Zehraya bû şopdara jinên pêşeng: Min xeta berxwedanê hilbijart 2020-06-27 09:04:10   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel a xwediyê kesayeteke komînal, civakî, fedakar bû û di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da bi van gotinan di binhişiya civakê de cihê xwe girt:"Ji bo tevahî jin bigihêjin azadiya xwe, min xeta berxwedanê ji xwe re hilbijart."   Dewleta tirk di 23'yê Heziranê de bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yên girêdayî bajarê Kobanê da, di encama van êrşîan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk bi van êrîşan îradeya jinê hedef girt. Armanca van êrîşan bêhêzkirin û tunekirina rêxistinên jinan e. Jinên wekî Zehra Berkel, Hevrîn Xelef, yadê Eqîde Osman û bi sedan jin hedef hatin girtin.   Zehra Berkel û têkoşîna 9 salan ji şoreşê   Malbata Zehra yek ji malbatên welatparêz e, ji eşîra Kêtikan e û ji gundê Berxbotanê ye. Temenê Zehra 33 salî bû û li Kobanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li navenda bajar  xwendiye û du salan Beşa Hiqûqê li Zanîngeha Helebê xwend. Di malbatê de Zehra zaroka 7'an e, pênc xwişk û çar birayên wê hene, navê dayika wê Xalîde Sincar û bavê wê Bekir Berkel e. Malbata Zehra di aliyê aboriyê de gelek zehmetî dikişandin. Her wiha bavê Zehra ji ber sedema nexweşiyên xwe di 2013'an de wefat kir. Piştî wefata bavê xwe êdî  Zehra berpirsiyartiya malê girt ser milê xwe. Her çend Zehra di aliyê tenduristiyê de zehmetî dikişand jî, lê dev ji têkoşîn û xizmeta gel berneda. Zehra xwediyê taybetmendiyên komînal, civakbûn, rûken, mitewazî, hevsengiya di nava her du zayendan de diparast û bi taybet êşên jinan hîs dikir.   Zehra xwedî li keda jinan derdiket   Zehra cihê xwe di nava şoreşa 19'ê Tîrmehê de girtibû, dema ku Rejîma BAAS'ê li Kobanê bû wê demê Zehra kar û xebatên jinê bi awayekî veşartî dida meşandin û tevlî hemû civînan dibû. Ji bo hemû jin bigihêjin azadî û mafên xwe her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû. Zehra di gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtibû. Beriya şerê Kobanê bi du mehan Zehra û malbata xwe ji ber sedemên aboriyê berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û li wê derê malbata Zehra dest bi karê çandiniyê kir, lê tevî ku Zehra derbasî Bakurê Kurdistanê bû dev ji rêxistinkirina jinan berneda û li wir kar bi awayekî çalak dimeşand.   Zehra di nava lêgerîna azadiya jinan de bû   Zehra di nava 9 salên şoreşê de gelek kar û xebat dane meşandin. Di dema Rejîma BAAS'ê de Zehra di malê de dayikên bi temenên mezin fêrî ziman dikir û pênc salan mamostetî kir. Paşê di sala 2012'an de Zehra dest bi karê mala jinê kir. Di 2013'an de derbasî xebatên Heyva Sor a Kurdî bû, paşê di sala 2015'an de karê Dîwana Edaletê da meşandin, di sala 2017'an de Hevseroka  Şaredariya Gel a Kobanê bû û di heman demê de jî karê Rêveberiya Xweser ê derve dida meşandin. Di sala 2018'an de Kongreya Star Konferansa xwe ya 8'emîn li Kobanê li dar xist. Di encama hilbijartinan de Zehra weke Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêmê hat hilbijartin û perwerdeya birdozî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li bajarê Rimêlanê dît.   Zehra di xebatan de bi berpisyartî tev digeriya   Zehra ne tenê di Koordînasyona Kongreya Star de bû di heman demê de karê Mala Jinê û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dikir. Zehra du salan bê navber kar û xebatên Kongreya Star bi awayekî rêxistinî dida meşandin û xwedî li hemû jinan derdiket. Zehra her tim pirtûkên girêdayî azadiya jinê û parêznemayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwend. Ji bo her du zayend bigihêjin hevsengiyekê nêrînên Zehra her tim di derbarê perwedekirina mêran de hebû. Li ser vî esasî jî du dewreyên mêran hatin vekirin. Beriya bi çend rojan ji şehadeta Zehra ajansa me ya JINNEWS'ê di derbarê kuştina jinan de hevpeyvîn bi Zehra re çêkir. Zehra di nava axaftinên xwe de behsa kiryarên dewleta tirk ên li ser jinan kiribû û wiha gotibû: "Di encama êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê de, rojane jin hedef tên girtin, lê dewleta tirk çiqasî hewldanên xwe ji bo tunekirin an jî teşhîrkirina rêxistina jinê de nîşan bide jî wê nikaribe pirojeya xwe bi ser bixe. Em ê bi têkoşîna jina azad rêxistina jinê xurtir bikin. Di xwedîderketina li mafê jinan de em kêm man, em weke rêxistina Kongreya Star rexnedayina xwe didin jinan."