kir û rawestîya di sala 1946’an de li Sine hat çapkirina. Her wiha pirtûka olî ya ku di derbarê “Şerîeta Îslamê” de amade kiribû heye û di nava civakê de wek oldarekî bi rûmet dihat naskirin. Mestûre bi xwe 12 ilm diqedîn e.     Pirtûkên wê bi çend zimanên biyanî hatin werger kirin   Mesture Xanim bi qasî 20 hezar beyt bi zimanê farsî nivîsiye. Gelek helbest û beytên Mestûre nivîsî ne ji ber sedema pirsgirêk û qeyranên di nav mîrektiya Erdelan de winda bûye û ne gihan e roje me ya îro. Mestûre di sala 1848’an de hêj di 44 saliya xwe de li Sineyê jiyana xwe ji dest da û li wir spartin axê. Piştî Mestûre jiyana xwe ji dest dide, di sala 1925’an de li Tahranê pirtûka bi navê “Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî” hat çapkirin. Pirtûkên wê bi zimanên farsî, almanî û înglîzî hatine wergerandin.   Ji wê re digotin stêrka helbestan   Mestûre kevneşopiya gele xwe baş dide xuyankirin û şêwaza helbestan baş fêm dikir. Di nivîsên wê de sadebûn hebû. Her wiha behsa evin û hezkirinê dikir. Şêwazek xwe a cûda hebû û ev şêwaz di helbestên xwe de bikar dianî. Di pitûkên xwe de zimanê Mestûre pir dewlemend e. Di taswîra xeyalan de ji bo wan bîne rewşa sembola çawan evin û azadiyê bi zimaneke balkêş bikar tîn e. Ji ber vê yekê ji Mestûre re dibêjin stêrka helbestan.