Ayfer Serçe ya ku heqîqet bi jiyana xwe honand 2020-07-22 09:11:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 14 sal derbas bû. Ayfer ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Xeyala herî mezin a Şîlanê ev bû ku toreke nûçeyan a jinan ava bike. Jinên rojnameger ji bo xeyala Şîlanê pêk bînin ajansek nûçeyan ava kirin û pênûsa wê dewr girtin.   Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di sala 1974’an de li Wêranşar a Rihayê hat dinê û di salên lîseyê de di radyoya bi navê Karacadag de pêşkêşvanî kir. Piştre ji bo biçe dersxaneyê çû Edene û Mersînê, di vê pêvajoyê de dibistana bilind a du salan qezenc kir. Ji bo qeyda xwe çû wir lê hîn bû ku ev ji bo xwendinê ne baş e û dest jê berda, Beşa Îşletmeyê ya Zanîngeha Çukurovayê tercih kir. Du salan li wir xwend û di 1998’an de di têkoşîna jinên Kurd de bi awayekî çalak cih girt. Şîlan bi salan di çapemeniya Kurd de xebitî.   Cenazeyê wê hîn nehatiye dîtin   Şîlanê di salên 2000’î de di Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan kir û di sala 2005’an de piştî ajans hat girtin şûnde di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de xebitî. Şîlanê nûçegîhaniya Ermenîstanê kir, sê salan li vir ma û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Piştre ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû bajarê Urmiye û Mehabadê ya Rojhilat.   Şîlanê li vir xebata 3 hefteyan meşand, piştre di navbera 19 û 23’ê tîrmeha 2006’an de herêma Kelareş a sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin. Dîroka qetilkirina wê di qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de wek 23’ê tîrmeha 2006’an derbas dibe. Hinek çavkanî jî wek 19’ê tîrmehê derbas dikin. Di ser qetilkirina wê de 13 sal derbas bû û rejîma Îranê di vê demê de tu daxuyaniyek neda. Tevî hemû bang û hewldanan cenazeyê wê hîna nehatiye dîtin.   Mîrateya wê dewr hat girtin   Şîlan yek ji rojnamegerên jin ya kevneşopiya çapemeniya azad e. Şîlan ji bo toreke çapemeniyê ya jinan ava bibe bi israr bû. Têkoşîna Şîlanê ji rojnamegerên jin yên Kurd re bû rehber. Xeyala Şîlanê bi JINHA’yê re zindî bû. Jinên Amedê bi dirûşma ‘Em zimanê çapemeniyê diguherin. Piştî me wê cîhana çapemeniyê ne wek berê be’ di 8’ê Adara 2012’an de JINHA ava kirin û hemû xebatkarên wê ji jinan pêk dihatin.