Jina ku Atlantîk derbas kir: Amerîla Earhart 2020-07-24 09:06:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Amelîa Earhart yekem jina ku Okyanusa Atlantîkê ji hewa de derbas kiriye.   Amelîa Earhart li eyaleta Kansan a DYA’yê di 24’ê Tîrmeha 1897’an de hat dinê. Amelîa ji zarokatiyê de ji ezmanan û firînê hez dikir û her tim derdiket ser daran. Hobîtiya wê ya herî mezin berhevkirina kupurên rojnameyan bû. Nûçeyên kom dikirin jî ji çîrokên serkeftî yên jinan pêk dihat.   Di 10 salî de balafirê nas dike û wê bîranîna xwe wiha vedibêje: “Ji têlên zeng û texteyan pêk dihat. Qet ne balkêş bû.”   Amelîa di şerê yekemîn yê cîhanê de li nexweşxaneyeke leşkerî hemşîre bû. Ligel vê ji bo zarokên penaber îngîlîzî fêr dikir. Her wiha bi teknolojiya hewayî re jî eleqeder bû.   Pereyê xwe kom dike û bi alîkariya dayika xwe jî di 1921’ê de perwerda pîlotiyê digire. Di 1921ê de jî bi balafira xwe ya bi navê ‘The Canary’ tenê difire.   Jina ku Atlantîk derbas kir   Di 1928’an de telefonek tê jê re û pirsa ‘tu dixwazî bibî jina ewil ya Okyanusa Atlantîkê ji hewayê derbas bikî’ jê tê kirin û bê teredut qebûl dike. Amelîa 1932’an de Atlantîkê derbas dike.   Piştî vê firîna xwe ya ku DYA seranser derbas kir, di Çileyê 1935’an de navbera Hawaîî-Calîfornîa derbas dike û dîsa dibe jina ku ewil bi tena serê xwe firyaye.   Di gera xwe ya cîhanê ya bi Fred Noonan re kir; ji Mîamiyê heta Başurê Afrîkayê, Okyanusa Başurê Atlantîkayê derbas kir û derbasî bajarê Dakar a Afrîkayê bûn, ji wir jî firiyan Tayland û Avustralyayê.   Axaftina wê ya dawî   Di rotaya Grava Howland de, Ewlehiya Peravê ya Amerîkayê têkiliya xwe balafirê re winda diek û peyama wê ya dawî di sibeha 2’ê Tîrmeha 1937’an de saet di 08.45’an de tê. Di dengê wê yê dawî hatî girtin de tê dîtin ku dengê wê bi fikar e.   DYA wê demê operasyona mezin a xilaskirinê pêk tîne. Lê kavila balafirê nayê dîtin. Amelî adi 2’ê Tîrmeha 1937’an de diçe Greva Howland û winda dibe, 20’ê Hezîrana 1938’an jî roja ku jiyana xwe ji dest daye tê îlankirin.